Berxwedana ji pênûsa jinek
Helbestvan û romanûsa Tûnisî, Fewziya El-Elawî, da zanîn ku nivîsandin ji bo jinan ne tenê awayê hunerê ye û bal kişand ku rêbaza şikandina zincîrên civakî, çandî ye û bi riya wê dengê jinan tê bihîstin.
					ÎXLAS HAMRÛNÎ
Tûnis – Li herêmên navîn ên Tûnisê, bi taybetî li bajarê Qesrînê, Fewziya El-Elawî weke dengê xweser ê wêjeya nûjen hat nasîn. Wê bi afrîneriya xwe, ji paşverûtiyên ku li pêşiya jinan dibin asteng dûr, riyeke xweser ji bo xwe ava kir.
Fewziya El-Elawîji zarokatiya xwe ve ji mîrasa çandî ya dewlemend a beşên navîn ên Qesrînê bi bandor bûn. Ji dayîka xwe ya têkoşer a bi eslê xwe ji herêmên gundewar e îlham girt, ket kûrahiya nivîsê, di civaka Tûnisê de ji bo jinan deriyên nû vekir û bû mînaka hêza gotinan a ku astengiyên civakî derbas dikin.
Fewziya El-Elawî der barê jiyana xwe ya çandî de axivî û wiha got: “Ez helbest, çîrok û nivîsên rexneyî dinivîsînim. 11 pirtûkên min ên helbest û çîrokan hatin nivîsandin. Çar dosyayên min ên çîrokan, romanek û her wiha di gelek kovar û weşanên dîjîtal de bi dehan nivîsên min hatin weşandin.”
Helbesta xwe ya yekem nivîsand li ser Filistînê bû
Fewziya El-Elawî diyar dike ku hezkirina wê ya xwendin û nivîsandinê ji zarokatiyê ve destpê kiriye û got ku vê hînbûna di temenê biçûk de bûye bingeha serkeftina wê ya perwerdeyê û got: “Ez di dibistana seretayî û lîseyê de her dem serkeftî bûm û min bi asteke bilind a bi zimanê Erebî lîseyê kar kir. Dûre li enstîtuya perwerdekirina mamosteyan beşa wêjeya Ereb xwend û mezûn bûm. Min pir zû dest bi nivîsandin kir, hema bibêje 12 salî bûm, min helbesta xwe ya yekem nivîsand. Mijara wê ala Filistînê bû. Min gotinên lihevhatî dianî ba hev û dikir riste.”
Di salên ku bala wê ji nivîsandinê re hebû, bi “Enstîtuya Eş-Şabî” ev yek bihêztir bû. Mudurê dibistanê Muhammed El-Amirî, ji bo ku ciwan bikaribin nivîsên xwe yên Erebî, Fransizî û Înglîzî daleqînin, dîwarek ji bo rojnameyê ava kir. Vê xebatê dûre veguherî kovarê. Tevî destpêkên xwe yên mutewazî jî tu carî dest ji hewldana weşandina nivîsên xwe berneda. Di salên 1990’an de dema ku hîs kir, rastî neheqiyê hatiye, van hestan wê zêdetir ber bi nivîsandin û weşandinê ve birin. Di kovarên li Lubnanê “El-Adab”, “Kîtabat Muasira” û “en-Nakid” de nivîsand û gelek kovarên li Tûnisê nivîsên wê weşandin.
Nivîsandin tenê luksek nîn e
Fewziya El-Elawî, diyar dike ku ji temenê zarokatiyê ve wê fam kiriye nivîsandin tenê hobî yan jî luksek nîn e, riya ku jin bi nêrîna xwe ji nû ve sererast dikin û şikandina zincîrên bi sedan salan e.
Berhemên wê di sere sala 1990’an de di nava du salan de deng vedan. Pirtûka wê ya yekem “Hespê Elî û Bayê” di sala 1995’an de hat weşandin. Di pêşpirkeke Derya Spî ya li bajarê Marsîlya yê Fransayê hat lidarxistin de, bi çîrokek xwe xelata herî baş kar kir. Dûre berhemên wê yên “Berzeh”, “Çûka El-Hidab”, “Çûka Seramîk”, “Qurbana Tunebûnê”, “Agirê li Bajarê Utopyayê” hatin çapkirin. Di van berheman de pirsgirêkên jinan, nasnameya wan a çandî û civakî hatin destgirtin. Ji çanda gelê Qesrînê û xwezaya wê ya dewlemend îlham girt. Cil, xwarin, stran, çîrok û serpêhatî ji bo wê bûn çavkaniya îlhamê.
‘Dilê min li Qesrînê ye’
Nivîskar tenê bi lêkolînkirina derdora xwe bi sînor nema; di heman demê de hewl da di her warî de jinan bilind bike. Diyar dike ku hinek jinên Qesrînê di salên xwendina xwe de jî ji ber kesayetiyên xwe yên bi hêz bala wê kişandine û wiha dibêje:
“Gelek kes dipirsin dibêjin çima weke gelek kesên din naçim paytext an jî bajarên li peravan. Dilê min li Qesrînê ye. Bajare ku ez lê dinivîsînim, dijîm û îlham digrim e der e. Tevî kêmasiyên binesaziyê û awayên girêdana jinan jî min mayîna li vê derê tercîh kir.”
‘Min ji têkoşeriya dayîka xwe îlham girt’
Fewziya El-Elawî diyar dike ku bi tecrubeyên ku bi jinên li gundan re dijîn re dîtiye, di warê wêjeyê de kûrbûneke mirovî û manewî bi dest xistiye û wiha didomîne: “Dayîka min têkoşer bû. Tevî em ji malbateke çîna navîn bûn jî; hemû pêdiviyên malê bi baldarî bi cih dianî. Vê yekê îlham da min. Ez di berhemên xwe de behsa jinên berxwedêr û xebatkar dikim. Jinên ku dixebitin lê bermaberê keda xwe nagirin, mafên xwe naxwazin min hînî sebrê kirin. Nîşan dan ku afrînerî ji ber xwe ve nayê, zanîn û hewldanê dixwazin.”
Fewziya El-Elawî diyar dike ku tecrubeya wê ya şexsî û çavdêriya wê ya ji bo jiyanê, nivîsandinê ji bo wê veguherandiye çalakiyeke bi cesaret û wiha got: “Jin li derveyê malê weke mêr dixebite lê di heman demê de li nava malê jî dixebite. Ango du karan dike lê tenê ji bo karek tê teqdîrkirin. Nivîsandina jina ne luksek e, awayê veqetandina demê ye. Dema ku jin hewl bide dengê xwe bide bihîstin û mijaran bîne ziman divê demê ji xwe re veqetîne.”
Ji aliyê çandî û civakî ve bihêzbûna jinan
Fewziya El-Elawî dibêje ku nivîs, çeka guherandina nêrîna civakê û şikandina zincîrên paşerûtiyê ye û gotinên xwe wiha didomîne: “Nivîs, qada ku jin dengê xwe bide bihîstin û mijaran bi awayekî azad bûne ziman e. Ev ji siyasete heta fizîk û hunera civakî, hemû mijaran digre nava xwe. Nivîs ji bo jinan cihê bêhgirtinê ye. Îro jinên Tûnisî, bi helbest, roman û cerebeyan derdikevin peş. Xelatên mezin ên ji welatên Ereb bi dest dixin û bi awayê herî baş Tûnisê temsîl dikin. Dengê jinan kêm be jî guherînê çêdike. Guherîna wêjeyî di şevek de çênabe lê şopeke mayînde dihêle. Gotin ji bo mezinbûnê pêdivî bi demê dibînin lê zanabûnê çêdikin û tevizandina civakî dişkînin.”
‘Nivîskarên rastîn ji civak mirovên ji rêzê û ji xizanan îlhamê digrin’
Fewziya El-Elawî ji jinên ciwan ên nivîskar re van pêşniyaran kir: “Ji bo nivîsandinê ji xwe re demê diyar bikin. Nivîsê bikin azweriya jyana xwe. Nivîskarên rastîn, ji civak, mirovên ji rêzê, ji xizanan, îlhamê digrin. Nivîs zarokên we ne, xeyalên mezin, çand û sebrê dixwazin. Li benda mercên pir baş nemînin; wan mercan bi xwe ava bikin û her kêliyê ji bo afrîneriyê bi kar bînin.”
Fewziya El-Elawî got: “Nivîsa bi cesaret, hêza pênasekirina ji nû ve ya hebûna di nava civakê de dide jinan. Modelek ku li dijî zext û vederkirinê derdikeve pêşkêş dike.”
Ew bi nivîsên xwe ji bo jinan bûye dengekî bi cesaret
Jiyana Fewziya El-Elawî, li dijî sînorên paşverû û civakî bêminetiya bêdawî ye. Mînaka zindî ya berxwedêrî û nûjenbûyîna jinên Tûnisê ye. Ew bi nivîsên xwe ji bo jinan bûye dengekî bi cesaret, li herêmên navîn ên welat deriyên çandê vekiriye û bûye riya wêjeya jinan, berxwedêriya wan a afrîner û vegotina azad. Bi van aliyên xwe di wêjeya nûjen a Tûnisê de mîraseke bêdawî hiştye.