Bi reng û wêneyên xwe xeyalên zarokan xweşik dike

Îlustrasyonvan Jale Yousefinejad a bi reng û wêneyên xwe cîhana xeyal a zarokan xweşik dike, di her wêneya xwe de peyama aştî, hevaltî û jiyana hevbeş dide.

SANİA MORADİ

Sine - Îlustrasyonvan, karîkaturist û nivîskara ji Sine Jale Yousefinejed bi salane ji bo xweşikkirina cîhana xeyalên zarokên dixebite. Jale Yousefinejed a dixwaze zarok ji tiştên dibihistin zêdetir bibînin û helbest û çîrokan bi rêya dîmenan di hişê zarokan de bimine, bi riya wêneyan dikeve cîhana zarokan.

Jale Yousefinejad a bi hezkirina hestên zarokan û hezkirin û eleqeya xwe ya bi karê îlustrasyonê karê xwe bi awaylî profesyonel dike, navekî ku bi wêneyên xwe re bala gelek niviskaran dikişine û gelek çirokan vediguherîne wêne. Jale Yousefinejad, bi çirokên dapira xwe dest bi hewldana xwe ya bi reng û wêneyan şênberkirina cihana xeyalên xwe kir.

Jale yousefinejad, bi van gotinan qala kar û xebatên xwe dike: “Ez ji zaroktiya xwe ve wênê çêkirinê pir hez dikim û îlustrasyona pirtûkan bi xwe fêrbûm. Min çîrokên dapira xwe xêz dikir. Min bivî awayî dest bi karê xwe kir. Min di sala 1991’an de bi awayek profesyonel dest bi karê xwe kie û çîrokên ewil ên weke îllustrasyon hatin weşandin, çîrokên dapira min ên di rojnameya hefteyî ya Şirwanê de hatîn weşandin bûn. Piştre min ji hinek niviskaran re îlustrasyon çêkir. Beşek ji wan hat weşandin, lê pirtûka min a ewil ya binavê Hîvaî Farîn, di sala 1993 û 1994’an hat çapkirin. Min di sala 1996’an de îlustrasyon temam kir û hat çapkirin. Min di van salan de ji hinek niviskarên din re jî îlustrasyon çêkir. Min nêzikî 20 pirtûkan veguherand wêne.”

Bi çêkirina karîkaturan xwe pêşxist

Jale Yousefinejad, diyar kir ku di salên destpêkê ya pîşeya xwe de waneyên boyaxa rûn û xêzkirina wergirt û her wiha bi xêzkirina karîkaturan xwe pêşxistiye û wiha got: “Îlustrasyon û karîkarikatur gelek nêzî hev in. Di herduyan de jî hinek zêderoyî heye. Yekane cûdahî  karikatür mijarek popûler û civakiye û bi gelemperî di çapemenîyê de tê weşandin. Lê îlustrasyona pirtûlan mijarek cuda ye.”

Sozek da xwe

Jale Yousefinejad wiha behsa ketiye cihana îlustrasyon kir û wiha got: “Di hindirê min de zarokek aktîv heye. Ez mirovek keyfxweşim, ez bi cihana zarokan ya keyfxweş, bi reng û bê tirs re eleqeder dibim. Ji ber vê min berê xwe daye wênekirina pirtûkên zarokan. Çîroka ku min kişand vê qadê, dema ez li dibîstana sereteyî dema li gel dayik û bavê xwe em derdiketin ji derve ji min re pirtuka bi navê ‘pîrozkirina serê salê’ ya çîrokan bû. Dema min vê pirtûkê anî mal min dît ku di hindirê de wêneyên xweş tuneye. Rengên keyfxweşiyê nebûn. Dema ez zarok bûm bi vê min xwe baş hîs nekir. Wê rojê min ji xwere got, divê dema ez mezin bûm ez ê di pirtûkan de wêneyên gelek keyfxweş û xweşik xêz bikim. Ew pirtuk kî bîbe keyfa wan jê re werin.”

Jale Yousefinejad weke hunermendekê bal kişand ser zor û zehmetiyên kişandiya û wiha dom kir: “Li pêşiya her hunermendek gelek zor û zehmetî hene, bi taybetî ji bo weşandina pirtûkan. Min di pirtûka xwe ya Kurdî ya bi navê Hîvaî Farîn de min ev jiyan kir. Bi taybet malyeta çapkirina pirtûkan gelek zêdeye. Ger em bikarin kredî bigrin yan jî sponsorên ku bikarin pirtûkê çap bikin hebin wê ev ji bo me gelek biba alîkar. Ji ber pirtûkên min ên ku were çapkirin di rêzê de hene.”

‘Em neçar in bixebitin û qezenc bikin’

Jale Yousefinejad da zanîn ku her berhemek ên hunermendek armancek wê heye û destnîşan kir ku weke îlustrasyon dixwaze peyamên dostaniya bi xwezayê re û parastina bê, aştî, heskirina ji lawiran bide. Jale Yousefinejad herî dawî der barê hedefên xwe yên pêşerojê de ev tişt got:

“Ez ê carekê pirtûkên ku min bi xwe nivisiye û bi xwe xêz kiriye bi weşînim. Ji bo jinên ku dixwazin bikevin qada pirtûkan ya îlustrasyon, ez dikarim bejim rêyên kurt nîne. Em neçarin di qada hunerê de bi salan bi xebitin û qezenc bikin. Ji bo serkeftinê divê gelek rê were ceribandin. Weke min gotî rêyên kurt nîne, hewldan heye. Ger ji bo her karekê hûn xwedî kêrhatî û potansiyel bin û ger hûn gelek bixebitin, hunê serbikevin. Bi salan wek îlustrasyon ku min xwe bi xwe gihandiye, ez xebitîm û ev lêkolîn vegeriya ceribandinan. Ev ceribandin yek bi yek vegeriya van pirtûkan û dema ez li wan meyze dikim ez ji hemûyan keyfxweş dibim.”