'Armanca Fîlmamed ew e ku bîra civakê ji asîmîlasyonê biparêze'

Rojhilat Aksoy a ji bo 8’emîn Festîvala Fîlmên Belgefîlman a Fîlmamed ku piştî navberek dirêj dê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kir, armancên xwe bi van gotinan vegot: "Divê li dijî asîmîlasyonê bîra civakî zindî bimîne.”

Amed – Serlêdanên ji bo 8’emîn Festîvala Fîlmên Belgefîlman a Filmamed a ku ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn ve di navbera 27'ê Îlonê û 1'ê Cotmehê de bê lidarxistin, di 3'ê Tîrmehê de dest pê kirin. Hemû belgefîlmên ku ji ber hemû sedeman tên sansurkirin, nehatina pêşandan, êrîş û heqaretê li nasnameya etnîkî, olî, zayendî û çandî nekin, dê bên qebûlkirin. Dîroka dawiya festîvalê ku bi berhemên 2020’an û piştî ve dikarin serlêdan bikin, 31 Tîrmehê ye. Festivala ku cara ewil di sala 2011’an de û herî dawî jî di sala 2019’an de hat lidarxistin, ji ber pandemiyê navber hatibû dayîn. Festîvala ku dê cara 8’emîn bê lidarxistin dê îsal mazûvaniya gelek belgefîlm, fîlm û derhêneran bike.

Endama Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Rojhilat Aksoy a der barê festîvala ku her sal bi hezaran kes beşdar dibin de axivî, diyar kir ku festîval dê li ser naveroka ziman, çand, azadiya jinan û ekolojiyê be. Rojhilat Aksoy, diyar kir  wek salên berê îsal jî li bendê ne ku beşdariyeke xurt çêbibe, hemû hezkiriyên sînema û belgefîlmê vexwend festîvala ku dê bê lidarxistin.

'Sînema derfeta parastina çand û nasnameyê misoger dike’

Rojhilat Aksoy diyar kir ku festîval li ser esasê parastin û xurtkirina bîra kolektîf naverokê diafirîne û wiha axivî: “Çanda Kurdî, di nava dorpêça qirkirinê de ye, ji ber vê jî armanca meya sereke ew e ku em li dijî vê bîra civakî zindî bihêlin. Belgefîlm an jî sînema derfeta vegotin û parastina nasname û mîrasa çandî ya gelê Kurd misoger dikin. Dikarin dîrok, kevneşopî, ziman û şêwaza jiyana gelê Kurd bi belge bikin û ragihînin nifşên pêşerojê.

Her wiha sînemaya belgefîlm der barê zehmetiyên gelê Kurd û hemû komên din ên civakî yên ku ji aliyê hikûmetê ve tên hedefgirtin de hişyariyê ava dike. Dikare mijarên wekî binpêkirina mafên mirovan, pêvajoyên siyasî û neheqiya civakî bigre dest û di asta neteweyî û navneteweyî de zanîn û hişyariyê bilind bike. Ji aliyê din ve ji bo fêmkirina belgefîlman, dîroka alternatîf a civakan, têkoşîna siyasî û dînamîkên civakî dikare bibe çavkaniyek girîng.”

'Em ji bo festîvalê tu sînoran nadaynin’

Yekemîn festîvala ku dê piştî demeke dirêj bê lidarxistin, di navbera 18-24'ê Nîsana 2011'an de hatibû lidarxistin. Festîvalê bi fîlma "Em Kurd" a di sala 1982'an de hatibû kişandin dest pê kiribû. 40 fîlmên ku di nava nêzî 70 fîlman de hatibûn hilbijartin, tevahiya hefteyek hatin nîşandan. Festîval her sal ji bo pirsgirêkeke civakî hat diyarîkirin û tevî hemû astengiyan jî domiya. Îsal jî belgefîlm û fîlmên ku hatin qebûlkirin dê hefteyekê li ser sehneya Fîlmamed bin.

Rojhilat Aksoy bi van gotinan behsa naveroka festîvalê kir: “Piştî ku di sala 2019’an de festîvala 7’emîn hat lidarxistin, hem ji ber pêvajoya siyasî hem jî ji ber pandemiyê, em neçar man navber dibin festîvalê. Lê festîvala me her dem di rojeva me de bû, di encama nîqaşên me de me biryar da ku îsal dîsa em festîvalê li dar bixin. Naveroka festîvalê dê hinek jî naveroka belgefîlman diyar bike. Em destpêke ji bo fîlmên ku ji bo festîvalê bên şandin, sînorek danaynin. Derdê me yê sereke ew e ku em li dora naverokên bingehîn ên wekî parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî, azadiya jinan û ekolojî pêşxistina naverokê, çêkirina naverokê azadiya jinan û ekolojiyê naverok ava bikin.”

'Em bi kelecan li benda fîlman in’

Rojhilat Aksoy li hezkiriyên sînemayê banga tevlibûna festîvalê kir û wiha axivî: “Bêguman em di vê mijarê de, hemû sînemahezên ku belgefîlman çêdikin, temaşe dikin û eleqedar in vedixwînin beşdarî festîvala me bibin. Ger derhênerên me fîlmên xwe bişînin festîvala me ya ku dê bi kedeke mezin were amadekirin, em ê kêfxweş bibin. Tevlibûna festîvalên me yên berê zêde bû, em îsal heman eleqeyê ji hezkiriyên sînemayê hêvî dikin. Em dizanin ku şopînerên Fîlmamed bêriya festîvala fîlmên belgefîlman a Fîlmamed kirine. Di vê wateyê de xebat û serlêdanên me bênavber berdewam dikin.”