7’emîn Festîvala Zarokan bi dawî bû

7’emîn Festîvala Zarokan a di bin dirûşma “Parastina çanda gel ji zaroktiyê ve dest pê dike” ku di 10’ê Îlonê de li Rimêlanê destpêkiribû, duho di 11’ê Îlonê de bi dawî bû.

Qamişlo- 7’emîn Festîvala  Zarokan a bi serpereştiya Tevgera Hîlala Zêrîn, Komîteya Çandê ya Kantona Qamişlo û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezobotamyayê  ku di 10’ê Îlonê de bi dirûşma “Parastina çanda gel ji zaroktiyê ve dest pê dike” li navçeya Rimêlan a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkiribû, duho di 11’ê Îlonê de bi dawî bû.

Barîn Hisên a ku bi şanoyekê beşdarî festîvalê bûye wiha axivî: “Cara yekem e ku tevlî festîvala zarokan dibim. Kêfxweşiya min jî ew e ku em tevahî zarok bi hev re berhemekê pêşkêş dikin. Ji bo zarokan derfeteke baş e, ji ber ku em bi riya wê hunera xwe derdixin. Ez bi çîrokekê beşdarî festîvalê bûm, naveroka çîroka min li ser derewan bû ku çiqas derew bê kirin jî di dawiyê de ew derew tê keşifkirin.”

Ahîn Murad ji Koma Teyatra Sarya Baran jî nêrîna xwe der barê festîvalê de wiha anî ziman: “Em dixwazin di riya Festîvala Zarokan re kêfxweşiyê bixin dilê zarokan de. Di festîvalê de zarok pir kêfxweş bûn.”