Helbestvan Narîn û xwe bawerbûna hunerê

Helbestvan Narîn Rûstem diyar kir ku hestê jinan herikbar û helbestiye ji lewra divê hîn zêdetir jinên helbestvan bi xwe bawer nêzî hunerê bibin.

Silêmanî - Ji Dayê Tewrêza Hewramî heya Dayê Xezana Serketî binhişiya huneriya ji rojhilat ber bi başur ve van jinên nimuneyî avakirine. Ew hewayê li hev anina hunera jiyanê li ser wê erdnîgariyê her geriyaye û xwe li jinên serdemên cuda alandiye. Helbestvan Narîn Rûstem jî li ser hema axan bi çîrokên wan jinên berjengê dayê girtine û ji hemû civakê re dayîktî kirine mezinbûye. Bêguman ilhama herikbariya peyîvên xwe yên ber bi helbestên watedar ve jî ji wan girtiye. 
‘Şêwaza herikbariya hestê jinan helbestiye’
Helbestvan Narîn di derbarê hestnazikiya jinan a diherike ber bi rêzikên helbestê ve wiha anî ziman: “Hestên jinan nazik û herikbarin, hunera jiyanê me ber bi helbestan ve dibe. Her jina hinek lêhurbûn bike û dest bide pênûsê wê şêwazek cuda yê helbestê binivîse. Divê em bi xwe binivîsin, ew tiştên ku dema em binivisîn û baweriya me pê were ew jî dibe ku helbestavnên cêwaztir derbikeve. Ev cêwaziye jî di demekê de diyar dibe. Dema em ser jiyana xwe bi nivîsin tiştek gelek baş wê derkeve holê.  Ji ber jiyana me hemuyan na şibin hev. Lê belê em bi detayên jiyanê yên din ve mijulîn û em jiyana kesên din nas dikin. Pêwîste di asta helbetsvaniyê de em bigihin asta herî jor. Di helbestên wêjeyiyên kilasîkên cîhanê de jî balê dikişînin ser qehir, ciwanî û mîmikên jinan. Ev jî baweriyê dide helbestvanên jin hîn zêdetir hêzê ji dîrokê bigirin û bi wê hêzê berhemên baş bi afirînin.”
Narîn ê destnîşan kir ku ew helbestvan li başur xwe tenê hîs dikin û wiha domand: “Li Başurê Kurdistanê qet piştgiriyek ji bo helbestvanan nîne. Bê guman niha jinên helbestvan di astek baş de nine, ji ber bi tiştên din ve mijulin. Bi navê helbestan hinek tiştên din şirove dikin ku, bi helbestan ve tu eleqeya xwe nîne. Ji ber helbest bi ciwaniyê ve gire dane, ew kirine nîşaneya ciwaniyê. Ciwaniya giyan û ceste dema digihin hev dibe rêzikên herî li hev hati yên helbestê, ji ber wê jî divê ciwaniya di helbestê de bê ravekirin baş bê nasîn.”
‘Helbest farifandin û ciwankariyê dixwaze’
Narîn ê xwenebaweriya helbestvanên jin jî rexne kir û got: “Jinên helbestvan xwe weke paşgoya niviskarên mêr dibine û nikarin bi awayek çalak xebatên xwe nişan bidin. Jin di hemu aliyan de ji mêrên dibêjin em helbestvanin baştirin, ji ber di aliyê ditinê de xwedi fikrên berfirene. Ji ber wê jî zêdetir dikarin ciwaniyê pênase bikin. Nizanim ji ber çi xwe bêdeng dikin û ev hemû helbestane dibin malê mêrên ku di bêjin em helbestvanin. Hewcedariya helbestan bi zimanek herikbar û pak heye, ji bo wê jî lêhurbûn û zimanê sade şerte. Ev jî herî zêde jin dikarin têde şarezabin, ji ber hestnazikî zêdetir jin dikare pênase bike. Îro naşibe sibê, ev jî di fikir de afiran kariyê dixwaze. Wiha nebe helbest balkêş nabe.”