Portreya Rojê: Artemisia bi wênesaziyê şopên jinê yên winda nîşan daye

34 tabloyên wênesaz Artemisia Gentileschi heya îro hatine lê belê di dîroka hunerê de gelek caran xebatên wê ji nedîtî ve hatine, car caran jî bi navê bavê wê hatine bibîranîn.

Navenda Nûçeyan - Wênesaza Îtalî Artemisia Gentileschi, di sedsala 17’an de jiyaye. Artemisia di serdemeke ku jin di her qadê de hatiye tunehesibandin de li malê de hatiye hepskirin û hewceyê zilam hatiye hiştin de jiyaye. Li gel van hemû zoriyan jî bi hunera xwe li hemberî êrîşên pergala desthilatdar û dêrê li ber xwe daye.
Ji bo ku Artemisia perwerdeya wêne bibîne, babê wê wênesazeke bi navê Agostino Tassi dibîne û dixwaze keça wî perwerde bike. Lê Artemisia rastî tecawiza wênesazê bi navê Agostino Tassi tê û çîroka wê jî wiha dest pê dike. Ji ber ku tecawizkar Agostino keseke aristocrat e ji aliyê dadgeha dêrê ve nayê tewanbarkirin. Dadgeha dêrê li şûna tecawizkar, Artemisiayê bi tewana bênamûsiyê sûcdar dike û di bin navê kontrolkirina keçîniyê de wê tacîz dikin. Di dawiyê de jî ser bûyerê digirin. Sergirtin nabe sedem ku Artemisia tiştên jiyaye ji bîr bike û bide jibîrkirin. Di serdemek ku jinên bi hunerê re eleqedar dibin wêneyên xwe bi navê mêran herî zêde jî bi navê bavê xwe îmze dikin, Artemisia hunera xwe vediguherîne çekê.
Ji ber ku li Romayê gotinên nebaş li ser wê tên belavkirin, Artemisia neçar dimîne dizewice û li Floransayê bi cih dibe, xebatên xwe li wê jî didomîne. Yekemîn xwendekara jin e ku li Academia del Disegnoyê tê qebûlkirin. Her çend hunera wê ji aliyê teknîkî ve bê ecibandin jî naveroka wê tê rexnekirin. Ji ber ku wêneyên wê ne cureyek wêneyan in ku kêfa mêran pê were.
Ji ber ku xebatên wêneyan ên nû û anatomiyê tên astengkirin, jinên wênesaz ên wê demê berê xwe didin wêneyên naturmort. Artemisia xebatên ku dîn û mîtolojiyê dikin mijara xwe çêdike. Taybetmendiya hevbeş a çîrokên ku hildibijêre jî jinên bi hêz e. Mînak behsa kuştina kesê tecawizkar yan jî xwekuştina jinên ku li şûna bi dijminê xwe re pev biçe, dike.
Susanna û extiyar
Ew tabloya ku ji Tewratê îlham girtiye û çêkiriye, çîroka Susanna vedibêje. Susanna di dema sirgûna îsraîliyan a Babîlê de hevjîna bazirganeke dewlemend e û dema di hewşa mala xwe de serê xwe dişû rastî tacîza du zilamên extiyar tê. Extiyar ji jinê dixwazin ku ya jê dixwazin bike û dibêjin, ger a ku jê dixwazin neke dê wê bi zînakirina bi mêreke ciwan re tewanbar bikin. Dema Susanna li dijî wan derdikeve û tişta ku ew dixwazin nake, extiyar gefên xwe didomînin. Susanna ji aliyê dadgehê ve tê darizandin, li gorî zagonên wê demê bi mirinê tê mehkûmkirin.
Susanna ku ji aliyê du mêrên extiyar ve dema serê xwe dişû tê tacîzkirin, ji aliyê du mêrên wênesaz ên bi navê Rubens û Velazguez tê resimandin. Ev wênesaz di wêneyên xwe de li şûna ku nerehetî û aciziya jinê ya li hemberî wê rewşê biresimînin, weke ku ev jin hez dike mêran ji rê derbixe tê resimandin. Lê di tabloya Artemisia yê de jina tazî û bê parastin, li hemberî mêrên ku bi ser wê de tên, bi hesteke tije kerb û acizî dinêre, tê xuyakirin.   
Yek ji mijara din a girîng ku di tabloyê de tê xuyakirin jî du zilamên ku Artemisiayê resimandine û babê xwe û Agostino yê ku tecawizê wê kiribû, wek model diresimîne. Nefret û aciziya ku li hemberî babê xwe û mêrê tecawizkar dijî, di rûyê Susannaya ku ji xwe re model digire de diresimîne.
Judith a ku serê Holofernes dibire
Judith a ji baweriya cihû, ji bo ku gelê xwe ji êrîşên Asuran rizgar bike, hewl dide fermandarê Asûran Holofernes bikuje. Lêhurbûn dike, ji bo di çalakiya xwe de serkeftî be bi bername diçin ser karê xwe. Bi xizmetkara xwe Abra re dikevin wargeha Asûran. Judith ku bi demê re Holofernes dike evîndarê xwe, di rojek piştî şahiyê de dema ku bi tenê dimînin û Holofernes serxweş e, serê wî bi şûrê xwe jêdike û dibe meydana bajêr. Gelê Asur ku fermandarê wan dimire, bajêr diterikînin û diçin. Judith bi vê rêbazê di çalakiya xwe de bi ser dikeve û gelê xwe ji komkujiyê rizgar dike. Çîroka vê tabloyê jî wiha ye. Gelek wênesazên ku ev çîrok resimandine Judith, di destê wê de şûr û dema bi serê jêkirî cihê bûyer lê qewimî diterikîne, tê dîtin. Lê belê di tabloya Artemisiayê de xwîna ku li derdorê belav bûye û dîmenên balkêş ên xwînsarbûna Judith derdikevin pêş.
Tê gotin ku Artemisia ji Caravaggio ku berê wê ev mijar bi kar anîbû bandor bûye lê dema wêneyên her du wênesazan mirov tîne ber hev, bi destgirtina mijarê ji hev cuda ne. Di tabloya Caravaggio de Julith ku di destê wê de şûr heye û pir diltirs tê xuyakirin. Alîkara wê Abra jî li teniştê sekiniye û bi destmala di dest de ku bi qirika xwe girê dide, wisa disekine. Lê di wêneyê Artemisiayê de Judith di nav tarîtiyê de bi şûrê ku di dest de ye, serê Holofernes dibire. Di rûyê wê de jî îfadeyeke xwînsar heye. Alîkara wê Abra vê carê bi ser Holofernes ve te, nahêle ku ew tevbigere û alîkariya Judith dike.
34 tablo
Artemisia, her weke ku di tabloya Susanna û extiyaran de di vê tabloyê de jî Agostino, Holofernes wek model diresimîne. Judith jî ew bi xwe ye. 34 tabloyên wênesaz Artemisia heya îro hatine lê belê di dîroka hunerê de gelek caran xebatên wê ji nedîtî ve hatine, car caran jî bi navê bavê wê hatine bibîranîn.
Berevajî zilamên hunermend ên wê demê ku jin bê rih, nêrînên bêwate û di cihên herî cidî de jî kompozîsyonên ku tiştên erotîk bi bîr dixin tên resimandin, Artemisia tabloyên ku jin bi hêz û bi biryar dide nîşandan diresimîne. Ji ber ku wê hêrsa tunehesibandina jinan û tiştên ku jiyaye rijandiye nav tabloyên ku resimandiye. Li dijî her cure sînordarkirin, çewisandina civakî, tecawiz, çewisandinên dînî û baviksalarî li ber xwe daye û berxwedana xwe jî bi hunera xwe re gihandiye hev.