“Hewesa min belgekirina xwarinên Iraqê ye”

Mîrat, çand û berdewamkirina adet û kevneşopiyan e ku rewşa civakê yan wî welatî îfade dike û belgekirina qonaxên guherîna dîrokî û cudahiya nûbûnê ye. Xwarinên gelêrî jî yek ji van hebûnên çandî ye ku dibe beşek ji mîrata gelan

.
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Metbexa Iraqê hunera amadekirina xwarinên gelêrî pêk aniye, ji ber ku wî malzeme û rêbaza xwerinêçêkirinê parastiye lê mirov dikare bêje ku ev yek niha ber bi windabûnê ve diçe.
Rengîniya jîngeha Iraqê çêjên xwarinên metbaxa Iraqê cur be cur kir
Nexem Necar ku xwedan pirtûka "Hewesa min a di metbaxê de" ye; dibîne ku rengîniya jîngeha Iraqê bûye sedema xwarinên cur be cur di metbexa Iraqê de. Cihêrengiya hawirdorê li Iraqê bandorê li ser rengîniya çandên wê kir û ev yek bû sedema rengînî û ciyawaziya di navbera bakur û başûr de heya bajarên herêmên rojava û rojhilatê welat. Parêzgehek Iraqê heye ku ji hêla hin xwarinên gelêrî yên ku gelên parêzgehên din nizanin ve hatiye cudakirin û gelek mînakên vê cihêrengiyê di nav parêzgehên Iraqê de bi gelemperî hene.
Nexem Necar der barê pirtûka xwe ya bi navê “Hewesa min a di metbaxê de” wiha dibêje; “Pirtûk di nava xwe de 20 werzan digre ku ji 476 rûpelan pêk tê. Di nav de 500 xwarinên gelêrî ji tevahî metbexên cîhanê û di serî de metbexa Iraqê heye. Pirtûk beşên wekî cureyên birincê û beşa vexwenda ji bo xwarinê digre nav xwe. Min bêtir cureyên xwarina êvarê yên sivk ku malbatên Iraqê girîngiyê didinê anîn ziman.
Metbexa Iraqê di nava çêjên cîhanî de xwedan ciheke diyarker e
Nexem Necar wiha axaftina xwe didomîne; “Ez dibînim ku têkiliyek di navebra metbexa Tirkiye, Hindistan û Îranê de heye. Wekî xwarina dolme ku metbaxa Osmanî ji berê de dikir lê ya Iraqê li gor cêja xwe hin zêdeyî lê kir. Gelek mînakên bi vî rengî hene. Ez dibînim ku Iraq gelekî ji metbexa Şamê bi bandor bûye lê tevî ku bingeh ji metbexa Şamê be jî em nikarin rêbaza taybet a metbexa başûrê Kurdistanê înkar bikin. Ez dikarim hin cureyên xwarinê ku dapîra min cêdikir bînim bîra xwe wekî masî ku bi mişmişên hişk çêdikir. Hin xwarin hene ku di munsebetên taybet de tên çêkirin wekî cêlivirî, hemû endamên malbatê kom dibin da ku di roja înê de bi hev re bixwin.”
Gelê Iraqê xwedî taybetmendiyên civakî ye, ji xwarinên çandî hez dike
Nexem Necar dibîne ku xwazaya civakî ya gelê Iraqê û hezkirina wan ji xwarinên çandî re, bûye sedema parastina wan ji gelek tiştan re li ser vê dibêje: "Gelê Iraqê bi hezkirina civatên malbatî û vexwendina heval û hogiran navdar e.”
Nexem Necar di dawiya axaftina xwe de got; “Ez niha amadekariya beşa duyem a pirtûkê dikim. Her wiha ez hewl didim ku di beşa nû de werzek taybet bi nebatan çêbikim.”