Kovarên jinan di Pêşangeha Şehîd Herekol de eleqeyek mezin dibînin

Di 8’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan de beşdariya zêde ya jinan balê dikşîne. Kovara “Afaq Almaraa” (Asoyên Jin) û Akademiya Jineolojî destnîşan kirin ku ew dixwazin bi pêşengehê bal bikşînin ser berhem, zanist û ronakbîriya jinan û belav bikin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo-  Çalakiyên 8’emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve û bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cezîrê di bin dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêwazê jiyanê” di 15’ê Cotmehê de li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Pêşengeh ji bo bîranîna nivîskar Herekol, di sala 2017’an de yekem car hat lidarxistin û ji wê demê ve salane tê lidarxistin. Navê “Şehîd Herekol” xwe dispêre navê nivîskar, helbestvan û şoreşgerê Kurd Hisên Çawîş (Herekol) ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Herekol li Rojavayê Kurdistanê di nava gel de gelek xebat dabû meşandin, asoyên wî yên nivîskî berfireh bûn. Di heman demê de di zindana dewleta Tirkiyeyê de jî nêzî 15 salan girtî mabû. Herekol di 19’ê Tîrmeha sala 2016’an de li bajarê xwe Dêrikê jiyana xwe ji dest da.

Ji sedî 25 berhemên jinan in

Di pêşangehê de 54 weşanxane bi giştî 143 hezar pirtûk û li çar aliyên Kurdistanê, ji Sûriye û ji welatên cuda (Misir, Belçîka, Kuweyt, Îtalya, Îmarat) beşdar hene. Bi zimanên cuda Kurdî, Erebî, zaravayê Soranî, Îngilîzî, Frensî, Rûsî, Suryanî û Ermenî pirtûk hene. Pêşengeh dê heta 22’ê Cotmehê berdewam bike. Hêjayî gotinê ye ku beşdariya jinan ango berhemên wan li gorî sala borî baştir in, îsal ji sedî 25 ji bo berhemên jinan hat diyarkirin.

Kovara “Afaq Almaraa” bi 9 jimaran beşdar bûye

Beşên xweser ên jinan di pêşangehê de tên dîtin, rengê jinan di hola pêşangehê de xuya dike. Kovara “Afaq Almaraa” (Asoyên Jin) ji roja yekem ve li pêşangehê amade ye û hemû hejmarên xwe yên bi zimanê Erebî ku naveroka wan tevahî li ser jinan e û hatine çapkirin, pêşkêş dike.

Sernivîskara kovara “Afaq Almeraa” Nêrgiz Îsmayîl ji ajansa me re tevlibûna jinan nirxand, destnîşan kir ku li gorî şert mercên ku salane diguherin, ev hejmareke baş e û wiha pê de çû: “Cihê kêfxweşiyê ye ku kovara me jî beşdar bûye, sala borî em tenê bi 3 hejmaran beşdar bûn lê îsal em bi nehan hejmarên xwe beşdar bûne. Derfeteke dîrokî ye ku em bikaribin pênûs û asoyên jinan li ser asta Sûriye û cîhanê belav bikin. Dema ku kovar nivîsên jinan pêşkêş dike, bêguman ji bo pêşxistina civakê ye. Eger jin zana nebin, di mêjî û asoyên xwe de azad nebin dê civak jî zane û azad nebe.”

‘Divê bi riya pirtûkan pêşketina zanîn û rewşenbîriyê pêş bixin’

Nêrgiz Îsmayil da diyarkirin ku ew dixwazin rolek di belavkirina rewşenbîrî û zanista jinan de bilîzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêşangehê de gelek berhemên girêdayî jinan ên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin hene. Girîng e em bikaribin li ser rûpelan û bi riya vê pêşangehê, zanistî, rewşenbîrî û ronakbîriya hizrên jinan belav bikin.”

‘Rengê Jineolojiyê taybet diyar e û bala hemû kesan dikşîne’

Ji bilî kovara Asoyên Jin, Akademiya Jineolojî jî xwedî cihekî taybet e û bi berhemên xwe yên nû bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî beşdarî pêşangehê bûye. Balkêş e ku dema mirov diçe pêşangehê, yekser çav li vî beşî dikeve. Ya ku zêde jî bala mirov dikşîne ew e ku mêr berê xwe didin maseya Jineolojiyê û pirtûkan daxwaz dikin.

Endama Akademiya Jineolojiyê Rojîn Îbîş di vê der barê de dibêje ku rengekî taybet ê Jineolojiyê di pêşangehê de heye û wiha pê de diçe:Ev pêşangeh dikare rola balkişandina ser Jineolojiyê bilîze. Ne tenê ji bo jinan, em dibînin bala mêran jî dikşîne, dixwazin fêm bikin û pirtûkên ku me pêşkêş kirine bixwînin. Ji bilî berhemên salên borî, îsal Jineolojî bi 6 berhemên nû beşdar dibe.”

‘Şopa Nagîhan Akarsel di pêşangehê de hebû’

Nagîhan Akarsel jineke Kurd bû, di gelek waran de pêşengî kiriye, di belavkirina zanista jinan de roleke girîng di Akademiya Jineolojiyê de dilîst. Weke tê zanîn, Nagîhan Akarsel di sala 2022’yan meha Cotmehê de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel û bersivdayîna dijminên zanista jinan, Akademiya Jineolojî pirtûka Nagîhan Akarsel a bi sernavê “Kul Kokusu” (Bêhna Xweliyê) bi zimanê Tirkî çap kir.

Rojîn Îbîş destnîşan kir ku berhemên Nagîhan Akarsel û hemû jinên pêşeng di jiyan û xebatên wan de amade ne û wiha bi dawî kir: “Me dixwest şehîd Nagîhan Akarsel jî bi me re bûya lê mixabin... Ev pirtûk yek ji berhemên wê ye, tê de kurteçîrokên ku nivîsandine hene. Weke bîranîn me xwest di nav me de berhemên wê amade bin û her kes bikaribe bixwîne.”

Pênaseya şoreşê û serpêhatiyên jinan

Bêguman li kêleka wê, pirtûkên bi sernavên ku pênaseya Jineolojî û bingehên wê dike hene. Di heman demê de pirtûkên ku balê dikşînin ser şoreş, serpêhatî û dîroka jinan ku bi pênûsên nivîskarên di Akademiya Jineolojiyê de hatine nivîsandin hene.