Peace in Kurdistan nameyek ji CPT re şand

Li Îngilistanê parlamenter, endamên sendîkayan, akademîsyen, parêzer, lord û rewşenbîr jî di nav de zêdeyî 70 kes, nameyek hevpar ji CPT re şandin û jê xwestin ku bi lez heyetê bişîne Girava Îmraliyê.

Navenda Nûçeyan- Li Îngilistanê parlamenter, endamên sendîkayan, akademîsyen, parêzer, lord û rewşenbîr jî di nav de zêdeyî 70 kesan ji serokê CPT’ê Mîtchell re nameyeke hevpar nivîsandin û xwestin ku ji bo Ocalan demildest bikevin nav liv û tevgerê û şandeyekê bişînin Girava Îmraliyê. Di nameyê de banga “Berpirsyariyên xwe demildest bi cih bînin” hat kirin. 36 meh in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.

Bi pêşengiya Peace in Kurdistan a Îngilistanê (Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re Aştî) ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û CPT demildest şandeyekê bişîne giravê, nameyeke hevpar hat nivîsandin. Ji xeynî endamên însiyatîfê, zimanzanê navdar Noam Chomsky, Lîderê Berê yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn, ji rêxistina sendîkaya herî mezin a Îngilistanê Unite the Union’ê Simon Dubbins, Prof Dr. Michael Gunter, Prof. Dr. Bill Bowring, Prof. Dr. Mary Davis, ji parlamenteriya SNP’ê Chris Stephens, ji parlamenteriya Siin Fein’ê Chris Hazzard, Mickey Brady, parlamenterên Partiya Karkeran Kate Osamar, John McDonnell û akademîsyen, endamên sendîkayan, nivîskar û rojnamevan jî di nav de bi dehan kesan name îmze kirin û piştgirî dan.

Her wiha Berdevka Konfederasyona Karkerên Koçber a Ewropayê Asiye Guden û gelek rojnamevan û hunermendan jî name îmze kirin.

‘Dewleta Tirk hewl dîde Girava Îmraliyê veguherîne darbestek li ser avê’

Name bi sernava ‘bangeke lezgîn û divê demildest li ber çavan were girtin’ ji Serokê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropayê Alan Mîtchell re hat şandin. Di nameyê de hat destnîşankirin ku lîderê Kurd Abdullah Ocalan ê ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke nûnerê siyasî tê dîtin, 26 salin li girava Îmraliyê tê girtin û 36 meh in bi tu rengî destûr nayê dayîn ku peywendî pê re bê çêkirin. Di nameyê de hat diyarkirin ku bi vê tecrîda dermirovî û derqanûnî têkiliya Birêz Ocalan a bi malbat û parêzeran re, hatiye astengkirin û di nava valahiyeke “îzolasyonê” de hatiye hiştin. Di nameyê de hat gotin ku dewleta Tirk di vê pêvajoyê de hewl daye Girava Îmraliyê veguherîne “darbesteke li ser avê”.

Di nameyê de hat ragihandin ku birêz Ocalan ê 75 salî, 25 sal in bi tecrîdê re rû bi rûyê êşkenceyên zalimane tê hiştin, ev 3 sal in der barê tenduristiya wî de tu agahî nehatine dayîn û ev yek dibe sedema fikareke cidî.

‘Rewşa Ocalan mijareke hesas e’

Di berdewamiya nameya ku ji Serokê CPT’ê Mîtchell re hat şandin de, ev tişt jî hatin diyarkirin: “Di vê nuqteyê de, bi rewşa fîzîkî ya Ocalan re, niha li ku derê ye jî nayê teyîdkirin. Ev rewş ji bo gelek Kurdan mijareke hesas e ku wî weke nûnerekî dengê xwe yê neteweyî dibînin. Ji ber van sedeman, em ji we daxwaz dikin ku weke CPT demildest bikevin tevgerê, encex bi vî rengî wê tirs û fikarên me derbas bibin. Weke CPT mafê we heye ku hûn serdana hemû cihên girtinê yên dewletên ku aliyê peymanê ne, bikin û Tirkiye jî di nav van dewletan de ye. Ev yek raye û qabîliyetê dide we ku hûn koma xwe ya pispor bişînin Îmraliyê; dewleta Tirk xwedî wê berpirsyariyê ye ku destûrê bide serdana birêz Ocalan bikin û bi rengekî taybet pê re hevdîtinê bikin ku dûrî ji zextê di nava nepenîtiyê de pê re bidin û bistînin.

‘Şandeyek bişînin Îmraliyê û berpirsyariyên xwe bi cih bînin’

Di nameyê de hat destnîşankirin ku CPT divê li gorî madeya 3’yemîn a Tuzuka Konseya Ewropayê tevbigere û wiha hate gotin: “Birêz Ocalan welatiyê dewleteke endamê Konseya Ewropayê ye ku 25 sal in li vê dewletê ji mafên mirovan û 3 sal in jî ji mafê hevdîtina bi parêzeran û axaftina bi malbatê re, bêpar tê hiştin. Bi hemû samimiyeta xwe yekane tişta ku em ji we dixwazin, demildest ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re û kontrolkirina tenduristiya wî şandeyekê bişînin Girava Îmraliyê û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Eger hûn Tirkiyeyê, Konseya Ewropayê û CPT’ê teşwîq bikin ku li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin û destûr bidin malbat û parêzerên wî serdana wî bikin, em ê pir kêfxweş bin. Ev yek bi milyonan Kurdan eleqeder dike. Ev yek wê Tirkiyeyê teşwîq bike ku ji bo meseleya Kurd jî bi rengekî aştiyane çareser pêk bîne. Ji bo demê we veqetandî, em spasiyên xwe pêşkêş dikin û hêvî dikin ku hûn vê weke daxwazeke me ya ji dil qebûl bikin.”

Îmzevan

“John Austin, Mike Arnott, President STUC, Baroness Blower of Starch Green, Prof .Bill Bowring, Mickey Brady, MP for Mid Ulster, Julie Christie, Noam Chomsky, Jeremy Corbyn MP, Maggie Cook, UNISON women activist, Prof Mary Davis, Lord Dholakia, Simon Dubbins, UNITE International, Dr Radha D’Souza (writer), Desmond Fernandes, Lindsey German, Convenor STWC, Melanie Gingell, Christopher Gingell, Prof Dr. Michael Gunter, Rahila Gupta, author, journalist, Chris Hazzard Sinn Fein MP, Nick Hildyard, policy advisor, Dafydd Iwan, Former President Plaid Cymru, George Katsiaficas, Greek-American, James Kelman, novelist, Baroness Helena Kennedy KC, Jean Lambert, former MEP, Dr Les Levidow, Open University, Gawain Little, GFTU General Secretary, Elfyn Llwyd, John McDonnell MP, Mike Mansfield KC, David Morgan, journalist, Conor Murphy, Sinn Fein MLA, Dr Thomas Jeffrey Miley, Dr. Jessica Ayesha Northey, Kate Osamor MP, Margaret Owen OBE, Ali Gul Ozbek, Former Councillor and Mayor of Haringey. Gareth Peirce, Dr Felix Padel, anthropologist, Maxine Peake, actor, Dr Thomas Phillips, Liverpool John Moores University, Father Joe Ryan, Dr Thomas Schmidt, ELDH Europe, Bert Schouwenburg, International Trade, Roza Salih, Scottish politician, Tony Simpson, Bertrand Russell Peace, Stephen Smellie, PIK Trade Union, Jonathan Steele, journalist, Chris Stephens SNP MP, Gianni Tognoni, General Secretary, Dr Federico Venturini, Associate, Dr Tom Wakeford, Dr Derek Wall, Julie Ward, former MEP, Frances Webber, former Vice-Chair of, Kariane Westrheim, Chair, EU Turkey Civic Commission (EUTCC), Hywel Williams MP. Kim Johnson MP, Rohash Shexo, Kongra Star Women’s Movement, Suna Alan, Jiyan Kurdish Women’s Assembly, Esra Asiye Guden, co-chair of European Confederation of Immigrants, Rojin Mikuryani, PhD Researcher at University College Cork, Ireland, Sara Kermanian, PhD Researcher at University College Cork, Ireland. Turkan Ozcan &Agit Karatas, Kurdish People’s Democratic Assembly of Britain.”