Cemîla û Hediya çanda xwe bi rêsandina hiriyê û badana teşiyê diparêzin

Her çandek xwedî dîrokeke dewlemend e, bikaranîna teşî û şehê hiriyê jî dîroka wê digihîje dema neolotîkê û yek ji berhemên jinan e. Cemîla û rêhevala wê Hediya çanda xwe bi rêsandina hiriyê û badana teşiyê diparêzin.

 
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Teşî û şehê hiriyê çandeke kevnar e beriya hezarê salan bi destên jinan hatiye afirandin. Bi pêşketina teknîkê re ev alavên dîrokî hatin paşguhkirin lê dîsa dayik ji parastina wê dixebitin. Jinên Kurd ên Bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi armanca zindîkirina çandê û ji bo pêşî li ber nexweşiyan bigrin teşî û şehê hiriyê bi kar tînin. Dayik ji berhemên destên xwe doşekan, balîf, mehvîr û gelek pêdiviyên jiyanê li ber stranên gelerî û çîrokên kevnar çêdikin. Dayika Cemîla Îsa û rêhevala wê Hediya Mihemed bi hev re vê çandê diparêzin û rojên xwe yên berê bi hev re parve dikin.
Karê şehê hiriyê pê hiriyê şeh û paqij dikin berî li teşiyê birêsin. Têkidarî danasîna vê çandê û rêbazên bikaranîna wê dayika Cemîla Îsa û rêhevala wê Hediya Mihemed ji me re axivîn. 
Bikaranîna hiriyê
Cemîla Îsa (60) dayika 7 zarokan ji taxa Miftî ya bajarê Hesekê- Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye ji me re wiha behsa girîngiya hiriyê û bikaranîna wê kir: “Ji hiriyê gelek pêdiviyên jiyanê weke doşek, lihêf, balîf, mehvîr, cil û berg  tên çêkirin. Despêkê em hiriya pez tînin û baş dişûn, piştî zuha dibe bi şeyê hiriyê xweşik şeh û paqij dikin paşê em didin ser teşiyê. Berhemên jê derdikevin nerm in û ji bo tenduristiya mirovan pir baş in.”
Girêdana jinan û çandê
Parastina çanda kevnar yek ji taybetmendiya jinên Kurd e ji ber di zindîkirina vê çandê de jin vedigerin dîroka dapîr û dayikên xwe. Têkildarî vê yekê Cemîla wiha pêde çû: ”Em ji dayika xwe hînî vî karî bûn, ev şehê hiriyê yê dayika min bû, her dema ku ez bi kar tînim dayika min tê bîra min. Dayika min pir bi xwestek ev mîras parast û ji min re jî hişt. Di dema niha de nifşên nû nizanin amûrên dîrokî bi kar bînin fêrî tiştên hazir bûne lê ev yek bandorek neyînî li ser civakê çêdike, nabe ku her tim çavên mirovan li tiştên hazir be, keda destan ji her tiştî baştir û bi nirxtir e. Ez û hevala xwe Hediya em têne gel hev dimînin ew teşiyê dirêse û ez jî hiriyê hazir dikim, di ber re em behsa karên berê dikin û zarokên me jî li me guhdar dikin. Li ber stranên kevnar em karê xwe dikin û yên me dibînin eşqa çandê di dilê wan de zindî dibe.” 
Bikaranîna hiriyê ji bo tenduristiyê pir baş e
Hediya Mihemed (58) dayika 5 zarokan li gel rêheval xwe Cemîla teşiyê dirêse behsa erêniya sûda bikaranîna hiriyê dike û wiha dibêjê: “Cemîla hiriyê şeh dike, ez jî dirêsim em her dem bi hev re kar dikin. Em jê cil û bergan, doşekan û hemû pêwîstiyên mala xwe çêdikin. Kesên nexweşî bi wan re hebe bijîşik ji wan re dibêjin li ser doşekên hiriyê razên. Niha her tişt bûye hazir in loma nexweşî jî pir bûne. Berê nexweşî kêm bûn ji ber tiştên bi destan tên çêkirin bi sûd bûn. Heya roja îro jî doşek, mehvîr, balîf û cilan me bi destên xwe çêkirine hê ligel min in û wan em bi kar tînin. Civaka ku tiştên xwezayî tê de li pêş be ew civak xwedî li dîroka xwe derdikeve û civakek dûrî nexweşiyan e. Em bang li tevahî jinan dikin ku xwe nespêrin karê hazir li çanda dapîr û dayikên xwe xwedî derkevin  civaka xwe ji nexweşiyan xelas bikin.”