Bi romana ‘Tîbûna Jinek’ balê dikşîne ser rewşa jinen gundewaran
Her çendî Ahlam Ebu Assaf, rêveberek teqawid be jî tercîh dike ku xwe weke nivîskarek bide nasîn. Ew nivîskara romanên bi navê “Koçberiya El-Avecîs”, “Roniyek li Çiyayên Enzir” û “Bilindbûna ber bi eşqê ve” ye.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Romana nivîskara Sûriyeyî Ahlam Ebu Assaf a bi navê “Tîbûna jinek”, rastiya jinên Ereb ên li gundewaran dijîn bi awayekî balkêş vedibêje. Di romanê de kevneşopiyên ku bi cih bûne, weke awayê şîdeta li dijî jinan di nava pergala malbatî û eşîrî de derdikevin pêşiya me. Jin weke helqeya herî qels di nava vê pergalê de tên dîtin.
Roman, bi vegotina xwe ya xwedî tecrubeya şexsî, nîşan dide ku jin çawa di nava pergaleke civakî de asê mane; çawa cihê wan hatiye tengirin û hebûn û biryarên wan weke ku mulkê malbatê bin tên dîtin.
Ahlam Ebu Assaf, di romana xwe de behs kevneşopiyên ku hişmendî û awayê jiyana jinan çawa bi teşe kirine dike. Di romanê de behsa astengkirina xweîfadekirina jinan, nedîtina rola wan û girtina di bin otorîteya mêr de tê kirin. Vê rewşa ku di romanê de weke “bêavî” hatiye binavkirin; dibe temsîla hesreta ku ji bo azadî, nasîn û edaletê tê kişandin lewre kevneşopî, beriya bedena jinan, wijdanê wan hedef digrin û awayekî şîdeta ku nayê dîtin diafirînin. Bi riya karekterên jin ên romanê, xwîner, dibînin zanîn, perwerde û xebat çawa dibin dengê jinan û veguherîne amûrên berxwedanê ku bi saya wan dikarin çarenûsa xwe tayîn bikin.
Rola jinan a di wêjeyê û şikandina çerxên zulma civakê de
Ahlam Ebu Assaf, diyar kir ku gelek jinên nivîskar, zulma civakî, fizîkî û derûnî ya ku li jinan tê kirin bi nivîsên xwe vedibêjin û rastiyê bi cesaret radighînin û got ku di van berheman de ne tenê zulma civakê û zagonan, zextên ku jin ji bo xwe bidin pejirandin dibînin jî tê destgirtin.
Ahlam Ebu Assaf bal kişand ku nivîsên jinan, îmgeyên jinan ên qalibgirtî yên bi wêjeya mêran tên ferzkirin vediguherînin û got ku di wan berheman de jin êdî qels an jî fîgurek ku ji rê derdixe nîn in, dijberî wê, weke kirdeyek ku pêşeroja xwe ava dike di wêjeyê de cih digrin.

Cudahiya di navbera wêjeya jinên Ereb û wejeya Rojava de
Li gorî nivîskar, cudahiyên bingehîn di navbera jinên Ereb û femînîstên Rojava de hene û ev cudahî ne ji ber jinan, ji ber zextên çandî û civakî çêdibin. Wêjeya jinên Ereb; berxwedana li dijî pergalên civakî, şîdeta bi gotin û fizîkî, vederkirin û zagonên bê edalet ên ku mafên jinan nas nakin digre dest. Gelek caran, di bin astengiyên civakî de mijarên hesas tîne ziman lê wêjeya femînîst a Rojava, jinan weke kirdeya civakê pêşkêş dike; azadiya bedenî û zayendî bi awayekî vekirîtir digre dest û xwedî qadeke fireh a azadiya xweîfadekirinê ye. Her wiha ji ber tecrube, ger û derbaskirina rolên jinan ên di nava malê de bihêzkirina jinan digre dest.
Jinên di bin dorpêça zulma civakî û siyasî de
Li gorî Ahlam Ebu Assaf zulma li dijî jinan, perçeyek ji pergala siyasî û civakî ya ku bûne yek e. Tabûyên kevin hem jinan hem jî mêran diçewisînin; lê mêrê ku ji aliyê civakê ve zextê dibîne, gelek caran zexta ku dibîne li hemberî jinan bi kar tîne û ev jî dibe sedem ku jin ji du aliyan ve zulmê bibîne.
Nivîskar, balê dikşîne ku otorîteya bav a baviksalar, awayekî zulmê ye, çareseriya vê jî bi hişmendiya jinan a di warê mafên xwe de ye. Her wiha diyar dike ku azadbûna jinan, azadbûna civakê ye lewre jineke xwedî hişmendî û rol, civakeke adil ava dike. Assaf diyar dike ku tecrubeya wê ya jiyanê teşe didin nivîsên wê û wiha dibêje: “Nivîskar nikare bi tevahî ji tecrubeya xwe veqete. Bi taybetî ji ber ku jin di nava qadeke sînorkirî de dijî, tecrubeya wê ya şexsî di nivîsan de xwe dide der. Ji ber vê tecrubeya şexsî bingeha jidilbûna romanê ye.”
Ahlam Ebu Assaf dibêje ku li romana “Tîbûna jinek” şopên jiyana xwe zêde kiriye; bi taybetî behsa pêvajoya perwerdeyê ku tekane riya ku mirov di warê aborî de serbixwe bibe û rûmeta xwe biparêze kiriye. Her wiha diyar kir ku wê sehneyên hestiyar û mehrem bi zanîn nivîsandiye lewre dema ku jin ji aliyê hestiyarî ve were îhmalkirin, di warê derûnî de dikare tune bibe û got: “Jin bi hestên xwe dinivîsînin, mêr zêdetir bi aqilê xwe dinivîsînin ji ber vê romanên jinan kûrtir û bi bandortir in.”

Zoriyên jiyana li gundewaran
Ehlam El Assaf wiha domand: “Dema ku nivîskar binivîsîne nabe jiyana rojane ya jinên li gundewaran dijîn, zoriyên ku dikşînin nebîe. Xeyalên herî biçûk ên jinên li gundewaran, dibin sedema şer. Ligel astengiyên civakî barê giran ê jiyanê zêde ne. Mînak beşdariya konferansek li bajar jî weke ‘luksek ku nayê pejirandin” tê dîtin. Dema jinên gundewaran tu carî aydê wan nîn e. Bi karên malê, xwedîkirina zarokan, karên nava zeviyan û xizmeta ajalan derbas dibe. Van peywiran li gorî civakê şert in û xebatên şexsî, çandî yan jî perwerdeyî weke “îhmal” tên dîtin. Ji ber vê dema ku jinek biryar dide tevlî çalakiyek li bajar bibe, rastî pirsên; “Dê kî vî karî bike?” “Tu çima diçî?” “Çi feydeya wê heye?” tê. Daxwaza wan a hînbûnê ne weke mafek, weke luksek tê dîtin. Van zoriyên çûnhatinê, riyên dirêj û gelek caran ji ber pêdiviya bi mêrek astengî çêdibin. Jinên li gundewaran, gelek caran bi nêrînên ku xeyalên wan biçûk dibînin tên dorpêçkirin. Lêgerîna çandî weke “eletewş” an jî “ne pêwist” tê dîtin. Wekî ku sînorê erdnîgariyê ji bo zanînê hebe.”
Li gorî Ahlam Ebu Assaf, ev nêzikahî, ji ber ku tenê ji jinan re bêdengî û xebat rewa tê dîtin çêdibe û ev yek jî asta zulma ku jin dibînin nîşan dide.
Ahlam Ebû Assaf dide zanîn ku van zoriyan hemû, dibin sedem ku jinên gundewaran ji bo binivîsînin û xwe bi pêş bixin divê berxwedanek mezin raber bikin lewre bi zextên rojane yên ku tu kes nabîne lê ew her roj bi tenê serê xwe dibîne re rûbirû dimîne di her gava ku ber bi bajar, zanîn û azadiyê ve davêje de.
Nivîskar ji tecrubeya xwe ya şexsî mînakan dide diyar dike ku piştî hevberdanê, mafên xwe yên zagonî negirtiye, ji bo ku mîrasa bavê keça xwe bişopîne pêdivî bi mêrek ku pê re refaqet bike dîtiye. Ev pêkanîn nîşan didin ku jin di mijarên jiyanî de jî nayên dîtin.

Weke rêbaza guherînê wêje
Her çendî wêjeya jinan gelek caran weke “wêjeya femînîst” were binavkirin jî Ahlam Ebû Assaf ji vê pênaseyê hez nake. Li gorî wê ev binavkirin, nivîsê di nava mijareke jinan a teng de heps dike. Assaf, wêjeya jinan; nivîseke ku ji nava civakê tê nivîsandin, bandorên fikrên baviksalar û kevneşopiyê yên li ser têkiliyên jin û mêr eşkere dike pênase dike.
Ehlam Ebû Assaf balê dikşîne ku divê wêjeya jinan tenê bi ragihandina rastiyê bi sînor nemîne, rê li guherînê veke û wiha dibêje: “Nivîskarek bi aqil, rasterast fikrên xwe bêyî ku şîret bike, bi riya karekterên romanê bi xwîner dide zanîn. Ev rêbaz, wêjeyê vediguherîne qada bandora civakî dibe sedem ku bandoreke mezintir çêbike.”
Ahlam Ebu Assaf, dibêje ku jinên nivîskar her çendî xwedî çand bin jî di “odeyên mêvanan” ên di navenda mekanîzmayên biryarên civakî de û di meclîsên bi bandor de bi fiîlî cih nagirin; nêrîna jinan hê jî bi awayekî berfireh nayê nasîn û wiha didomîne: “Tevî vê jî jinên Ereb ên nivîskar bi cesaret dinivîsînin, kesên weke Ahlem Mosteghanemî di vî warî de mînakên pir baş in.”

Ahlam Ebu Assaf, di dawiyê de got ku nivîsandin ne tenê xebateke afrîner, îfadeya têkoşîna rojane ya li dijî şîdeta civakî tê dayîn e û tê wateya azadiyê û wiha dibêje: “Romana “Tîbûna jinek” hişkbûna kevneşopiyên li gundewaran deşîfre dike; belgeyeke wêjeyî ya ku jinan berxwedêr, hilberîner û avakar nîşan dide ye.”
Nivîskar di navbera tîbûna azadiyê û têkoşîna ji bo rastiyê de ji tunebûnê hebûnê diafirîne, rê çiqas dûr, astengî çiqas zêde bin jî wêjeyê vediguherîne merheleya guherîna civakî.