“Bila moral û helwesta we ya zanistî rûmeta we be”

Nivîskar Lamiya El-Xelûfî ya bi çîrokên ku dinivîsîne balê dikşîne ser rewşa jinan a ji ber paşverûtiyên civakî dibêje: “Divê tabûyên li ser azadiya jinan werin şikandin lewre tabûyên ku jinan dorpêç kirine, dibin astengî, wan ji aliyê rewşenbîrî ve qels dihêlin û azadiya wan sînordar dikin.”

HENAN HARIT
Mexrib- Di van salên dawî de, nifşek nû ya nivîskarên jin derketiye holê, di nav wan de yên ku dikaribûn kûrahiya çîrokê bikolin ji bo pirsgirêkên xwe, têkiliya bi yên din re, desthilatdariya mêr û civakê di danûstandina bi bedena jinan re pêşkêş bike û di heman demê de gelek tabûyan ku li hemberî pêşketina jinan di civakê de dibin asteng bişkîne. Ew jî bi armanca afirandina dînamîkek li gorî rewşa jinan a îro, mîna ya ku nivîskara Mexribî Lamiya El-Xelûfî, bi riya çîroka xwe ya bi navê "tenê malzarok e" şikand. 
Nivîskar Lamiya El-Xelûfî di hevpeyvînek ji ajansa me re, behsa peyama ku dixwaze bi riya çîroka xwe bide dike û çawa hewl daye parastina doza jinan bike, li kêleka nêrîna wê ya der barê nivîsandina femînîst û jinên wêjevan ew yek ji nivîskarên herî baş e ku pirsgirêka jinan îfade dike.
Gelo ji bo ku hûn dengê xwe û dengê jinan bidin bihîstin, tabûyên ku bûne mijara gotara we ya nû ya afirandinê çi ne?
Rojnamevan û nivîskara Mexribê Lamiya El-Xelûfî piştrast kir ku şikandina tabûyên dorpêçkirina jinan gavek e ji bo vekirina astengiyên zêdetir ên ku wan ji aliyê rewşenbîrî ve dorpêç dikin û azadiya wan sînordar dikin. Lamiya El-Xelûfî di çîroka xwe ya dawî, "Tenê Malzarok e" de, bal kişand ser çawaniya civaka Mexribê, ji desthilatdariya dê û dapîrê bigire heya bav, mêr, bira û qanûndanerên Mexribê bi malzaroka jinan re ku yek ji endamên bedena wê ye. Lê belê mafê wê nîn e ku bi tevahî azadî û xwesteka xwe pê re mijûl bibe.
Te vê dawiyê çîroka "Tenê malzarok e" weşand, tu dikarî ji me re naveroka çîrokê vebêjî?
Çîroka “Tenê malzarok e” çîrokek e ku tê de min xwest yek ji tabûyên ku jinan dorpêç dikin bişkînim, ji ber ku civakê hebûna we lî li ser we ferz dike, di zewacê de jî heman tişt. Zagonên ku vê fikrê kod dikin hene, ji ber vê yekê tirseke xurt di nava jinan de çêdibe ku tişta bandorê li bedena wan bike, encamên wê li ser tevahiya civakê çêdibe. Li kêleka vê, wê dest daye ser mîrateya "çanda gelêrî" ku tê de gelek dê û dapîr rîtuelên taybet pêk tînin ku ew bawer dikin dê keçan ji destavêtin an destdirêjiyê biparêzin.
Tu dixwazî bi riya nivîsandinê çi peyaman bidî?
Mijara çîrokê ne kêfî, bi mebest bû, armanca hilbijartina vê mijarê ew e ku ji tirsa namûsê, şîdeta nava malê ya ku di beşa herî girîng a bedena jinan de bandorê li azadiya jinan dike, eşkere bike. Min ev babet bi tesadufî di yek ji civînên jinan de dizanibû, ku axaftina li ser wê nepenî bû û ji tirsa vedîtina meseleya jinên ku di zaroketiya xwe de êş kişandine, bi veşartî dihat gotin. Dema ew mezin bûn û bûn xwedî meqam û kar, ji rastiya tiştên ku jiyane û li ser wan dihat meşandin şerm dikirin. Peyama min bi mebesta avakirina têgehek nû ya rûmetê ji bo civaka Mexribê bi taybetî û civatên mayî bi giştî û adaptekirina pergala dadrêsî li gorî rastiyê hatiye formulekirin. 
Te çawa hewl da di nivîsên xwe de jinan bidî nasîn?
Çîrokê behsa gelek karakterên jinên Mexribê kir, hin ji wan ji ber urf û adet û kevneşopiyan di aliyê neyînî de mirine, hin ji wan vê rastiyê red dikin û li dijî wê serî radikin û lehenga çîrokê du qonax jiyaye. Ya yekem redkirinek bêdeng bû di bin tirsa hêza mirov de bû û ya duyemîn kesayetiyek bihêz e ku dikare li hemberî rastiya em tê de dijîn li ber xwe bide. 
Bi dîtina we, rizgarbûna ji adetên kevneperest pêngavek e ji bo bidestxistina mafên tam ji bo jinan û bidestxistina wekheviya di nav civakê de?
Ez jinên Mexribê yên ku ji bo wekheviyê û ji bo jin di nava civakê de li kêleka mêran pozîsyona ku heq dikin bigrin têkoşiyane silav dikim. Jinên Mexribê di dîrokê de qîmeta xwe di rêberî, afrînerî û perwerdeyê de îsbat kirine. Ji ber vê yekê îro me tiştên veşartî eşkere kir û axaftina li ser tabûyên dorpêçkirina jinan, gavek e ji bo sistkirina bêtir astengiyên ku wan ji aliyê rewşenbîrî ve dorpêç dikin û azadiya wan bi sînor dikin. Ji ber vê yekê ez piştrast dikim ku divê em hemû tabûyên ku azadiya jinan dorpêç dikin bişkînin.
Hûn nivîsên femînîstan ên li Mexribê çawa dinirxînin?
Li Mexribê nivîskarên me yên jin ên jêhatî hene ku dikaribûn bi hemû zimanan afirîneriyê bikin. Nivîskara Mexribê bi awayekî bi bandor û afirîner beşdarî qada çanda Mexribê dibe, tenê em bi hewceyî piştgirî û asoyên vekirî ji bo afirîneriyê ne. Ez dixwazim balê bikşînim ser xebata Komeleya Nivîskarên Jin ên Mexribê ku tevî kêmasiya piştgiriyê jî hewl da nivîskarên jin ên Mexribê ji Tanca heta EL-Kowyra kom bike û ji bo ku nivîskar pênûsa xwe di cîhana wêjeyê de ferz bikin, têdikoşe. 
Di sala 2022'an de wek jineke Mexribê daxwazên we çi ne û peyama we ji jinên Ereb re çi ye?
Ez jinên Mexribê silav dikim, ji hemûyan re serketinê dixwazim û em hemû dikarin vê ceribandina epîdemîolojîk derbas bikin ya ku bi navgîniya wê em dixwazin berhemên tiştên me jiyane û hîn jî di bin siya pandemiyê de dijîn, bi dest bixin. Mîna her jineke Mexribî, ez hêvî dikim ku îsal wê xweştir be û ez ê bigihîjim tiştê ku ji bo riyeke afirîner dixwazim.
Ez ji hemû jinan re dibêjim, ji bo xewn û xeyalên xwe şer bikin, hûn ê di her tiştî de serkeftî bin û xewna xwe mezintir bikin. Ji ber ku îrade û ked yekane diyarker e ji bo bidestxistina tiştê ku hûn dixwazin û bila moral û helwesta we ya zanistî rûmeta we be.