Werzîşvan Peyman Zeynedîn: Divê baweriya jinan bi xwe hebe

Peyman Zeynedîn 19 sal in lîstikvana basketbolê ye û niha jî sekretera tîma Sîrwanî ya Helepçeyê ye, ji bo daxwaza xwe ya werzîşê hewldanek zêde daye da ku asteke baş bi dest bixe û ji damezrînerên tîma basketbola Sîrwan a jinên ciwan a Helepçeyê ye.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe - Peyman Zeynedîn ku xelkê Heleçeyê ye, di sala 2017’an de beşa werzîşê li zanîngeha Helepçeyê qedandiye. Niha jî seroka Tîma futbolê ya Kurdistanê ya beşa Helepçeyê û sekretera tîma Sîrwanî ya Helepçeyê, serperiştyariya tîma xortan a basketbolê ye. Ji sala 2003-2021’ê de lîstikvana basketbolê ye û di sala 2022’an de bû serkretera futbolê ya beşa Helepçeyê.

Peyman li Helepçeyê di qada werzîşê de jineke pêşeng e û ji bo jinên din ên werzîşvan bûye mînak. Di nava jiyana werzîşê de gelek serkeftin bi dest xistine û ji bo vê jî hewldanek zêde daye. Peyman weke serpereştyar li Helepçeyê tîma xortan a basketbolê bi rê ve dibe.

Peyman diyar kir ku divê baweriya mirov hebe û got: “Destpêkê ger hemû kar zehmet bin jî dema ku bawerî hebe, bi asanî derbas dibe. Baweriya min bi min heye, ji ber wê dibêjim dikarim.”

‘Li vê derê ez tenê jin im tîmê bi rê ve dibim’

Peyman alîkariya werzîşa mêran jî dike û dikaribûye tîma basketbolê ya xortan bi rê ve bibe, jinek tenê ye tîma basketbola mêran bi rê ve dibe li ser wê yekê dibêje: “Ez bi karê xwe gelek kêfxweş im û karê xwe zehmet nabînim ji bo karê xwe yê werzîşê min sînor derbas kirin. Ez dixwazim berê jinan bidim werzîşê, ne girîng e kîjan cureyê werzîşê be, ya girîng ew e ku jin derbikevin derve û werzîşê bikin. Ji ber ku ger zarok di destpêkê de fêrî werzîşê bibin, dema mezin dibin kêrhatiya wan a werzîşê dimîne dibin xwedî bedenek bi tendirust.”