‘Civaka ku çanda xwe winda bike dê tune bibe’

Jina Êzidî Tirko Şeref Reşo diyar dike ku bê çandî tunebûn e û ji gelê Êzidî dixwaze ku çanda xwe ji bîr neke ger çanda mirov nemîne tu tişt namîne û ji her alî ve mirov tune dibe.

GULÎSTAN EZÎZ

Şengal – Ger te biryar da û ketî rê tu rastî gelek çîrokan tê. Hinek rûyê te didin kenandin, hinek jî êşê dixin dilê te. Vêca dema mekan dibe Şengal ev hest zêdetir te dorpêç dikin. Her tişt ji kûr ve tên jiyîn. Piştî fermanê, piştî ewqas êşên ku niha tu nikarî tarîfek ji wan re bibînî, jinên Êzidî bûn rûyê berxwedanê. Êdî li her derê xuya dikin. Li hemberî hewldanên tunekirinê ew dibêjin, “em hene, li vê derê ne.

‘Min xwest ji bo gelê me yê Êzidî karekî baş bikim’

Vê carê em li Sinûnê, li ba Tirko Şeref Reşo ya ku ji gundê Borik e û ji eşîra Feqîra ye ne. Ew dayîka 5 zarokên delal e û di heman demê de xwediya dikana dirûtinê ya cilên Êzidiyan e. Dibêje: “Ez ji karê xwe gelek hez dikim û heta bikaribim ez ê berdewam bim.”

Tirko bi xwe bi xwe fêrî dirutinê bûye hê dema ciwan bûye. Pazde bist sal in vî karî dike. Gelek xeyat hene ku vî karî dikin lê ferqa Tirko ew e ku tenê cilên spî yên Êzidiyan didirû. Ji bo pirsa te çima ev kar hilbijart dibêje: “Min dît cilê me yê Êzidiyan gelek  kêm bûne. Min jî got, ez ê karekî bikim ku ji bo gelê me pir baş be. Wisa min û hevalê xwe dest bi çêkirina cilên me yên folklorî kir. Armanca me ew e ku em van cilan di nava Êzidiyên me de zêde bikin. Bi xêra Xwedê em ji bin rabûn.”

Êzidî cilên spî di cejnên xwe de li xwe dikin

Tirko Şeref Reşo ji vî karî pir hez dike. Bi demê re folklora Êzidiyan û modern xistiye nava hev û cilên curbecur çêdike. Der barê cilên berê de jî agahî dide me û dibêje: “Cudahî di navbera cilên berê û yên niha de heye. Berê qutik û bersîng bûn, dîsa şarika reş li serê wan bû. Dema bûk dianîn bi kofiya sor bûn. Piştî ku zaroka wê bûkê çêdibû, kofiya sor datanî, ya spî dida serê xwe. Her eşîret cilê xwe yê taybet hebû, adet û teqalîd ji hev cuda dibûn.”

Spî di Êzidayetiyê de pîroz tê dîtin. Li gorî bahskirina Tirko dema zarokên wan çêdibin cilên spî li  wan dikin, dema mezin dibin û dizewicin her dem spî li x we dikin. Ger yek ji wan emrê Xwedê bike dîsa cilên spî lêdikin.

Niha piçûk mezin piraniya xelkê Êzidî di cejn û rojên taybet de weke cumayên Şêx Hadî, Şerfedîn, Şêbilqasim û hwd. de cilên spî li xwe dikin. Di erefeya cejna Çarşema Serê Nîsanê de eleqeyek mezin ji bo dikana Tirko û cilên spî heye.

Ji bo her temen û her kesê cil hene

Tirko Şeref Reşo ji bo cilên di dikana xwe de dibêje: “Di dikana me de ji bo zarokan heta pîreke 70 salî cilên me yên folklorî hene. Hem ji bo keçikan hem jî ji bo kurikan in. Em dikarin ji wan re bidirûn jî.”

Berê Tirko û hevala wê bi dest hemû cil didirûtin. Niha makîne jî kirîne lê dev ji dirûtina dest jî bernedane. Tirko behsa zahmetiyên dirûtina cilên bi dest dike û dibêje: “Karê dest pir zehmettir e. Wext jê re lazim e. Dîsa zanîn jê re lazim e. Çav di ber de diêşin. Dîsa nexşên bi dest cuda ne.”
“Hêviya Xwedê.” Êzidî vê peyvê pir bi kar tînin. Tirko jî bi kedeke mezin ev kar aniye astekê lê heviya xwe ji Xwedê jî qut nake û dibêje: “Ger bibûya me dixwest karê xwe mezintir bikira. Ger heta niha kesek alîkariya me nekiribe ev ciyê gazinê ye. Di hemû Iraqê de em yekem kes in ku bi navê çanda Êzidxanê dikanê vedikin. Lê heta niha kesek alîkarî nedaye me. Ev dikan dikana hemû Êzidiyan e.”

Her eşîrek xwediyê cilên cuda ye li Şengalê. Tirko ji me re yek yek bahsa cilan dike: “Ger şalik bê gupik bin jê re dibêjin şalikê Feqîran e ger bi gupik bin jê re dibêjin şalikê Ciwanan. Tûrik yan jî cuhar. Berê şivanan xwarina xwe dixistinê û dikirin milê xwe. Dîsa ji bo beratan jî tê bikaranîn.”

Dîsa di vê dikanê de boxçik hene bi fîgurên taybet ên Êzidiyan hatine nexşandin. Boxçik ji bo her maleke Êzidiyan nebe nabe ye. Ji ber Êzidî beratên xwe dixin nava van boxçikan. Berat an jî tuberk heman tişt in ku Êzidî axa pîroz a Laleşê dixin nava paçan û li ser dixwînin. Her beratek bi navê qubeyek e û wateya wê jî cuda ye.

Tifal hene, taybet in ji bo qewalan. Dema qewal tên xwarina wan li ser vê tifalê tê danîn, da ku xêr bên wê malê. Kîskê tutinê, destikên xwarînê, kîsikên pere, kumên ku ji hiriya mêşinan çêdikin...

Heta ji min were ez ê her dem karê xwe berdewam bikim”

Tirko Şeref Reşo diyar dike ku ew ê karê xwe berdewam bşje lê daxwaz û hêviya wê ji gelê Êzidî ew e ku adet û teqalîdên xwe ji bîr neke. Dibêje: “Heke em wan winda bikin, em ê tune bibin. Hebûna me bi adet û teqalîdên me ye. Cejna Çarşema Nîsanê li hemû Êzidiyan pîroz be. Tawisê Melek bike cejna xêr û xweşiyê.”