Şêwekareke bê dest, bi tiliyên lingên xwe xêz dike

Dûa El-Bestatî ya ku ji zaroktiyê de bê dest çavên xwe li cîhanê vekiriye, destûr neda ku bêdestiya wê li hemberî cîhana dixwaze bijî, bibe asteng.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Di cîhana her mirovê/î de bi dehan xeyal hene, bi taybetî jî ew kesên ku ji zikmakî ve astengdar tên cîhanê. Dibe ku ew kesên bê dest, ling, çav û di laşê xwe de kêm bin, ne bê hest, xeyal û armanc in lê nêrîna civakê ji wan re, dihêle ku gavan paşve biavêjin. Nêrîna civakê bandorê li ser kesayeta mirov dike, bi taybetî di aliyê ruhî de. Lê yên ku herî zêde pê re mijûl dibin û dixwazin xeyalên wan mezin bikin, bigihîjin astekê ku bibin bersiva civaka wan bê hêz didît, hene. Însan di laş de astengdar e lê di fikir, hiş û baweriya xwe de saxlem e û ji mirovên xwedî aqil bêtir dihizirin û ji bo rengdayîna cîhana xwe, dikarin her tiştî bikin. Di vê nûçeya xwe de jî me xwest serpêhatiya şêwekareke jin, xwedî îrade, hemû vîn û bawerî ye Dûa El-Bestatî nas bikin. 
Dûa El-Bestatî kî ye?
Jineke 30 salî ye û ji 10 xwişk û birayan a herî biçûk e. Li Taxa El-Meyadîn a Şamê çavên xwe li cîhanê vekiriye. Di 12 saliya xwe de, derbasî Dibistana El-Emel ango Hêvî ya Astengdarên Bedenî bûye. Xwişka Dûa xwest behremendiyekê jê re ava bike û hez kir ku ew xêz bike. Ji lewre nîgarên zarokan jê re dianîn û Dûa xêz dikir. Da ku hîn bêtir di nîgar xêzkirinê de xurt bibe, bi rengekî fermî derbasî peymangehê bû û ji wir derbasî Fakulteya Hunerên Bedew bû û bi ser ket. Niha Dûa hunermendeke plastîk a Sûriyeyê ye ku bi lingên xwe xêz dike û li ser cam, hevrîşim û kumikan xemilandinan çêdike ku wê bigihîjîne cîhanê. 
"Gotina keça astengdar qebûl nakim"
Dûa di destpêka axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Ji zikmakî ve ez bê  dest hatime cîhanê lê ez qebûl nakim ji min re bêjin; keça astengdar. Ez tu carî bê hêvî nebûme û nejiyame, her dem bi hêvî bûm ku ez ê nêrîna civakê ji kesayeta xwe re biguherînim û hunera xwe nîşanî wan bidim."
Dûa bi evîneke mezin, bi firçe û rengên xwe yên ku cîhanê ji tarîtiyê derdixe re dibe yek. Dûa wiha behsa çawaniya xêzkirina bi lingan kir: "Li ser sofa xwe ya malê rûdinêm, lingê xwe yê rastê dirêj dikim, da ku firçeyê bigrim û bi tiliyên wê dest bi afirandinê bikim."
"Li hemberî hemû zorî û zehmetiyan rûyê min bi ken bû"
Dûa da zanîn ku bi kenê xwe bersiva nêrînên civakê dide û wiha domand: "Ji destpêkê ve ez girîngiyê nadim gotinên civakê, ji ber ku civaka me civakeke dixwazin ku mirovan bişkînin. Lê ez ewqasî guh nadim, berovajî gotinên ku ji min re dikin, ez bi kenê xwe derbas dikim. Kenê min, dibe bersiva hemû rexne û gotinên bi êş ên ku ji min re dikin. Ji ber însan guh bide gotinan, wê nikaribe pêşeroja xwe jî xêz bike û ava bike."
"Xêzkirin, vegotina hest û xeyalan e"
Dûa da payin ku xêzkirin vegotina xeyal û hestên mirovan e û wiha pêl da gotina xwe: "Min xêzkirin hilbijart ji ber ku bi saya wê, min dikaribû her tiştê di hundirê xwe de vebêjim. Dibe ku carekê du caran bi min re nexweş derketibe lê ez bi îsrar bûm ku nîgareke xweşik tijî hest çêbikim. Xêzkirina her nîgarê xwedî çîrokek e. Ez her cure xêzkirinê çêdikim, mînak xêzkirina li ser daran û li ser camê jî xêz dikim."
"Li erdê rûdiniştim û min nîgar xêz dikirin"
Dûa zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimîne wiha bi bîr xist: "Her tişt ji mirovan re zemhet tê lê ya min ji zaroktiyê de ez zehmetiyan ji  xwe re nakim kelem. Bi pey wan dikevim ku wan zehmetiyan veguherînim hêsantiyê. Mînaka herî biçûk û zehmet jî ew bû ku li fakulteyê cihekî ez lê birûnim tunebû, ez li erdê rûdiniştim ku bixwînim û xêz bikim."
"Têkiliya jinan û hunerê, têkiliyeke hevgirtî ye"
Dûa got ku têkiliyeke hevgirtî di navbera jin û hunerê de heye û wiha pê de çû: "Jin û huner têkiliyeke ne normal di navbera wan de heye. Ji ber ku jin û huner hev temam dikin. Bi rêya hunerê hest, daxwaz û xeyalên mirovan dertînin holê. Dibe ku gelek jin nikaribin qala tiştên di hundirê xwe de bikin. Lê bi rêya xêzkirina nîgaran û helbestan, dikare wê bêyî ku biaxive nîşan bide. Bêyî tirs û bi vîneke pir mezin dikare hemû derdorê xwe, şîn bike û hêviyê belav bike."
"Her wêneyek çîrokeke bê ziman e" 
Dûa da xuyakirin ku her wêneyek çîrokeke wê heye û wiha domand: "Di her wêneyekî de peyamek heye û çîrokeke wê heye. Bi rêya her wêneyeke jinan ez dixwazim peyamekê bidim ku jin dikarin, ruxmî hemû zorî û zehmetiyan rêyeke ji xwe re ava bikin û tê de bimeşin. Carna jî ez behsa kesên sêwî û têkoşîna wan dikim."
"Dixwazim bigihîjim asta şêwekariya cîhanî" 
Dûa da zanîn ku ew dixwaze bi nîgarê xwe bighîjîne asta şêwekariya cîhanî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bêguman, xewna min ew e ku ez xwe bigihînim asta cîhanî. Bi rêya nîgar û wêneyên ku xêz dikim, dixwazim ji mirovan re îsbat bikim ku ez şêwekareke plastîk im ne jineke astengdar im. Di destpêkê de ez beşdarî atolyeyên li Ukrayna, Brîtanya û Urdunê bûm. Di heman wextê de jî ez beşdarî pêşangehên komî û ferdî bûm li Helebê her wiha ez gelek caran jî hatime xelatkirin."
"Hunera wan a veşartî derxin holê, bila cîhanê bixemilînin"
Dûa bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Mirovên bêdest û ling ne astengdar in, xewn û xeyalên wan hene û mîna deryayan in. Divê ku malbat guh bidin zarokên xwe û bihêlin li ser lingên xwe bisekinin û astengdariya wan, nebe kelem li hemberî pêkanîna xewn û xeyalên wan. Divê hunera wan a veşartî, derkeve holê û cîhanê bibîne û bixemilîne. Mafê wê/î heye ku cîhanê bi rengê ku ew dixwaze bibîne. Ez ne astengdar im û ez dikarim gelek gavan biavêjim û bê tirs meşa xwe berdewam bikim."