Henaa Mîko: Welat hesta ewlehî û aydiyetê ye

Helbestvana Mexrîbî Henaa Mîko diyar kir ku ew hewl dide cîhanek helbestî ava bike ku hest û raman bi hev re ne, welat û jiyan wiha pênase kir: “Welat hesta ewlehî û aydiyetê ye, ne tenê cihek, jiyan jî çarçoveya ku hemû ezmûnan bi nakokiyan ve dihewîne.

HENAN HART

Mexrîb – Helbestvana Mexrîbî Henaa Mîko naxwaze ku nivîsandinê kurteber bike û di bin navê etîketên amade yên wekî "nivîsandina jinan" an "nivîsandina zarokan" de binivîse. Henaa, tekez kir ku afirînerî ji cewhera mirovahiyê derdikeve. Bi heman awayî, ezmûna xwe ya helbestê nîşan dide ku ezmûnên jinan, tevî girêdana wan bi hûrguliyên rojane re, ji ezmûna mirovî ya giştî nayên veqetandin, tê de kêliyên piçûk vediguherin wateyên zindî û hevpar.

Di dîwana xwe ya herî dawî ya bi navê ‘Ez Ji derveyî Biharatên Welatê Xwe Tiştekî Qebûl Nakim’ de, helbestvan Henaa Mîko ezmûna aîdiyetê wekî pirekê di navbera xwe û cîhanê de, di navbera bîr û bedenê de û di navbera hest û ramanê de pêşkêş dike.

Di hevpeyvîna me ya bi helbestvan Henaa Mîko re, diyar kir ku çawa ziman û wêneyên helbestî dibin wesîleya ji bo ji nû ve avakirina welat û nasnameyê û diteysîne, çawa hebûna jinan di nivîsandinê de qadeke hevpar a mirovahiyê ye.

Di Dîwana xwe ya dawî ya "Ez Ji derveyî Biharatên Welatê Xwe Tiştekî Qebûl Nakim" de, tu aîdiyetê wekî ezmûnek hest û estetîkî pêşkêş dikî. Tu rola ziman di veguheztina vê ezmûnê de çawa dibînî? Gelo di vê asoyê de mimkun e ku mirov behsa taybetmendiyek di nivîsandina jinan de bike?

Beriya her tiştî, ez hez nakim nivîsandinê bo etîketên wekî "nivîsandina jinan" an "nivîsandina zarokan" kurt bikim. Ji ber ku afirîneriya rastîn çavkaniya xwe ji hundirê mirov digre. Di helbestan de, ziman ne tenê amûrek ji bo îfadekirinê ye, hebûnek zindî ye ku hest, raman û xweşikiya hemûyan di heman demê de dihewîne û pêdivî bi rastbûn, serhildan û nazikiyê heye.

Bi riya vî zimanî, aîdiyet dibe ezmûnek pir qatî ku bi riya wêne, rîtm û ramanê tê avakirin. Ew ne tenê ramana aîdiyetê diyar dike, dihêle ku xwendevan wê bijî: bi riya bêhn, deng û rengên ku ew tîne bîra mirov û bi riya wê têla zirav a ku bîr, beden û cîh bi hev ve girêdide. Bi vî awayî, ziman dibe pirek di navbera cîhanên hundir û derve de, her wiha ezmûnê pîvana wê ya kûr a mirovî derdixe holê.

Gelo ezmûna jinekê ya hesta aydiyetê ji ezmûna giştî ya mirovan cudatir e? Ev cudahî, eger hebe, çawa di nivîsandina te ya helbestî de xuya dike?

Ezmûna jinê ji ezmûna mirovahî ya giştî nayê veqetandin, ew ji perspektîfek ku bi hûrguliyên rojane ve girêdayî ye tê jiyîn. Ji bo jinê, welat ne tenê wekî sembolek an ramanek e, wekî qadeke jiyanî xuya dike: di malê de, di têkiliyan de û di hesta ewlehiyê an nebûna ewlehiyê de pir zelal xuya dike.

Ji ber ku ev girêdana bi tiştên hestiyarî ve ye, ji bo wê têgihîştina wê ya ji bo welat karaktereke zindî derdixe pêş, ku ew dibe tiştek ku tê hîskirin û jiyankirin, ne tenê têgeheke zîhnî ye.

Di nivîsandinên xwe de, ez hewl didim vî aliyê hestyarî bi ramana rewşenbîrî re hevseng bikim, da ku aîdiyet ji hestek takekesî veguhere ezmûnek mirovî ya vekirî ji bo yên din.

Di nîqaşa xwe ya li ser nivîsandinê de, tu têgehên "derbasbûn" û "tijîbûnê" tînî ziman. Ev her du pîvan çawa di ezmûna we ya helbestî de çêdibin? Hûn dibînin ku ew bi awayê hebûna jinan di metnê de ve girêdayî ne?

Nivîsandina helbestan ezmûnek kesayetî ya pir kûr e; ji bo min, ew îfadeya muzîka ku di ruh de veşartî ye. Tiştê ku ez jê re dibêjim "derbasbûn", ev tevgera domdar di navbera cîhanên hundir û derve de ye, di navbera xwe û tiştên ku rastî li ser me ferz dike de ye. Hişmendiyek pêkhatî diafirîne ku şewqa xwe dide nivîsê.

Ji bo "tijîbûnê" jî, ew ji dijwariya ezmûna jiyanê bi hemû veguherînên wê ve tê, ku ev ezmûn vediguhere enerjiya îfadeyê ku rastî û kûrahiyê dide metna nivîse.

Hebûna jinan di helbestê de bi riya gotûbêjên rasterast nayê avakirin, di dengê wan ê hundirîn de tê xuyakirin: di awayê dîtina cîhanê de, di hesasiyeta li beramber hûrguliyan û di şiyana wan a veguherandina ezmûna kesane ji bo wateyek mirovî ya hevpar.

Helbestên te hûrgiliyên rojane û biçûk ku welat temsîl dike dihewînin. Tu van wêne û dîmenan çawa hildibjêrî? Çi dihêle ku ev hûrgiliyên biçûk bikaribin wateya aydiyetê di nav xwe de bihewînin?

Bijartina van wêneyan têkildar û girêdayî cih e. Welat di nivîsandina min de ne tenê bi sembolên xwe yên sereke, di heman demê de bi hûrguliyên biçûk ên ku em rojane dijîn jî xuya dike: bêhna nan, dengê cîranan, kêliyên li bendê mayîn û heta westandin jî.

Ev hûrgilî tevî hêsaniya xwe, bîranîn û wateyê hildigrin û di helbestê de ew vediguherin wêneyên bi hest barkirî. Ji bo min, welat ne ramanek mucerede e, ezmûnek e ku di beden û bîranînan tê jiyîn û di jiyana rojane de tê nivîsandin.

Ji ber pirrengiya rolên jinan, hesasiyeteke taybet li hember van hûrgiliyan bi dest dixin, ku ev yek dihêle ku ew cîhanê wekî yekeyeke bi hev ve girêdayî bibînin, ku tê de ya taybet bi ya giştî re tên ba hev û ya şexsî dibe îfadeya ezmûnek kolektîf.

Eger pêwîst bû ku tu ezmûna aydiyetê dema ku tu dijî bi awayekî helbestî kurteber bikî, ew çawa dikare di wêneyek an ramanek yekane de were kurteberkirin?

Ez wê di hev girêdana çar peyvan de kurteber dikim: evîn, estetîk, welat û jiyan. Evîn ew enerjî ye ku wateya her tiştî dide, estetîk ew şiyana dîtina wê ye, welat jî hesta ewlehî û aydiyetê ye, ne tenê cihek, di heman demê de jiyan ew çarçove ye ku van hemû ezmûnan bi hemû nakokiyên wan ve digre nav xwe.

Dema ku ev hêman li hev dicivin, aydiyet dibe ezmûnek zindî ku hem tê jiyîn û nivîsandin û helbest dibe qadeke vekirî ji bo lêgerîna berdewam a wateyê. Her wiha ji bo îfadekirina vê girêdana kûr a di navbera xwe û cîhanê de.