Werzîşvanên Îranê bi madayayan ji Riyadê vegeriyan
Di pêşbaziya atletîzîma paralimpik a lîstikên Piştevaniya Îslamî ya li Riyadê hat li darxistin de Haşemiye Metkiyan madalyaya zêr, Zeynab Meradî jî madalyaya zîv bi dest xist.
Navenda Nûçeyan- Li bajarê Riyad di çarçoveya lîstikên piştevaniya Îslamê de pêşbaziya atletîzma paralimpik hate kirin. Haşemiya Metkiyan di pêşbaziya cerîtavêtin a F55-56’an de madalyaya zêr bi dest xist, Zeynab Meradî madalyaya ziv bi dest xist.
Herdu werzîşvan, bi reqîbên xwe yên ji Ozbekistan û Nijeryayê re hatin beramberî hev. Hamemiya Metkiyan, di avêtina yekem de 21,98 metre, di avêtina duyem de gihîşt 22,45 metreyan. Avêtina sêyem bi şaşî bû, avêtina çarem 21,90 metre, avêtina pêncem 21,07 metre û avêtina şeşem jî 22,23 metre hat qeydkirin.
Zeynab Meradî jî di avêtina destpêkê de 21,67 metre, avêtina duyem 21,40 metre, avêtina sêyem 21,98 metre û avêtina çarem 21,45 metre hate qeydkirin. Avêtinên pêncem û şeşem bi şaşî bû.
Bi vî awayî Haşemiye Metkiyan bi avêtina herî baş 22,45 metre bû yekem û madalyaya zêr bi dest xist. Zaynab Meradî jî bi derceya herî baş 21,98 metreyan madalyaya zîv girt û bû duyem.