Portreya Rojê: Jîngeparêz Wangari Maathai

Jîngeparêza Kenyayê di 1'ê Nîsana 1940'î de, li gundê Iheithi yê Kenyayê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Li Afrîkaya Rojhilat û Navîn jina yekeme ku di sala 1971'an de ji Zangîngeha Nairobi Doktora girtiye. 
Di sala 1977'an tevgera 'Kembera Kesk' ava kir û li Afrîkayê ji 30 mîlyonî zêdetir dar çandin. Gelek projeyên ji bo pêşîgirtina erozyonê û bidawîkirina polîgamiyê pêşxistiye, pêşengiya avakirina gelek dibistanan kiriye.
Pêvajoyên 2002’an berdevka wezîrê karê xwezaparêziyêbûye. Ji ber xebatên xwe yên aştiyê, sala 2004'an Xelata Nobel a Aşitiyê girt. Ji ber nexweşiya penceşêrê 25’ê îlona 2011'an di temenê 71 salî de li Nairobiyê paytexta Kenyayê jiyana xwe ji dest da.