“Dema xêz nekim hîs dikim ku tiştek kêm maye”

Her mirov êş û azarên xwe yên jiyanî bi rengekî din dide der. Şêwekar Şêrîn Xelef a hê zarok bûye dayika xwe winda kiriye jî êşa ku kişandiye bi riya xêzkirinê nîşan dide.

NECAH MEÎŞ
Hesekê – Şêwekar bi riya xêzkirina wêneyan, dikarin hestên xwe bi civakê re parve bikin. Şêrîn Xelef a ku ji hezkirin û hembêza dayika xwe bêpar mabû, hemû êşên ku jiyane û bêdengiya xwe bi xêzkirina wêneyan dide der. Şêrîn Xelef 39 salî ye û dayika 3 zarokan e. Piştî ku di sala 2004'an de dizewice ji ber kêmderfetiyan dûrî şêwekariyê dikeve.
Şêrîn Xelef ji sala 2018'an ve, di Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê de cih digre. Piştî ku 15 salan dûrî xêzkirinê ket, dîsa di sala 2019'an de li pîşeya xwe vegeriya. Hemû wêneyên xwe bi pênûsa risas û fehmê xêz dike, her wiha hewl dide ku di demên pêş de pêşangeheke taybet bi xwe veke.  
'Di nava kaxizan de min bêdengiya xwe vedişart'
Ji ber ku Şêrînê nedixwest êşa xwe ji kesekî re vebêje, hemû bêdengiya xwe bi riya xêzkirina wêneyan nîşan dida. Şêrîn Xelef tenêtiya ku bi çûyîna dayika xwe hîs dikir wiha anî ziman: "Gelekî biçûk bûm dema dayika min çû rehmetê, bê dayikbûn êşeke gelekî mezin e. Heya niha ev êş di dilê min de ye. Dema ku min dayika meta xwe û keça wê yan dayika hevalek xwe didît ku porê wan çêdike, gelek aciz dibûm û min ji xwe re digot 'Niha dayika min sax bûya wê keziyên min çêbikira'. Rast e xwişka min a mezin porê min şeh dikir lê ne weke dayikê ye. Êşa ku min di zaroktî de dît û kêmaniya ku min dît, bû sedem ku ez hêza xwe di şêwekariyê de bibînim. Dema ez diketim tengasiyê min berê xwe dida kaxiz û pênûsê û min bêdengiya xwe di nava pelan de vedişart. Her dema ku min wêneyek çêdikir, digot qey min cîhanek ava kiriye û hemû êşa xwe ji bîr dikir."
'Xurtbûna min di şêwekariyê de ye'
Di pêşenghên dibistanan de bala wê diçe ser xweşikiya wêneyên ku xêz dike. Şêrîn Xelef wiha qala wê pêvajoyê kir: "Ez tevli pêşangehên dibistanan dibûm û her ku mezin dibûm karê min îsbat dikir ku xurtbûna min di şêwekariyê de ye. Ji pola 7'an ber bi jor ve min dest bi xêzkirinê kir û bi rengekî pir xweşik min xêz kirin. Heya di dibistanan de jî di wênexêzkirinê de diketim pileya yekemîn. Hemû wêneyên min li ser jinê ne, carekê min dixwest li ser hezan wêneyekî çêkim. Wê demê bi xêzkiriya du daran min ew hezkirin derxist, ji ber ku ez naxwazim rengê mêr di nava wêneyên min de cih bigre."
'Divê min şêwekarî wekî heval bi xwe re mezin bikira'
Piştî ku Şêrînê di sala 2004'an de dizewice 15 salan dûrî şêwekariyê dikeve. Şêrînê bi lêv kir ku li gel hemû zehemtiyan jî hezkirina xwe ya wênesaziyê ji bîr nekir û wiha pêde çu: "Dema ez bûm dayik, min hemû hêza xwe da xwedîkirina zarokan. Min hezkirina wênesaziyê ji bîr nekir lê min digot ew tiştê min nedît ez ê van zarokan pê xwedî bikim. Bes kêmaniya min û ew hevala ku di biçûkanî de bi min re bû, min ew dan aliyekî. Ez vêya şaştiyek gelekî mezin dibînim. Divê min şêwekarî jî wekî heval bi xwe re mezin bikira û min hê zêdetir xwe pêş bixista. Piştî 15 salan min xwest dîsa rahejim pênûsa xwe bê ka ez hîn zanim, an na gelekî xweşik derket. Hemû hevalên min, ez rexne kirim. Her ji min re digotin 'Tu zalim î heger di wan 15 salan de te wisa berdewam bikira dê niha pêşangehên te yên taybet hebûna.' Wê demê min 3-4 wêne xêz kirin."
'Herî zêde xêzkirina sê alî diecibînim'
Şêrîn Xelef hewl dide di pêşerojê de cihekî xêzkirinê ji xwe re veke û wiha dibêje: "Di demên pêş de ez dixwazim hîn bêhtir wênexêziya xwe bi pêş bixim. Herî zêde meyla min li ser xêzkirina sê alî ye. Erê ez ji rengan gelekî hez dikim lê ji ber tariya ku min di jiyana xwe de dît, ez bi xêzkirina bi fehmê û pênûsa risas bêtir hêza xwe dibînim. Her wiha ez hewl didim di demên pêş de pêşangehek vekim. Niha hinekî meyla min li ser xwendina pirtûkan jî çêbûye."