Koçerên Orşe di bin siya qedexeyan û rêgiriya leşkeran de diçin bêriyê

Li Gevera Colemêrgê ku bi xwezaya xwe ya xweş tê nasîn, bi hinceta ewlekariyê çûyîna zozanan qedexe ye. Yek ji van zozanan ê Orşe ye û dikeve navbera çar çiyayan. Ev zozan ji bo serdanê hatiye qedexekirin, koçer jî neçar dimînin di bin dorpêça leşkeran de biçin zozanan.

MEDÎNE MAMEDOGLU 
Colemêrg- Colemêrga ku bi çiyayên xwe yên berf û xwezaya xwe ya kesk tê zanîn,  ji ber qedexeyên heyî, çûyîna zozanan û gelê wê derê dixe zoriyê. Koçer û bêrîvanên ku her roj diçin zozanên Orşe para xwe ji van qedexeyan digrin. Li vê deverê û gundên derdorê bi sedan bêrîvan û şivanên ku her roj diçûn van zozanên xweş, hene. Kesên ku van zozanan bidîtana gelek jê bi bandor dibûn lê ji ber oparasyonên eskerî gelek dever ji bo serdanê hatine girtin.  
Li zozanan gundên ku hatine valakirin hene
Zozanê Orşe bi hewaya xwe ya paqij, ava boş kulîlkên rengîn hem ji aliyê gelê wê derê ve hem jî ji aliyê gelên biyanî ve rastî eleqeyek mezin tê. Bi şînatiyên cureyî û xwemalî malavahiyê dike. Gelê vê deverê di werza havînê de ji bo seyranê berê xwe didin wan cihên bihuştî û bêrîvan jî ji bo pezê xwe bidoşin diçin zozanan. Li van zozanan gelek gund ji ber oparasyonên leşkerî di salên 90’an de hatine valakirin. Xwediyên van gundan ji ber qedexeyan nikarin biçin zozanên gundên xwe, ew cihên ku gelê sivîl ji bo dîtin û seyranê diçûyê her roja diçe tên qedexekirin. 
Tenê dikarin biçin hinek deveran
Yên ku dîmenên van zozanan dibînin, dibin heyranê zozanan. Ji ber qedexeyan yên ku dixwazin biçin zozanan ji cihê ku çûne careke din vedigerin, bêrîvan jî di bin dorpêça leşkeran de diçin bêriyê.