Ciwanên Şengalê li hemberî êrîşa ser HDP’ê bertek nîşan dan

Li Şengalê Ciwanên PADÊ’ê bi daxwiyaniyekê êrîşa li ser HDP’ê Şermezar kirin.

Şengal - Li dijî êrişa qirker a dewleta Tirk li beramberî HDP’ê pêkanî ciwanên Êzidî li Meclisa gel ya gûndê Dohlayê daxwiyaniyek dan. Daxwiyanî ji aliyê ciwana bi navê Cemîla Meto ve hatî dayîn. Ciwanan sersaxî ji malbata Deniz Poyraz re xwestin gotin: “Ji ber dewleta Tirk a dagirker tûcaran îradeya siyasî ya gelê Kurd napejirîne ji bo wê ye li her deverê li beramberê îradeya gelê Kurd şer dide meşandin.”

Cemîla got:Em ciwanên PADÊ êrişa li ser HDP’ê ku têde endama HDP’ê Deniz Poyraz hatî qetil kirin şermezar dikin. Em ji malbata Denîz re sersaxiyê dixwazin. Weke ciwananên Êzidî vê yekê baş dizanin ku ev êriş ji aliyê dewletê ve bi zanistî hatiye kirin. Ev politikaya qirkirinê ye li ser gelê  Kurd tê meşandin nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk ya dagirker tûcaran îradeya siyasî ya gelê Kurd napejirîne ji bo wê ye li her deverê li beramberê îradeya gelê Kurd şer dide meşandin. Bila dijminên Kurdan bizane wê nekarin tûcarê vina gelê Kurd tûnebike û wê nekaribe bi êrişên nemerdane bi ser bikeve. Em weke ciwanên PADÊ bang li tevahî ciwanên Kurd dikin ku xwedî li vîna xwe ya siyasî û partiya xwe HDP’ê derbikevin.”

Daxwiyanî bi diroşên “Şehîd namirin” û “Bêjî Serok Apo” bi dawî bû.