“Bandora lîstikê di pêşerojê de li ser kesayetiya zarok tê xuyakirin”

Jiyana zarokatiyê ji nifşek heya nifşeke din cuda dibe û ev jî vedigere cudahiya jîngehê her wiha riya lîstikên di pêşerojê de jî li ser kesayeta zarokan bandorê çêdike.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

 Minbic- Jiyana zarokan li cihekî û ji nifşekî heya nifşê din cuda ye û ev cudahî ji ber jîngehê ye ku di zarokatiya wan de xuya dike û zarokên gundan ji zarokên bajaran civakîtir in, ji ber ku awayê lîstika komê pir bandorê li kesayeta wan dike di demeke ku telefon bandorê li jiyana zarokên bajaran kiriye lê zarokên gundan hê jî awayên xwe yên lîstikê diparêzin .

Li gundên bajarê Minbicê yên bakur û rojhelatê Sûriyeyê zarok bi hev re dilîzin ne xerîb e ku mirov zarokek bibîne li pey hev dibezin û bi keviran "memlekakê " ji xwe re ava dikin û ew bi pênc stûnan "el-saqla "dilîzin û fotbolê her dem li her derê amade ye, lîstika (El-Huweydî) ku endameke komê li pey hevalê xwe dibeze heya ku yekî ji wan digre da ku ji binketinê dûr bikeve.

"Ez jî listoka koma bi hevalê xwe re hez dikin bêtir ji lîstika li ser cîhazê jîr"

Rîmas El-Hisên Keça biçûk a 11 salî ku ji gundê El-Mistaha 40 km. li başûrê rojhelatê Minbicê ye, Rîmas got ku ew pola pêncan a dibistana seretayî de ye piştî ku dersên xwe diqedîne derdikeve kolanê û bi hevalên xwe re dilîze û berdewam kir: “Em gelek lîstikan dilîzin her wiha ez û hevalên xwe weke fotboll, kulîlk û lîstika memlekê dilîzin û ez hez nakin ku li der cîhazê jîr bilîzin lê ez dixwazin ku bi awayekî kom bi zarokan re bilîzim.

Ebdulezîz El-Hisên yê 10 salî jî wiha da zanîn ku ew jî ji heman gudî de ye û di pola çaremîn a dibistana seretayî de dixwîne û ew qet ji lîstika elektronîk hez nake û wiha domand: "Piştî ku ez ji dibistanê vedigerim û dersên xwe diqedînim ez diçim bi hevalên xwe re (Seqle, Fotboll û El-Huweydî ) dilîzim her wiha em komek zarok bi pênc kevirên di destên xwe de li erdê belav dibin û dilîzin û yên ku rola wî be divê di destên xwe de kevirekî hilbijêre û paşê wan keviran yek bi yek davêje hewayê û  lîstik jî bi qonaxên ku du kes an jî komek kes beşdar dibin pêk tê lê lîstoka Al-Balî, top, an gogê cam lîstikek topek piçûk e. Bi gelemperî ji cam, gil, pola, plastîk tên çêkirin û topên balbalî mezinahiya her yek ji ya din cuda ye û ew lîstokek ji mîrata gelên gundan e. Her wiha li hemû zarokan lîstikeke şitil heye ku ji şaxên daran tê çêkirin û perçeyek plastîk pê ve tê girêdan da ku kevirên piçûk bavêjin.

"Zarokatiya me tijî lîstik û kêfxweşî bû"

Xezna Teyfûr a 90 salî ji gundê El-Azar ê ye ku 2 km. li rojhilatê Minbicê ye. Xezna li ser zarokatiya xwe got ku ew bi lîstoka veşartok û lêgerînê dilîstin û yek ji endamê wê komê çavên xwe digirt û heta ku wan xwe vedişart paşê diçû li wan digeriya û wiha pêde çû: "Me lîstika memlekê dilîst ku komek çargoşe li ser erdê xêz dike û her dide ku bi lingekî kevirkî piçûk bigihîjîne çargoşeya dawî û me lîstika gur û pez û şivan jî dilîst ku komek ji zarokan rola pez dilîstin û yek ji wan jî rola gur dilîst ji bo ku dema em ji mal derkevin me birevîne her wiha zaroktiya me tijî lîstik û kêxweşî bû, em bi dapîra xwe re li binê darê rûdiniştin û wê dest bi vegotina çîrokan ji me re dikir. Çîrok tijî dîwan bûn jiyana me ya berê di warê têkiliyên civakî de ji jiyana vê nifşê xweştir bû ."

"Di vê demê de her kes bi telefona xwe mijûl e û guh nade kesên derdorê"

Eyûş El-Ebdullah a 50 salî ji heman gundî ye li ser zaroktiya nifşê xwe dibêje ku lîstikên herî zêde di zaroktiya wan de cezqa, fotboll û memeleke bûn û wan ev lîstik bi zarokên cîranên xwe re parve dilîstin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di dema me de nasîn û têkiliyên me bi cîran û xizmên me re  bêhtir xurt bûn, pir cûdahî di navbera nifşê me û nifşê niha de heye wê demê her tişt peyda nedibû jiyan hêsan nebû û piraniya malbatan feqîr bûn  lê niha her tişt peyda dibe ji zarokan re wekî kirêş, dibistan û lîstik lê têkiliyên civakî gelekî qels in û ev yek ji ber derketina telefonê ye ku zarok piraniya dema xwe bi telefonan diborînin di dema berê de êvaran ji me re behsa efsane û çîrokan dikirin, mirovek diaxivî û her kesê lê guhdarî dikir lê îro her kes bi telefona xwe re mijûl e û guh nade kesên derdora xwe."

Dayik divê çawa zarokên xwe ber bi şêwazên lîstika rast ve bibin?

Rabia Bekro dayika çar zarokan e û ji bajarê Minbicê ye ragihand ku piraniya zarokan îro gelek caran telefonê bi kar tînin lê gelek dayikan ev pirsgirêk fêm kirine û zarokên xwe jê dûr dixin û wiha lê zêde kir: “Piraniya zarokan îro tdlefonê pir bi kar tînin û zarokên min di nav piraniyê de ne û ev tiştekî şaş e  ji ber vê yekê min ew ji van lîstikan dûr xistin, min gelek zehmetî kişandin ji bo ku zarokên xwe ji telefonê dûr bixim lê dema ku telefon bi şarjê tê girêdan jî bêyî destûra min bi kar tînin û şer dikin ku kî yd yekem bilîze lê min lîstokên destan ji wan re aniye û ji wan re dehil, kile, werîs û lîstikên ku fikir û aqilê wan geş dike wek lîstika ku li gorî tîpan an jî hejmaran çêdikin aniye."

Rabaa Bekro bi lêv kir ku mirov dikare mijara telefonê bi awayekî rast pêk bîne lê reklamê ku li ser derdikeve dibe pirsgirêk û ji temenê wan re mûnasib e û bandoreke neyînî li ser wan dike û wiha got: “Zarok li ser tiştan pir meraq dikin ku nas bikin ji ber vê yekê bikaranîna wan a telefonê bêyî çavdêrî ji bo wan xeternak e û divê dê û bav li ser vê yekê hişyar bin divê her malbat zarokan ji telefonê dûr bixe û ber bi alternatîfek ku geşepêdana raman û aqilê zarokê zêde dike lê ger rê bidin zarokan ku her tim telefonê bi kar bîne wê bandoreke neyînî lê bibe, wek otîzm û kêmkirina nêrîna çavan.

Rabia Bekro di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku dayîna her tiştê ku zarok dixwaze evîna wî nîn e û wiha got: "Dayîna zarokê her tiştê ku ew dixwaze ne delîla evîna wî ye, dê û bav rê didin zarokên xwe ku telefonê bi kar bînin da ku dilê wan xweş bikin lê ew dikarin bi rê û lîstikên din kêfa zarokê xwe bînin ji ber ku awayê lîstinê li ser kesayetiya zarokan di pêşerojê de xuya dike."