Şanoya kurdî pirsgirêkên civak û jinan çareser dike

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Golçîn Heso diyar kir ku şanoya Kurdî xwedî girîngiyeke taybet e.

NORŞAN EBDÎ

Kobanê- Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Golçîn Heso diyar kir ku şanoya Kurdî xwedî girîngiyeke taybet e, ji ber ku rasterast bi civakê re di têkiliyê de ye roleke girîng di pêşxistin û perwerdekirina civakan de dilîze. Şanoya Kurdî ku xwedan taybetmendiyek e, vedigere sedsala borî dema ku hin şanonivîsên Kurd hewl dan efsaneyên Kurdî yên naskirî wergerînin berhemên şanoyê her wiha hewl dan folklor û mîrata Kurdî bi xebata şanoyê ve girê bidin. Ew her tim bi zor û çewisandinên ku li ser Kurdan dihatin kirin ve girêdayî bû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin û pêşketina şanoyê

Gelê Kurd di sala 1905'an de bi pêşandana yekem a şanoyê dikaribû dîroka xwe ya şanoyê belge bike, zêdebarî şanoya "Mem û Zîn" a helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî ku beriya zêdetirî sêsed salan hatibû nîşandan û bandoreke mezin li ser gelê Kurd kiribû.

Şanoger û rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Golçîn Heso da zanîn ku xebatên şanoyê pêşnûmayên rastiyê ne û şanoya Kurdî ji aliyê civakê ve rastî qebûlkirineke berbiçav hatiye û wiha got: "Tevî kêşeyên ku beriya şoreşê bi karên şanoyê re rû bi rû mabûn jî şanoya Kurdî şopek li cem gelên herêmê hiştiye û taybetmendiyek xwe li gel Kobaniyan heye. Piştî şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an gel dikaribû xwe di qadên cuda de, di warê hunerî, çandî û şanoyê de bi rêxistin bike, ev jî derfet da nûneran ku performansên serkeftî pêşkêşî gel bikin û şanoyê li hemû herêmên Rojava bi pêş bixin.

 Golçîn Heso rewşa şanoyê ya beriya şoreşê bi bîr xist û got: "Şanoyê li herêmên me tu pêşketinek nedîtibû û çalakî kêm bûn, lîstikên ku bi dizî di Newrozê de dihatin pêşkêşkirin, endamên wê bi dizî li mal û gundên dûr perwerde digirtin lê piştî şoreşê pêşandan bi giştî û awayekî eşkere bûn, festîvalên şanoyê û kursên lîstikvaniyê hatin organîzekirin.”

Ji bo civaka Rojava girîngiya şanoyê

Der barê girîngiya şanoyê di civaka Kurd de, Gulçîn Heso dibêje ku şano li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku kar dike ku aliyên êş û azarên gelê Kurd nîşan bide, ji neheqî û çewisandina ku rastî wan hatiye di dirêjahiya dîrokê de û wiha domand: "Şano ji bilî danûstandina bi gelên cîhanê re û danûstandina bi çandên cuda re yek ji girîngtirîn riyên ragihandina êş û azarên gelan û pirsgirêkên wan e. Şano wekî "neynika civakê" ye, rastiya her gelî nîşan dide. Dema komek şanoyê karekî pêşkêş dike, pirsgirêkên hemû kom û pêkhateyên civakê radixe ber çavan. Şano qada herî berfireh a ragihandina rastiya me ye.”

Der barê zehmetiyên li pêşiya şanogeran derdikevin de, Gulçîn Heso anî ziman ku jinên Kobanê hîn jî bi hin astengiyan re rû bi rû dimînin wek redkirina civakê, yan jî lîstina rolên ku di pêşkêşkirinê de wêrekiyê hewce dike.

Golçîn Heso destnîşan kir ku bi armanca pêşxistina şanoyê di rojên pêş de, şano li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hewceyî xebateke xurt û sazkirina pêwendiyan bi hezkiriyên şanoyê re ye li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derveyî welat. Her wiha bal kişand ser pîrozbahiya roja cîhanî ya şanoyê ku di 27ê vê mehê de ye û wiha got: "Em xwe ji bo Roja Cîhanî ya Şanoyê amade dikin ku tê de şanoyên cuda pêşkêşî xelkê kantona Kobanê bikin.

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Gulçîn Heso di dawiya axaftina xwe de got: "Em jin hêvî û armancên me yên berferih ji bo pêşxistina hunerê hene û bi taybetî şano. Hêvîdar im hemû jinên ku di şanoyê de xwedî jêhatî ne, tevli bibin û tevbigerin da ku her jin bikare êş û janên civakê parve bikin.”