Di Festîvala Yekta Herekol de şanogerên jin peyama wekheviyê dan

Şanogerên jin ên ku di Festîvala Yekta Herekol a Qamişloyê de derketin ser dikê, bi lîstikên ku pêşkeş kirin têkildarî wekheviya zayendî ya civakî peyam dan.

Qamişlo – Festîvala Yekta Herekol a ku li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Şano îfadeya mozaîka gel e” tê lidarxistin, di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike. Di festîvala ku bi hevkariya Saziya Çand û Hunerê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Komuna Şanoya Rojava û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê hat lidarxistin de dê 11 lîstiken şanoyê bên pêşandan. Her wiha lîstiken şanoyê dê li ser înternetê jî bên weşandin.

Di roja yekemîn a festîvalê de, şanoya "Stone" ku behsa civaka Raneem û berjewendiyên takekesî dike, hat pêşkêşkirin. Lîstika şanoyê "Konteyner" jî ji ber koma şanoyê nikaribû ji Helebê were, hat betalkirin. Her wiha di festîvalê de koma şanoyê ya ji Kobanê hat jî lîstika “Koçberiya Qaqlîbaz” pêşkeş kir.

Bi lîstika Koçberiya Qaqlîbaz balê dikşînin li ser diyardeya koçberiyê

Endama Şanoya Şehîd Yekta Nevîan Muhammed Mûslim ku bi lîstika “Koçberiya Qaqlîbaz” ji Kobanê tevlî festîvalê bû, behsa mijara lîstikê kir. Nevîan Muhammed Muslim diyar kir ku di lîstikê de zehmetiyên koçberên di dema koçberiya ji parêzgehan ber bi sirgûnê ve rû bi rû mane tê vegotin û wiha got: “Ez rola jineke ducanî ku ji bo xwe rizgar bike biryar da welatê xwe biterikîne dilîzim. Armanca me ya lîstikê ew e ku em diyardeya koçberiyê ji civakê re vebêjin. Di dawiya lîstikê de hemû karakter dimrin, wek kesên di riya koçberiyê de jiyana xwe ji dest didin."

Bi lîstikê peyama wekheviya zayendî tê dayîn

Yek ji lîstikvana şanoyê Perwa Kanaan, da zanîn ku ew di lîstikê de rola jineke ku dixwaze bibe derhênereke fîlmek bijarte dilîze û diyar kir ku di lîstikê de jin tevî zextên civakî jî dest ji meşa ber bi xeyalên xwe ve bernadin. Perwa Knaan wiha got:

“Ez dixwazim bi rola xwe ya di lîstikê de peyamek bidim civakê. Dixwazim wê peyamê bidim ku jin di hemû qadên jiyanê de xwedî jêhatîbûnê ne û dikarin bi gelek zehmetiyan re derkevin serî. Armanca me guhertina feraseta mêr û misogerkirina wekheviya zayendî ye. Em ciwan bingeha civakê ne. Divê ji bo kêmkirina diyardeya koçberiyê ya ku pêşketina civaka me asteng dike em têbikoşin û li ber xwe bidin.”