Nobeta "Edaletê" 202 roj in berdewam dike

Nobeta "Edaletê" ya ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin, di roja 202'an de didome.

 
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 202’an de berdewam dike. Ji ber ku Edliyeya Rihayê girtî ye malbatê çalakiya xwe, li mala xwe ya navçeya Pirsûsê domand.  
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê tabelaya Edliyeya Rihayê bi peyama “Edalet li Edliyeya Rihayê tenê ji tabelaya li avahiyê pêk tê. Mafê tu kesî tune ye ku edaletê ewqas binpê bike” parve kir.