Bi dendikên xurmeyan berhemên hunerî çêdike

Safaa Al Jassim a ji Dêrazorê, bi dendikên xurmeyan ku li herêmê tên hilberandin, berhemên cuda yên hunerî çêdike. Safaa Al Jassim bal kişand ku hunermendên xwecihî mîrasên çandî bi riyên nûjen di parastin û pêşxistinê de rolek girîng dilîzin.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor- Bajarokê Baxozê yê girêdayî kantona Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeye, ji ber avhewaya xwe, bi hebûna darên xurmeyan bi nav û deng e. Li vê herêmê zêdeyî 12 hezar darên xurmeyan hene û bi awayên cuda xurmeyên bi qalîte tên hilberandin. Çavkaniya jiyanê ya bajarok xurme ye û festîvalên xurmeyan ên tên lidarxistin in.

Safaa Al-Jassim ji bo mîrasên xwecihî bide nasîn û balê bikşîne ser darên xurmeyên li herêmê xwedî cihek taybet in, ji dendikên xurmeyan peykerên hunerî çêdike. Safaa Al-Jassim bi karanîna dendikên xurmeyan di formên cuda de berheman diafirîne û dema ku van berheman çêdike guh nade zorî û astengiyên li pêşiya xwe. 

Safaa Al-Jassim da zanîn ku ji festîvalên xurmeyan ên li herêmê tên lidarxistin bi bandor bûye û dest bi çêkirina berheman kiriye û wiha got: “Di pêvajoya berhemdayînê de min malzemeyên asan bi kar anîn; pêwîstiyên min ên bingehîn, di astên guncaw de dendikên xurmeyan, kaxezên kapîtone, sîlokonek taybet e. Bi taybetî piştî festîvalê, berê ji derveyî reşkirina kaxezê, ez ne xwedî tiştek bûm lê niha dikarim hemû amûrên pêwîst bi dest bixim.”

Divê piştevaniya hunermendan bê kirin

Safaa Al Jassim bi gotinên; “Hunermend qasidên çandî ne û sûda ku didin parastina mîrasê, digihîje hemû civakê” bal kişand ser girîngiya hewldanên hunermendên xwecihî yên ji bo mîrasa çandî bi riyên nûjen, parastin û pêşxistina wê piştgirî were kirin û wiha got: “Ev karê ku ez dikim ji aliyê civakê ve bi awayekî gelek baş hatiye pêşwazîkirin. Di heman demê de ez perwerdeyê didim zarokan, bi vî awayî ji bo hişyarkirina neslê nû der barê çandê de zêde bike, xebatên atolyeyê li dar dixim. Em dixwazin hezkirina hunerê û mîras bixin dilê zarokên xwe, wê bi vî awayî çanda me di pêşerojê de bikaribe were belavkirin.”

‘Em dikarin berhemên baştir biafirînin’

Safaa Al Jassîm bal kişand ser giringiya baldayîna vê qadê û da zanîn ku amûr biha ne lê belê wê ji bo veberhênanê baş be û wiha got: “Ger em ji karê ku dikin hez bikin, em ê bikarbiin kêrhatiyên xwe bi pêş bixin û berhemên baştir û mezintir çêbikin.”

Safaa Al Jassim herî dawî destnîşan kir ku ji bo berhemdana berhemên hunerî hêvî dike ku atolyeyek biçûk veke û di çarçoveya xebatên xwe de fikrên afrînertir berfireh bike û got: “Ger em piştevaniya pêwîst bigrin, em ê vê qadê berdewam bikin û mîrasa xwe ya çandî bi awayekî nû em ê zindî bikin. Ev hewldan, ji bo bihêzkirina nasname û mîrasa çanda xwecihî û hunerê wê çawa bibin yek, asoya me veke hem ji bo hunermendan hem jî ji bo civakê mînakek zindî ye.”