Li Mexmûrê rêzeçalkiyên 8’ê Adarê berdewamin

Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja jinên cîhanê li Mexmûrê bi çalakiyên cûr be cûr di dome. Di rêze çalakiyan de îro Şaredariya Mexmûrê dar çandîn û Tevgera Jinên Ciwan bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi lêdana erbaneyan heta ser girê Qereçox meşiyan.

Musil- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Mexmûra ser bi bajarê Musilê ve çalakiyên cur be cur tên li darxistin. Di nava van rêzeçalekiyan de ji bo pirozkirina 8’ê Adarê Şaraderiya Mexmûrê li parqa Şehîd Zehra Penaber dar çandin.
Tevgera Jinên Cîwan jî bi reng û dengên xwe bi cil û bergên xwe yên Kurdî, lêdana erbane û bi gotina stranan ji Meclîsa Îştar heta ser girê Qereçox meşiyan. Li wê derê li ser navê Tevgera jinên Ciwanan axaftin hat kirin û beriya çalakî destpê bike deqeyek rêz hat girtin.
Li wê derê li ser navê Tevgera jinên Ciwanan endama TJCM’ê Selma Bozan axivî û got: “Di destpêkê de em roja 8’ê Adarê li rêber Apo û hemû jinên cîhanê, hemû jinên Kurd pîroz dikim. Divê ji bo me her roj weke rojên taybet be û li gora wê em xwe rêxistin bikin. Ji ber vê erk û misyona dikeve li ser milê jinên ciwan gelek giringe.”
Pîştî axaftinê Jin hemû kombûn balon û kevokên aşityê li ser gir firinadin û pîştre jî jinan bi govendek germ û tilîliyan 8’ê Adarê pêşwazî kirin.