Şanoya Bizor amadekariya du berhemên şanoyê dike

Rêveberiya komeleya Şanoya Bizor, piştrast kir ku dixwazin du berhemên dramayê li ser pêdiviyên xwe yên xweser bi riya şanoyê pêşkêşî temeşevanan bikin.

REFÎF ESLÎM

Xeza- Di çarçoveya projeyeke xweser de Şanoya Bizor du berhemên dramayî amade kirin. Bi hevkariya komîteya Navdewletî ya Xaça sor, ji bo başkirina derûnî û rehetiya temeşevanan li ser pêdiviyên xwe yên xweser, ji komên temenê wan cuda, ji bo çîrokên xwe bibêjin û balê bikşînin ser zehmetiyên ku dikşînin şanoyên xwe amade dikin.

"Bi riya şanoyê çîrokên xwe ji temaşevanan re vedibêjin"  

Wesam El-Dîrawî Rêveberiya Komeleya "Şanoya Bizor" li ser Şanoya dramayê wiha anî ser ziman: "Projeya heyî armanc dike ku kesên xwedî pêdiviyên taybet di şanoyê de bi riya dramayê çîrokên xwe pêşkêşî temaşevanan bikin û bal kişand ku du karên dê di rojên pêş de werin pêşkêşkirin û şano yek li ser  karê dramê ye, ya din çîroknûsî ye, bi beşdariya nozdeh kesên xwedî pêdiviyên taybet."

"Projeyên ku hatine amadekirin di gelek qonaxan re derbas bûne"
Wesam El-Dîrawî bal kişand ser karê ku li ser projeyê hatiye kirin çend qonaxan derbas kiriye  û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qonaxa yekem li ser guhdana çîrokê bû, pênc rojan domiya, Qonana duyemîn li ser lêkolîna çîrokan bû, ew jî deh roj domiya û ya sêyemîm li ser hilbijartina çîrokeke ku bikin şano bû. Perwerdeya li ser şanoyê deh rojan domiya û di dema kar da bi alîkariya sê dahênerên din, Menal Berekat, Ella Salêm û Henaa El-Xol pêk hat.

"Bi awayê diramatîk gelek ramanan radighînin"

Menal Berekat der barê projeyê de wiha got: "Bi vê projeyê hewl tê dayîn berxwedanî û pirsgirêkên derûnî ji bo beşek civakê ku di civakê de ku hewcedariya wan bi şêwazeke bi diramayê heye. Bi awayekî dramatîk, gelek ramanan bi awayekî bi bandor ji temaşevanan re radigihîne."

"Psîkodrama ji bo xweîfadekirin û hevsengiya jiyanê ye"

Menal Berekat destnîşan kir ku ew û ekîba wê hewl didin ‘psîkodramayê’ bi kar bînin da ku xwe îfade bikin û jiyana xwe di rastiyê de hevseng bikin û wiha gotinên xwe berdewam kir: "Ne hêsan e ku ev beş were amadekirin ji bo wan tev li çalakiyên şanoyê bike. Ji ber ku ew di pergala danişînê de bi psîkoterapiyê fêr bûne, ji bilî vê yekê lîstikvanên şanoyê pêdiviya wan bi şêwazek perwerdekirin û rehabîlîtasyonê heye. Guhertina rêbazê bi rehabîlîtasyonê bi koma xebatê re demek dirêj hewce dike da ku bersiva pêwîst were dayîn. Ew û ekîba wê hewl didin ‘psîkodramayê’ bi kar bînin da ku xwe îfade bikin û jiyana xwe di rastiyê de hevseng bikin û li dijî zextên li ser wan tên kirin rabin.

"Hejmara kesên astangdar ji ber xemsariya civakê roj bi roj zêde dibe"

Manal Berekat der barê sedemên kesên astengdar de wiha got: "Kesên astengdar ên li ser riya Xezayê qeza kirine rastî xemsariya bijîjkî û dorpêça ferzkirî ya civakê tên. Rêjeya kesên astengdar zêde bûye. Lewre perwerdeya niha wek gava yekem hat ji bo yekbûna wan, di çalakiyên curbecur ên şanoyê de. Rawestandina li ser sehneyê û pêşkêşkirina şanoyê li pêş temaşevanan, mîna her mirovê saxlem e ku mafê xwe yê beşdarbûnê bi kar tîne.

"Bi çîrokên şanoyê kesên astengdar ji êşên di hundirê xwe de rizgar dibin"

Derhêner Ola Salêm behsa pirsgirêka dîtina cihekî guncaw kir û got:" Pirsgirêka dîtina cihê guncav ji bo perwerdeyê heye. Ji bo ku lê perwerde bibin cihên ku dişibin atmosfera şanoyê, pêwîst in û ekîba kar bi qasî ku dikare hewl bide hewcedariyên wekî asansor an derenceyên ku ji bo wan pêwîst e bibînin. Piraniya mirov ji şoqên demdirêj derketine, ji ber vê yekê vegotina çîrokên wan hewce dike ku gelek dem û sebrê dixwaze ji bo ku bigihîjin tiştên di hundurê wan de heye û êşa ku pê re rû bi rû mane ji bîr bikin.

"Xala bingehîn a ku hîn bûye hezkirina tîmê û alîkariya hevpar e"

Xalûd El-Sîsî anî ziman ku ew bi giranî li ser xwe dixebite û wiha berdewam kir: "Ez hê jî bi giranî li ser xwe dixebitim da ku bikaribim tişta ji destên min tê pêşkêş bikim û di xebatê de jî alîkariya ekîba xwe bikim. Ez fêrî xalek bingehîn bûm di karê şanoyê de ew jî hezkirina ji tîmê re û alîkariya hevpar e.”

Komeleya Çand û Hunerê ya Şanoya Bizor di sala 2018’an de ji aliyê komeke jinên afirîner ên pispor ve di warê şano û hunerê de hatiye damezrandin. Bi pêşkêşkirina bernameyên çandî û hunerî yên ku hemû beşan hedef digre karê xwe dike. Ji bo bihêzkirina civaka xwe ya herêmî û ya bi îradeya xwe ve girêdayî, hewl dide civaka Filistînî ji bo vejîna mîrata çandî ya Filistînê beşdar bike.