“Armanca min ew e ku ez îstîsmar, şîdet û binpêkirina mafan nîşan bidim”

Lîstikvana şano û sînemayê Arîn Sîbel Arslan, diyar kir ku ew bi xebatên xwe hewl dide şîdeta li dijî jinan, îstîsmara zayendî, binpêkirina mafên LGBTÎ+ yên bûne hedefa sûcên nefretê û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê nîşan bide û dibêje: “Li welat ji bo hilberînê, bi taybetî jî ji bo hilberîna bi awayê rast ne qad, ne çavkanî ne jî piştgirî heye. Ez û kesên wekî min, em tên ba hev û hewl didin tişteke bê derfet biafirînin lewre em neçar in wisa bikin.”

 
Zeynep AKGUL 
Ankara- Arîn Sîbel Arslan a ku di zarokatiyê de bala wê sînemayê kişandiye, ji Beşa Mamostehiya Înglîzî ya Zanîngeha Çukurovayê mezûn bûye. Piştî mezûn bûye çûye Îtalyayê û li wir, li Lîseya Edebiyatê ya Giuseppe La Farinayê mamostehiya tirkî û înglîzî kiriye. Her wiha ji bo zarok û mezinan jî hem li ser ziman hem jî ser çandê workshoplan li der xistiye. Arslan a ku piştî 2 salan vegeriyaye Tirkiyeyê, niha tevî lîstikvaniyê, li dibistanên taybet ên cur be cur mamostehiya înglîzî, xebatên şanoya înglîzî û dramayê dike. Em bi Arslan re li ser lîstikvanî û rêwîtiya wê ya jiyanê axivîn.
• Hûn çawa ji beşa memostehiya Înglîzî ya Çukurovayê mezûn bûne hatine Îtalyayê. Hûn çawa çûn çûn Îtalyayê? Hûn dikarin hinek behsa mayîna xwe ya li Îtalyayê bikin? 
Temênê 21 salî bû ez ji zanîngehê mezûn bûm. Bi rastî nizanim min çawa dest pê kir, çawa xwend û çawa xilas kir, baş nayê bîra min. Tu carî xeyala min a mamostehiyê tunebû lê pergala em di navê de ne, dema ku tu ciwan bî, te digre ber çerxên xwe, dipeçixîne û parçe dike û bi gotina ‘Temam tu bûyî!’ te di aşê xwe de dihêre. Dema ez xwendekar bûm, min ji xwe re digot ‘çi karê min li vir heye?’ Dema ku zanîngeh xilas bû min ji xwe re got ‘min çi kir niha?’ Ev hest di demên dawî yên zanîngehê de bi min re zêdetir bû û min ji xwe re got; ‘Deqeyek, xeyalên min hebûn divê ez vegerim cihê xeyalên xwe.’ 
Îtalya yek ji van deran bû, xeyala min a zarokatiyê bû. Min ji bo projeyek Yekitiya Ewropayê serlêdan kir, wan deman ev proje hê nû li welat dihatin zanîn û haya gelek kesan ji wan tunebû. Serlêdana min pejirandin û ji bo heşt mehan çûm Sîcîlyayê. Min bo asîstaniya ziman şandin lîseyeke edebiyatê. Li wê derê ez li ser ziman xebitîm, ev xebat zêdetir li ser çand û ziman bûn. Ji derveyî zanîngehê jî ez bi xwendekaran re bûm, tev bûbûn hevalên min lewre di navbera me de du sal cudahiya temen hebû. Me bi hev re demên pir xweş derbas kirin. Di dema ku ez ê vegeriyama Tirkiyeyê de ji dibistaneke din teklîfa kar li min kirin lê dîsa jî ew hesta ‘cihê lê me ne aydê min e’ bû sedema mayînê lewre aqil û dilê min li cihekî din bû. Bi vê awayê maceraya min a Îtalyayê bi dawî bû, ez vegeriyam welat. Çardeh sal di ser re derbas bû lê hê jî têkiliya min bi xwendekarên wê derê re didome, dostaniya me baş  û xweş e. 
• Wekî mamosteyek maceraya we ya bi şano û sînemayê re çawa dest pê kir, we çawa biryar da hûn bibin lîstikvan? Ya ku îlham da, we domîne kir, berê we da vê riyê çi bû? 
Ez jî versiyonek cuda ya vê pirsê carna ji xwe dipirsim. Dibêjim ‘Arîn, tu hê zarok bûy te biryar girtibû bibî lîstikvan, di vê riyê de te çawa mamostehî xwend?’ Lîstikvanî, bi taybetî dika şanoyê, ji salên dibistana seretayî ve hebû. Vekirî bibêjim di vê mijarê de kengê daxwaza min çêbû baş nayê bîra min lewre di zarokatiya xwe de jî ez her dem li pêşiya mîkrofona dikê û her tiştê xwepêşandayînê bûm.
Bi destpêkirina dibistanê re, min her tiştê têkildarî reqs, muzîk û dikê bi hev re kir. Di koma bando ya dibistanê de, di koma lîstikên gel de, di nûnertiyên musamereyê de, di koma kareteyê de, di xwendina helbestan û koroya dibistanê de her dem ez hebûm û qet biyanî nebûm ji van karan re. Niha dema ez difikirim, dibînim ku karê aqil nîn e. Wan deman di televîzyonan de lîstikên Şanoya Nejat Uygar dihatin weşandin, dema lîstikê dest pê dikir, ez li ber televîzyonê rûdiniştim, qet ranedibûm. Ji çend roj berê ve min ji dayika xwe û bavê xwe her dem pirs dikir ka dê lîstik kengê werin weşandin. Ez wan deman pir biçûk bûm lê niha dema ku difikirim tê bîra min ku dika min cara yekem dîtibû, lîstikvanên li ser dikê ew bûne. Dibe ku çirûska destpêkê wiha vêketibe di dilê min de.  
“Li ser navê cudabûnê bêrêzî li metn û îdeaya nivîskar tê kirin”
• Di vê navberê de dema em li lîstikên we yên ku heta îro hatine pêşandan, plana pişt lîstikan û pêvajoya çêbûna wan dinêrin, dibînin ku li ser navê cerebeyên nû gelek xîret nîşan daye. Bawer im hûn xebatên atolyeyê û çalakiyên wekî workshopê jî li dar dixin...
Huner û estetîka di hunerê de;  tişteke guherîner e. Ji ber vê yekê divê her karê ku em dikin, tişteke nû lê zêde bikin lê ev xeta zirav cihekî pir bi xeter e lewre bi navê nûbûnê, di salên dawiyê de dûrbûna ji tişta esas, heta jibîrkirin, bi taybetî di navbera şanogerên ciwan de wekî nexweşiya ûr zêde dibe. 
Di lîstikan de îdeayek ku nivîskar dixwaze ji we re bibêje heye, banekî dramatîk ê ku divê lîstikê xirab neke heye. Ev yek wekî mêjiyê nav hestiyan mirov, lîstikê û hemû hêmanên wê li piyan dihêle. Îcar bêyî ku mirov dest bide van cewheran, em dikarin wan biparêzin û di nava sînorên diyarkirî şîroveyên nûbûnê bikin lê ev demeke dirêj e çavdêriya min ev e; di bin navê “Cudabûnê” de bêrêzî li metn û îdeaya nivîskar tê kirin. Heta ku hûn klasîkê nizanibin, hûn nikarin modernbûnê fêm bikin, wekî ketina ji banê bêbijin ‘Min kir, çêbû!’ lê dibêjin, bi taybetî derhênerên ciwan vê yekê zêde dikin. Di tu karekî ku ez lîstikvan bûm de ez têkilî kar û şîroveya derhêner nabim, exlaqê şanoyê vê hewce dike. Beriya sê salan, di koma me ya şanoyê ya ku me bi hevalê min ê derhêner Nurî Nalbantoglu re saz kiribû de ji bo em vê exlaq û van cewheran biparêzin, her dem pir baldarî hereket dikin. 
Belê, ez atolye û workshopan jî dikim. Bi ziman û dikê yan jî di mijarên ku ez baş dizanim, ziman û dikê dikin yek û mijarên ku ez baş nizanim lê me hemûyan têkildar dikin de çalakiyan li dar dixim. Bi rastî dixwazim şîdet û îstîsmara zayendî ya li dijî jinan; binpêkirinên mafên LGBTÎ+ ku dibin hedefa sûcên nefretê û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, di xebatên xwe de nîşan bidim. Mixabin gavên ku li ser navê başkirinê tên avêtin, gelek astengiyan di nava xwe de dihewînin. Mirov ji bo zimanê xwe yê dayikê hîn bibin, gelek zorî û zehmetiyan dikşînin. 
“Li welat ji bo hilberînê ne qad, ne çavkanî ne jî piştgirî heye”
Dînamîkên jiyanê yên Arîn Sîbel Arslan û wekî lîstikvan xalên hûn jê xwedî dibin çi ne?
Daxwaza hilberandina dînamîka herî bi hêz heye lê ez baş têr nabim. Dema nikarim biafirînim, têk diçim, dema diafirînim jî ruhê min geş dibe. Di mercên niha de jî, li cihekî di navbera wan her duyan de diçim û têm lewre li welat ji bo hilberînê, bi taybetî jî ji bo hilberîna bi awayê rast, ne qad, ne çavkanî ne jî piştgirî heye. Em bi kesên wekî min re tên ba hev, tişta bê derfet diafirînin lewre em neçar in vê bikin. 
Wekî lîstikvan, xalên ez bi wan xwedî dibim, bi awayê ji hundir ber bi derve ve cuda dibe. Lîstikvanek beriya her tiştî bi cewherê xwe heye. Ango bi pirsa ‘tu kî yî, ez kî me?’ hewl didim cewhera xwe bi bîr bînim, zêdetir kûr bibim. Heta ku hûn nebînin dendika we ya jiyanê li ku ye, hûn nikarin bigihîjin cihên hûn dixwazin li wan bin. Ji ber vê yekê ji bo min, cihê ez jê xwedî bûme Çukurova ye. Ez li Çukurovayê mezin bûm, zaroka wê derê me lê kokên min Rojhilat e, wê demê cihê min ê duyemîn jî Rojhilat e. Ez jineke ji ji Rojhilat û Çukurovayê me. Rawestgeha min a sêyemîn jinbûna li vî welatî ye. Wekî vana tişten hundirîn ên ez bi wan xwedî dibim hene.
Aliyê ku ez dibêjim derveyî jî, nihêrin û lêkolînkirina mirovên di dîrokê de di warê hunerî de karên baş kirine û her dem xwendin e. Dibe ku ez bikaribim di warê xala xwedîbûnê de tişteke pir şexsî bibêjim. Min xwe dîtiye nedîtiye, tişteke ku min her dem kiriye û tu carî neqediyaye heye; ez temaşe dikim. Wekî ku hemû cîhan, mirov derketibin ser dikê dilîzin û ez jî lîstikvan im. Tişta ku ez pir jê hez dikim ew e ku dema haya mirovan ji wan tune be li wan temaşe bikim. Wekî ku li fîlm temaşe bikim, li wan temaşe dikim; pir bi heyecan, bi tirs, bi efsûn û di heman demê de jî aciz dike. Carna dema li wan temaşe dikim, hîs dikim ku dikevim nava serê wan û ruhê wan. Bawer im ev hînbûyîna min, lîstikvaniya min ne di asta têgihîştinê de lê ji derveyî wê heta tu bibêjî xwedî dike.
“Ev yek serhildan e!”
• Wekî lîstikvaneke ku şanoya alternatîf dike fikarên we yên ji bo pêşerojê çi ne?
Jixwe li vî welatî derketina şanoya alternatîf ji ber fikarê bû. Şanogerên heyî yên ji karên dikin têr nabin, berê xwe dan awayên xweşêşandanên alternatîf. Ev yek serhildanek e. Li Tirkiyeyê bihêle şanoyên alternatîf bi awayekî ji fikaran xwe rizgar bikin; ger hûn difikirin ku dûr dikevin jî hûn xafil in. Her wiha ev tenê ne ji bo şanoyan, ji bo hemû qadên jiyanê derbasdar e. Ji ber wê bêyî ku hûn bikevin tarîtiyê, tişta ji dest we tê divê hûn baş bikin. Dibe ku ya herî baş ji destê me were têra tiştek ku çêbibe neke, girîng nîn e, mesele her dem encam nîn e, ya girîng ew e ku mirov rêwî be.
• Di şano yan jî sînemaya cîhanê de herî zêde tiştên hûn ji wan hez dikin çi ne û di navbera wan de we dixwest herî zêde di ku de rol bigrin? An jî îdoleke we ya ku hûn dixwazin pê re bilîzin heye? 
Mixabin derfeta me çênabe ku em li ser dikê li şanogerên cîhanê temaşe bikin lê em dikarin li rexneyên ku li ser lîstikan hatine nivîsîn, li ser înternetê bixwînin. Di dema karantînayê de li tevahiya cîhanê hin saziyên navdar û serkeftî li ser înternetê şansa temaşekirina lîstikan dan, ji derveyî vê em nikarin li wan temaşe bikin û ev şans dîsa bi saya ekranan bû. Ji ber wê ez nizanim mirov dikare çiqas şîroveyek rast bike. Derfet çêbû ku ez li şanoyên Rûsya, Ukrayna û Gurcistanê temaşe bikim. Dibe ku şîrovekirina ekolan zêdetir rast be. Ez jî ji ber ku ji ekola Rûs têm, bi taybetî lîstikvanên Gurcî û Rûs pir diecibînim û dikarim bibêjim xalên ku ez dixwazim di lîstikvaniyê de bigihîjim wan ev in. Li aliyê din lîstikvanên Înglîz li pêş kamerayan jî tiştên gelek baş afirandine, ev yek jî koka xwe ji dikê digre. Ji bo sektora li wir ev girîng e, dixwazin ji ser dikê hatibin û yên herî serkeftî jî ji navbera kesên li ser dikê derdikevin. Li aliyê din, şanoya Rojhilatê Dûr û lîstikvanên wê hene lê ji ber ku ji erdnîgariya me pir dûr e haya me ji wan tune ye. Ev lîstikvan perwerdeyên gelek baş dibînin gelo temaşekirina wan dê tişteke çawa be?
“Proje hatiye sekinandin”
• Niha projeyên ku hûn li ser dixebitin çi ne?
Ev demek e ez li Atolyeya Hunerê ya Art Niet dixebitim. Projeyên ku em li ser wan dixebitin û hem ên kamera hem ên dikê hene. Niha perwerdeya me ya Înglîzî heye. Her wiha koma me ya perkusyon ku ez jî wekî beşdar tevli dibim heye, çar meh in em xebatên xwe yên muzîkê didomînin. Piştî ku me lîstika Şanoya 70DK çêkir em dixwazin lîstikek din çêbikin lê ji ber ku ne piştgiriyek taybet ne jî ya dewletê heye, proje hatiye sekinandin. Ji derveyî van ji ez pirtûkeke ku ji bo min girîng e werdigerînim.
Sanat Atölyesinde farklı çalışmalar yapıyorum. Üzerinde çalıştığımız ve henüz proje aşamasında olan hem sahne hem kamera projeleri var. Hali hazırda devam eden İngilizce eğitimimiz var. Ayrıca benim de katılımcı olarak yer aldığım kadın perküsyon grubumuz var, dört aydır müzik çalışmalarına devam ediyoruz. Tiyatro 70DK’nın ilk oyununu yaptıktan sonra yeni bir oyun yapmak istiyoruz ama ne özel ne de devlet desteği bulamadığımız için proje askıda bekliyor. Bunların dışında benim için önemli olan bir kitap çevirisi yapıyorum.