Di serdema zekaya çêkirî de afrîneriya mirov an hilberîna bê ruh?

Bi belavbûna zekaya çêkirî û sîrayeta nava qada hunerê re, li ser pêşeroja afrîneriya mirov her diçe pirs zêdetir dibin. Gelo dê algorîtma cihê hunerê bigrin? Li pêşiya çand û hunerê gef û derfetên çawa hene? Hunermend ji bo vê çi dibêjin?

SENYA MORADÎ

Sine – Di serdema niha de zekaya çêkirî, di warê bazarkirin û gelek naverokan de pir tê bikaranîn. Lezgînî, hilberîna herdemî û bihayê kêm, yek ji sedemên herî girîng ên baldariya ji bo zekaya çêkirî ne. Di vê serdemê de ev pirs zêde dibe: Gelo ev meyldarî tê wateya guherandina hunera rastîn bi algorîtmayan?

Encamên muhtemel ên vê çi ne û ev encam dê bandoreke çawa li ser huner, hunermend û saziyên çand û hunerê bike?

Gelo qey ked û dema ku ji bo afirandina berhemeke hunerê bi saet an jî bi rojan tê dayîn divê weke hewldaneke vala û bêwate were dîtin? Gelo qey divê hunermend dest ji disîplîna xwe ya afrîner berde û zekaya çêkirî weke reqîbek bibîne? An ev nêrîn, muqayesekirineke şaş e û hê jî rewşeke “hêjahiya zêr, hostayê zêr dizane” heye. Gelo dê hunera ku bi ruh û cewherê mirov hatiye afirandin, cihê xwe biparêze û bi hilberîna bazirganî û bê ruh re neyê muqayesekirin?

Me di vê mijarê de bi pispora grafîkê û hunermenda ku di qadên hunerê de çalak e Elham Cihanara re hevdîtin kir. Elham Cihanara dema ku behsa rêwîtiya xwe ya hunerê dike wiha dibêje: “Şeş sal in, di qadên vîtray, akrîlîk, çap, mînecîtî, îllustrasyon û dîzaynkirina pirtûkan û warên din de dixebitim. Di demên dawî de min dest avêt cîhana hunera dîjîtal û di dîzaynkirina logo û hilberîna anîmasyonê de bûm xwedî tecrube. Heta niha min pêşangehek komî li dar xistiye û min îllsustrasyona pirtûkeke zarokan girt ser xwe.”

Teyisîna çand huner û fikarên mirov

Elham Cihanara nêrîna xwe ya li ser xwezaya hunerê wiha pênase dike: “Ji bo min huner tenê afirandina xweşikiyê nîn e, di heman demê de rêbaza îfadekirina têgehên kûr ên çandî û civakî ye. Min her dem hewl da pirsgirêkên jinan, pirsgirêkên di nava civakê de, nasname, mijarên weke dîroka Kurdan û çanda wan bi jidilî û rexneyî bi riya wêneyan xêz bikim. Hêjahiya rastîn a hunerê, hilberîna bi lez an jî efektê dîtbarî nîn in; kûrbûna nêrîna hunermend û bandora ku li ser temaşevanan çêdike ye.”

Zekaya çêkirî navgîneke nû ya afrînerî yan gef e?

Niha di roja me de pirsa herî girîng, rola zekaya çêkirî ye. Elham Cihanara di ve mijarê de ve hişyariyê dike: “Divê em nêrîneke bi mantiq û adil bipejirînin ku zekaya çêkirî, dema ku bikeve cihê afrîneriya mirov, dibe ku derbeyên ku neyên çareserkirin li hunerê bide. Gelek berhemên bi zekaya çêkirî hatine avakirin, teqlîda stîlên heyî ne û ev yek kesayet û nêrîna hunermend qels dike. Ev pêvajo dibe ku demek dirêj, xweseriya hunerî bixe ber lêpirsînê.”

Elham Cihanara ji aliyê çandî û civakî ve jî bi fikar e û wiha didomîne: “Bikaranîna şaş a vê teknolojiyê, dibe ku hêjahiya berhema wêjeyî kêm bike, kûrbûna çandî tune bike û hunerhez û temaşevan bi berhemên ku di rû de weke bandorê çêbikin xuya bikin lê bêruh, ji hestên mirov û peyama civakî bêpar re rûbirû bihêle. Mînak di demên dawî de anîmasyonên ku di medyaya civakî de popular in, dibe ku ji aliyê dîtbarî ve kêfxweşiyê bidin lê di nava xwe de fikarên mezin dihewînin. Gelek ji van berheman, jinan weke objeya serfkirinê û amûr biçûk dixin, têkiliyên di rû de û tevgerên ji derveyî etîkê normal dikin. Di encamê de nirxên mirovan berevajî dikin û baweriya civakî qels dikin. Tişta bi xeter ew e ku civak bi demê re hestiyariya xwe ya ji van nirxan re winda bike.”

Gefê li nirxên çandî û etîk dixwin

Ji aliyê aborî ve jî vê teknolojiyê, bi qasî ku derfetan çêdike, bi xeter e jî. Ji aliyekî ve amûrên lezgîn û erzan derfetê didin ku zêdetir kes tevlî pêvajoyên afrîneriyê bibin û ev yek maliyeta hilberînê pir kêm dike. Li aliyê din, ev avantaj dibe ku cîhana kar a hunermendên profesyonel bigre bin zextê lewre gelek muşterî, li cihê xebata bi hunermendan re, dib ku ji bo hilberîna ku maliyeta wê kêm e, amûrên zekaya çêkirî tercîh bikin.

Elham Cihanara di vê mijarê de fikarên xwe wiha tîne ziman: “Dema ku mijar temaşevanên zarok û ciwanên nûgihîştî bin, pirsgirêk wê demê mezin dibe lewre nasnameyên wan ên civakî û etîk teşe digrin. Berhemên wiha ne tenê gefê li nirxên çandî û etîk dixwin, di heman demê de ji aliyê qelîteya hunerî û standardên profesyonel ve jî ji berhemên bi hest û aqilê mirovan hatine çêkirin dûr dimîne.”

Huner mîrasa ku divê ji bo teknolojiyê neyê qurbankirin e

Îro tişta pêdiviya me pê heye, zanebûna civakê û sekna hunermedan a şiyar û zana ye. Bêfikariya li hemberî vê pêlê, tê wateya nedîtina bandorên wê yên li ser nifşên pêşerojê. Nirxa hunerê, di peyama wê ya ku ji xweserî, nêrîna mirov û çandê diafire de ye. Çiqas bi pêş bikeve jî tu teknolojî nikare vê yekê biafirîne.