Bi hêviya bidawîbûna şer rastiya dijwar a şer xêz dike
Alaa Seda bi riya wêneyên ku xêz kirine hewil dide hûrgiliyên mirinê li Xezayê jê bibe û hin wêneyên din li şûna wan deyne ku jiyan tê de hebe.
REFÎF ISLAM
Xeza – Li kampa koçberiyê ya li herêma Yermûk a rojavayê bajarê Xezayê hunermend Alaa Seda kampên koçberan weke tabloyeke xêzkirinê bikar anî. Bi vê yekê zora kêmbûna madeyên kêm bir. Alaa Seda bi wêneyên bal kişand ser rastî û dozên jinan û zarokan di koçberiyê û di bin konan de.
Wêneyên Alaa Seda li ser konan xêz dike, birçîbûn serma koçberî metirsiyên riyan û girtinan radixe ber çavan. Her wiha bi riya wêneyeke xêzkirî armanca ajansa me di gihandina dengê jinan ji bo hemû cîhanê ragihandiye. Jineke xwedî poreke dirêj û ducanî li ser zikê wê logoya taybet bi ajansa Nûjînhayê heye xêz kiriye. Weke nameyekê ye dibêje ajansa Nûjinhayê weke dayîkekê ye piştgiriyê dide û azar û dengê jinan li hemû Rojhilata Navîn belav dike.
Alaa Seda ramana wênexêziyê destnîşan kir û got: "Dema ez li kampê mam çend rojan pey hev bêyî ez tiştekî bikim û cihê min ê wênexêziyê li mala min hat bîra min, min ji xwe re got divê ez van zehmetiyan derbas bikim û tabloyên nû çêbikim rastiya em tê de dijîn vebêjin."
Di peydakirina alavan de zehmetiyan dikşîne
Alaa Seda got: "Min tablo reng û firçeyên xwe hemî wenda kirin. Nirxên wan li cem min gelekî buha bû. Tişta niha li cem min heye pênûseke resas û fehmeke. Bi riya wan min hewil da yekem tabloyên xwe çêbikim. Tevî ku encam ne ewqasî baş bû di destpêkê de lê belê car bi car min hewil da xwe pêş bixim. Min rengên avê kirîn û pê debara xwe dikim. Ji ber min alavên xwe winda kirin wêneyên ez xêz dikim jî kalîteya wan daket û bandor bû. Tabloyên li mala min ên min winda kirin bi yên niha re nayên hevrûkirin. Ez bi hêvî me ew alav di demeke nêz de werin peydakirin ji bo ez vegerim jiyana xwe ya rastîn ku dikare min ji azara şer xilas bike."
Wêneyên li ser riya koçberiyê
Alaa Seda li ser birçîbûn koçberî serma û metirsiyên rê her wiha girtina bira û bavê wê di destpêka riya koçberiyê de xêz kiriye û dibêje: "Di riya koçberiyê de min gelek dîmen dîtin bandor li min kirin mîna ew jina di dirêjahiya rê de koçber bû û li ser pişta wê kîsekî arvan hebû. Birçîbûn û nebûna xwarinê hiştin ew jina 60 salî kîsekî bi vê giraniyê rake. Hêzên Îsraîlê zarokên wê yên ciwan girtin ji ber wê bi tena xwe ev torbe rakirye ser milê xwe."
Her tabloyek li gorî Alaa Seda dibêje ji 2 heta 3 demjimêran di bin tava rojê ya tûj de dirêj dike û wiha domand: "Gelek pirsgirêk di dema xêzkirinê de bi min re derketin. Di destpêkê de ne her malbatên koçber qebûl dikin ez li ser konên wan xêz bikim ji ber wê cihê ez lê xêz bikim nema û niha li berdêlekê digerim. Alavên wênexêziyê jî nayên peydakirin û gelekî buha ne."
‘Hêviya min ew e ku rêzefîlma mirinê li Xezayê bidawî bibe’
Alaa Seda di planên xwe de gotiye ew ê di rojên pêş de li ser dîwarên avahiyên bajêr xêz bike ji bo hûrgiliyên mirinê jê bibe û yên jinûvejiyanê xêz bike û destnîşan kir ku hêviya wê ew e ku rêzefîlma mirinê li Xezayê bidawî bibe û vegere jiyana xwe.
Alaa Seda hêvî dike tabloyên wê li ser torên medya civakî gelekî deng vede û kesên bikar tînin belav bikin ji bo çîroka Filistînê baş bighêje tevahî cîhanê.
Alaa Seda spasiya ajansa me li ser balkişandina ser rewşa Filistînê û hunermendên ciwan ên li Zîvala Xezayê kir.