Fîlma ‘Nameyên ji Şengalê’ êş û rizgarbûna Şengalê vedibêje

Çêker û Lîstokvana filma ‘Nameyên ji Şengalê’ nêrîna xwe ji bo filmê wiha tînin ziman: “Em dixwazin bi riya vê filîmê çîroka qirkirin û rizgarkirina Şengalê bi hev re bi bîr bînin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Filma bi navê ‘Nameyên ji Şengalê ku ji aliyê Produksiyona Nûjiyan ve hatiye çêkirin û derhêneriya wê ji aliyê Dersîm Zêrevan ve hatiye kirin, derdikeve pêşberî temaşevanan. Amadekariya filîmê ji 2018’an ve destpêkiriye û îro di dîroka rizgarkirina Şengalê di 13’ê Mijdarê de dê bê pêşandan. Filma Nameyên ji Şengalê him fikir, him drama, him jî belgefilîm di hundirê xwe dihewîne. Her wiha êş û azarên ku di Şengalê de hatiye jiyîn, rizgarvanên gelê Şengalê, şervanên azadiyê û dayikên ku hêviya serkeftinê di dilê xwe de dihewîne di filîmê de derdikeve pêşberî temaşevanan. Di rola heyî de şervanên azadiyê bi ruhê serkeftinê tevlî hemû pêngavên rizgarkirinê dibin û bi rizgarkirina Şengalê re hêviya gelê Êzîdî car din nûjen dikin. Film ji 6 beşan pêk tê û di her beşê de Nameyek xwiyanî dike.

Çeteyên DAIŞ’ê ku taritiyek ji bo tevahî cîhanê bû, taritiya xwe li Şengalê jî anî li ser gelê Êzîdî. Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî bajar û gundewarên Şengalê kirin û di encamê de bi hezaran gelê Şengalê hatin qetîlkirin, piraniya jinên Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û gelê ku karibû xwe li çiyayan girtin. Di van êrîşan de gelê Şengalê ji vê qirkirinê mîna Fermana 74’an pênase dikin. Qaşo hêzên PDK’ê bi salan li Şengalê di bin navê ewlehiya gelê Şengalê de berpirsiyar bûn ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de hemû baz dan û gelê qedîm bi serê xwe hiştin, lê 12 sûwariyên şervanên gelê azadîxwaz da ku gelê Şengalê ji qirkirin û fermanê xilas bike berê xwe dan axa pîroz û bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re gelê Şengalê karibû tama rizgarkirinê di 13’ê Mijdara 2015’an de bijîn. Têkildarî vê filmê Çêker û Lîstokvana sereke ya filîmê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

‘Çîroka Şengalê bi devê jinê hatiye gotin’

Endama Komîna Filîm a Rojava her wiha çêkera (Produksiyon) filîma Nameyên ji Şengalê, Safînaz Evdiko ya destnîşan kir ku ‘Nameyên ji Şengalê’ êşên ku li Şengalê hatiye jiyîn vedibêje, diyar kir ku armanca sereka ya kişandina vê filmê bi bi cîhanê danasîna çîroka gelê Şengalê bû û got; “Çiyayê Şengalê pir asî ye û bi salan xwedî lê nehatiye derketin. Di dîrokê de 74 ferman hatiye ser gelê Êzîdî. Şengal bi destê şervanên kurd hate rizgarkirin û ew derfet hebû ku em çîroka Şengalê bibêjin. Naverok bi xwe di navbera fikir, drama û belgefilîm de ye. Hinek dîmenên rastî di filîmê de hatiye bi kar anîn. Film ji 6 beşan pêk tê û di her beşê de Nameyek tê xwendin û di nava wê nameyê de çîrok û serpêhatiyên ku hatine jiyîn tê nîşan dan.”

‘Film wê di salvegera rizgarkirina Şengalê de bê pêşandan’

Safînaz Evdiko ya diyar kir ku film piştî tevlî mîhrîcana kurdî ya Londonê bûye wê di salvegera rizgarkirina Şengalê di 13’ê Mijdarê de li Rojavayê Kurdistanê bê pêşandan, da zanîn ku ev film bi dest û keda gelê Şengalê hatiye kişandin û lîstokvanên sereke yên filmê ji Şengalê ne.

Safînaz Evdiko bibîr xist ku wê filma ‘Nameyên ji Şengalê’ di salvegera rizgarkirina Şengalê ango 13’ê Mijdarê de li Qamişlo bê pêşandan û got; “Di demên pêş de li gelek bajarên cuda bê pêşandan. Em dixwazin çîroka qirkirin û rizgarkirinê bi hev re bi bîr bînin. Em naxwazin fermanê bîr bikin û em bi bîr bînin ku îro Şengal hatiye rizgarkirin, loma em şad bibin. Tu welatan civakek li hember 74 fermanan li ber xwe nedaye, lê gelê Şengalê di wê çiyayên zuha de li hember 74 fermanan li ber xwe dane. Em dixwazin bi hev re bi riya vê filîmê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz bikin.”

Di filmê de rizgarî, hêvî û azadî heye

Lîstokvana sereke ya filîmê Rozan Mistefa jî der barê rola xwe ya filmê de qal kir. Rozan Mistefa ya rola wê ya di vê filmê de şervan e, wiha got; “Di dema şerê Şengalê de ez wek şervanek beşdarî wê pêngavê bûbûm û me gelek zor, zehmetî û êş dîtin û piştî Şengal rizgar bû ez vegeriyam cihê xwe û piştî salan, dema em çûn ji bo ku em filîm bikişînin, min rêxistinbûna gel û xwe bi rê ve birinê dît, ev yek min pir kêfxweş kir.”

Rozan Mistefa lîstokvanên ku rol di filîmê de girtine wiha tîne ziman: “Min bi xwe rola sereke ya filîmê dileyîst û dervê min jî dayikek ji Şengal û şervanek bi navê Elî hebû. Rola me her sê yan jî ji hev cuda bû. Dayik di nameyê de rola dayikek ku hêvî, bawerî û azadkirina Şengalê heye, dileyîze. Rola min ya şervanek bû ku di destpêka şer, heta rizgarkirinê li Şengalê dimîne. Her wiha parastina gel dike û me xwest ked û rola wê şervanê nîşan bidin. Ew şervan tesîra wê gelek li ser gelê Şengalê hebû, ji ber destpêk heta rizgarkirinê li kêlek gel disekine. Rola Elî jî rêveberiya 12 sûwariyan bû û li çiyayan ji bo gelê Şengalê hatine. Ew 12 sûwarî ji bo gelê Şengalê bûn hêvî û hişt ku hêz bidin gel.”

‘Me xwest qêrîna dayikê di filîmê de deng bide’

Bi gotina “Her çîrok û gava fermanê dîrokek e” Rozan Mistefa diyar kir ku her senaroyek bi êş bû, lê ji bo wan dibû çavkaniya hêzek mezin, wiha got; “Ji bîra min naçe ku, yek ji ciwana Şengalê, dema ferman radibe, ew jî çek radike û 12 sûwariyan bandor dibe û dixwaze bi wan re li dijî çeteyan şer bike, lê ji tîna şehîd dikeve. Ev beş di filîmê de ji min re gelek giran hat. Hemû gelê Şengalê di wê fermanê de gelek êşên mezin jiyan e, ji bo wê giraniya filîmê heye û mirov her dixwast tiştek baş ji bo vê gelê bike û bighêne hemû cîhanê. Her çîrok û gava fermanê dîrokek e. Me xwest qêrîna wan dayikan û êşa Şengalê bi riya filîmê deng bide.”