Êrişa li dijî DEM Partiyê hat şermezarkirin: Em natirsin û li vir in

Gelê Bêrecûkê û endamên DEM Partiyê, êrişa çekdarî ya li ser avahiya DEM Partiyê ya navçeya Bêrecûkê ya Rihayê şermezar kirin, wiha gotin: “Namerdên ku vê yekê dikin bi dîroka têkoşînê ya partiya me nizanin. Em natirsin, em li vir in.”

 

Navenda Nûçeyan- Duh bi şev li dijî avahiyê navçeya Bêrecûkê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) êrişeke çekdarî hat kirin. Di êrişa çekdarî ya saet derdorê 03.30’an pêk hatiye de 14 gule li avahiyê DEM Partiyê yê li ser Cadeya Abdulkadir Erdîl a Taxa Meydanê ya ketin. Birayê Hevşaredarê Bêrecûkê Mehmet Begît ê piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstîfa kiriye Halîl Begît, di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de hat binçavkirin.

Hat zanîn ku du bi şev birayê Begît, Halîl Begît bi riya WhatssApê gef li rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê xwariye. Rêveberên DEM Partiyê Halîl Begît gilî kirin.

Êriş hat şermezarkirin

Li navçeya Bêrecûka Rihayê, êrişa çekdarî ya li ser avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi xwepêşandaneke girseyî hat şermezarkirin. Di çalakiyê de ku li ber avahiya partiyê hat lidarxistin, tevî Hevşaredara ji DEM Partiyê Bêrîvan Îlkaya Manas, gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em bi hev re hene, em bi berxwedanê mezin dibin, em natirsin, em li vir in" hatin hildan. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Hasan Yildiz daxuyanî da û got: "Kekê Mehmet Begît ê talanker ê xwedî mejiyê çetetiyê Halîl Begît êriş bir ser avahiya me ya partiyê ya navçeyê. Namerdên ku vê yekê dikin bi dîroka têkoşînê ya partiya me nizanin. Kevneşopiya me ya têkoşînê ya siyaseta demokratîk tu carî rê nade çeteyan, wê ji niha û pê ve jî rê nede."

‘Em li vir in û natirsin’

Hasan Yildiz, êrişên beriya niha yên li ser partiya wan bi bîr xist û got: "Li dîroka vê partiyê binêrin, hûn ê bibînin ku vî gelî gelek mîna we avêt ser sergoyê dîrokê. Hemû jî bi şermê tên bîranîn. Em li vir in, gel li vir e, em ji we natirsin."

Hişyariya provokasyonê

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Bekîr Karakeçîlî jî wiha got: "Me her dem got, ên ku siyaseta alê dikin, xwedî mêjiyê çetewarî ne. Îro eşkere bû. Begît û malbata wî vê yekê bi rojane dikin û duh bi şev xwe nîşan dan. Bila xelkê Bêrecûkê baldar be, armanca wan provokasyon e. DEM Partî nakeve xefika provokasyonan. Em ê nerazîbûna xwe ya demokratîk bînin ziman. Hûn ê nikaribin encamê bi dest bixin. Eger Mehmet Begît û malbata wî careke din van provokasyonan berdewam bikin, wê gel cezayê pêwîst bide wan. Mafê kesê tune ye ku aramiya gel têk bibe. Divê tavilê îstîfa bike."