Çîrokên şevê yên Lîbyayê: Mîrateyekî ku ji nifşan re tê vegotin

Lêkolîner û pispora folklorê, Sakîna Ben Amer diyar kir ku jinên Lîbyayî ne tenê çîrokbêj in, di heman demê de beşdarî ji nû ve şekildana wê ya di formên nûjen de dibin bêyî ku eslê wê yê resen winda bibe.

ÎBTÎSEM EXFÎR

Bîngazî – Mîrateya devkî ya Lîbyayê bîranînên gelekî zindî û taybetmendiyên nasnameyeke kûr ku rehên wê ji nifşekî dirêj ve dirêj dibin, dihewîne. Her wiha xwe bi çîrokên gelêrî, gotinên pêşiyan, stranan, lîstikên gelêrî û şêweyên din ên derbirîna devkî yên ku wijdana civakê dihewînin, nîşan dide.

Bîra kolektîf û rihê çanda Lîbyayê parastin

Di dilê vê dîmena çandî ya zindî de, jinên Lîbyayî wekî çîrokbêjên sereke û parêzvanên dilsoz ên vê mîratê derdikevin pêş. Bi rola dayîk, dapîr û veguhezkar, hunera çîrokbêjiyê bidest xistin, çîrokê bi awayekî xweber û bi germî ji nifşek ji bo nifşek din veguhezandin. Bi vî awayî bîra kolektîf û rihê çanda Lîbyayê parastin.

Bi pêşketina rêbazên ragihandinê yên nûjen re, formên nûjen ên belgekirin û wergerandina dîjîtal a mîrata devkî derketine holê. Pirsên kûr ên wekî ‘Meriv çawa bingeha çîrokê di nav leza modernîteya dîjîtal de biparêze? derketine holê. Ma modernîzekirin tê wateya dûrxistina orîjînalîteyê, an jî ew derfetek e ji bo vejandina wê ya bi awayekî hemdem? Jin çawa dikarin di vê jîngeha guherbar de roleke nû bilîzin?

Ji vegotina devkî ya kevneşopî ber bi belgekirina dîjîtal a hemdem ve

Di kombunek de Sakîna Ben Amer a ku lêkolînera pispor a folklorê û profesora rojnamegeriyê ya li Zanîngeha Bengazî ye, li ser hebûna berbiçav a jinên Lîbyayî ya di mîrata devkî de axivî. Sakîna, bal kişand ser veguhestina vê mîrata çandî ji qada vegotinên devkî yên kevneşopî ber bi qada belgekirina dîjîtal a hemdem ve.

Sakîna da zanîn ku çîrokên gelêrî yên mîna "Nus Ansees" di yek formê de nemane, lê bi demê re formên cûda girtine. Birayê wê bi awayekî cuda ji şêwaza xwe vedigot û paşê ew bû rêzefîlmek radyoyê. Îro em dibînin ku zarok vê yekê bi awayên xwe yên bêhempa ji nû ve vedibêjin û şiyana mîrateyî nîşan didin ku xwe nû bike û xwe biguncîne rewşên nû.

Ew bawer dike ku guhertina di pêşkêşkirina mîrate de ne xirabûnek e, reflekseke xwezayî ya xweza û guhertinên demê ye. Sakîna îdîa dike ku mîrat ne hebûneke statîk e, lê belê hebûneke zindî ye ku bi guhertinên civakî re têkilî datîne û ji nifşekî bo nifşekî din ji nû ve tê şekildan, bi vî awayî zindî û nû dimîne.

Forma wê guherbar lê eslê wê sabît e

Dema ku mîrata devkî pênase dike, wê mîna "bîra neteweyê" dihesibîne; Ev bîr çîrok, metelok, stran, cil û berg û lîstikan dihewîne. Ew depoya hişmendiya kolektîf e, ku forma wê bi demê re diguhere, lê eslê wê wekî xwe dimîne. Sakîna bi bîr xist ku dema wê çîroka "Heft Umeyzat" ji zarokên xwişka xwe re got, berteka zarokan cuda bû. Wan bi mantiqeke ecêb bersiv dan çîrokê, meraq dikirin ka çawa zikê gurekî bê êş û bê anesteziyê dikare were vekirin; Ev yek bi temamî berevojî nifşê wê bû ku hîn bûbû ku çîrokan bi kenekî bêguneh pêşwazî bike. Bi rêya bikaranîna vê ezmûnê, tekez dike ku pêwîstiya pêşxistina amûr û rêbazên nû heye ku dê bi hişmendiya nifşên nû re hevaheng bin bêyî ku ruhê rastîn ê çîrokê winda bibe. Paqijkirin nayê wateya guhertinê, tê wateya pêşkeftinek jîr ku bingehê diparêze û wê bi awayekî rasyoneltir û balkêştir ji nû ve pêşkêş dike.

Jin di parastina mîrasa devkî de xwedî roleke bingehîn in

Wek beşek ji projeya xwe ya çandî, hewldana xwe ya belgekirina reqsên gelêrî yên Lîbyayê bi pirtûka xwe ya "Paper Kite" vedibêje. Di vê pirtûkê de 103 reqs kom kiriye. Sakîna wan wekî ku hene pêşkêş dike. Lê wan bi serdema dîjîtal ve girêdide, wan vediguherîne sepan û lîstikên elektronîkî, bîranîna reqsên gelêrî diparêze û wan bi zimanên wan pêşkêşî nifşên nû dike. Sakîna bawer dike ku jin di parastina mîrata devkî de roleke girîng dilîzin. Ew veguhezkarên çîrok, stran û metelokan in. Çîrok, ku bi straneke lorîkê ku dayîk ji zarokê xwe re dibêje destpê dike, dibe wesiyeteke hestyarî ku ji nifşekî bo nifşekî din tê veguhestin. Sakîna, çîrokbêjiya sade vediguherîne girêdaneke giyanî ku di wijdana civakê de bicîh bûye.

Şev dema bêhnvedan û aştiyê ye

Sakîna rawestiyaye da ku têkiliya di navbera çîrok û şevê de bifikire û fêm kiriye ku dapîran ev dem ji bo tiştekî nehilbijartiye; Şev dema bêhnvedan û aştiyê ye, berevajî rojê ku bi kar û mijûlbûnê ve tê naskirin. Tewar hişyariya populer a ku dibêje ‘vegotina çîrokan di nava rojê de xetereyan dihewîne’ jî ne daxuyaniyek kêfî ye. Lê şehrezayiyek hînker dihewîne ku têgeha dema guncaw a çîrokbêjî û hizirkirinê xurt dike.

Ji ber nebûna piştgiriya saziyî û fînansmana pêwîst xemgîn e

Sakîna diyar kir ew bawer dike ku medya roleke girîng di vejandin û belavkirina mîrata devkî de dilîze û xemgîniya xwe ji ber nebûna piştgiriya saziyî û fînansmana pêwîst anî ziman. Sakîna got ku piraniya xebatên wê yên lêkolînê, tevî destnivîsên hêja yên ku wê ji dayîk û dapîra xwe berhev kirine, di kişokan de asê mane û nekariye kesek bibîne ku wan îdîa bike an jî wan veguherîne naveroka dîtbarî an dîjîtal.

Cûdahiyên di navbera bajar û gundan de

Bi berhevkirina reqsên gelêrî yên ji herêmên cuda yên Lîbyayê, di awayên ku bajar û gund bi vê mîratê re têkilî danîne de cûdahiyên berbiçav dît. Her çiqas li bajarên mîna Hun vegotineke zindî û nostaljiyeke kûr ji bo mîrateyekê dîtibe jî, li bajarên mezin ên mîna Trablûs û Bengazî dûrbûn û bêparbûnek diyarkirî ji têkiliya rastîn dît; mîna ku çîrok wekî dîmenên wênekêşî bûn ku qet neqewimîbûn, hatin pêşkêşkirin. Li gorî Sakînı, ev cudahî ne ji ber cudahiyên di navbera mirovan de ye, ji ber jîngeh û şêwaza jiyanê ya hevpar a li her herêmê ye.

Sakîna fêm kir ku bi serdestiya înternetê û tevlihevkirina çandan re, çîrokbêjiya devkî piraniya hebûn û paqijiya xwe winda kiriye. Sakîna dibêje ku “dema em li ser vê yekê dipirsin, vebêjerên me bi tenê dibêjin, ‘Min ji bîr kir’ û ev yek nîşan dide ku mirov ji ber ekranan mijûl dibin û ji qada vegotina kevneşopî dûr dikevin. Tevî vê yekê, Sakîna geşbîniyê nîşan dide ku hin gundên biçûk nasnameya xwe ya çandî parastine û lêdana çîroka gelêrî ya ku di wijdanê me de bicîh bûye û winda nebûye, parastine.

Li dijî dîjîtalîzasyona bêserûber hişyariyê dide

Sakîna bawer dike ku belgekirina dîjîtal dirêjkirineke xwezayî ya îfadeya devkî ye, nemaze ger bi baldarî û hişmendî were bikaranîn, di hawîrdorekê de ku daxwaza naveroka dîjîtal li gorî pirtûkên kaxezî zêde dibe. Lê belê, ew li dijî dîjîtalîzasyona bêserûber hişyariyê dide û tekezî li ser girîngiya pêşxistina naverokê berî veguheztinê dike. Nemaze ji ber dibe ku peyamên bêperwerdehî an wêneyên stereotîpîk ên derbarê têkiliyên mêr-jin de ku êdî bi standardên nûjen ên hişmendiyê re li hev nakin, dihewîne.

Parastina zindîtî û rihê mirovî

Ew bawer dike ku ev rastî hem fersendek û hem jî dijwariyek dihewîne. Amûrên belgekirina dîjîtal dikarin bi rêya vegotinên hizirkirî û safîkirî yên ku rasteqîniyê bi perwerdehiya hemdem re dikin yek, nirxên erênî di mîrate de bicîh bikin û wateyên neyînî ji holê rakin; bi vî awayî zindîtî û rihê mirovî yê çîrokê tê parastin.

Pêşeroja çîrokbêjiya devkî

Di dawiya axaftina xwe de, Sakîna Ben Amer banga demekê li ser pêşeroja çîrokbêjiya devkî kir û tekez kir ku parastina mîratê nayê wê wateyê ku ew di demê de were cemidandin. Sakîna destnîşan kir ku lê belê paqijkirin û vejandina wê bi amûrên nû yên ku dê berdewamiya wê û veguhestina wê ji nifşên pêşerojê re bêyî ku ji bîrê were jêbirin, mîsoger bikin.