“Werzîşa karateyê xweparastina ji hemû êrîşan e”

Nejbîr Saroxan jineke ciwan e ji werzîşa karateyê hez dike û ev 6 sal in xwe hînî wê dike têkildarî hezkirina xwe ya ji bo vê lîstikê wiha dibêje: “Min xwest ez di vê lîstikê de bibim pispor da ku hemû jin û zarokan fêrî rêbazên xweparastinê bikim.”

FEREH DAWûD

Qamişlo-Hemû zindiyên li ser erdê dijîn xwedî rêbazên cuda yên xweparstinê ne. Ji lawir, xweza û heya mirovan bigre hemû di vê jiyanê de di lêgerîna pêşketina xweparstinê de ne ji ber ku ger parastin nebe hebûna zindiyan tune dibe. Werzîşa karateyê yek ji lîstikên herî meşhûr e di tevahî cîhanê de. Her sal li ser asta cîhanî û herêmî pêşbirkên werzîşa karateyê tên lidarxistin ji ber ku ne tenê zarok û ciwan mirovên temenê wan mezin jî werzîşa karateyê dilîzin. Nejbîr Saroxan jineke ciwan e bi temen 18 salî ye li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Nejbîr hezkirinên xwe yên zarokatiyê bi werzîşa karateyê bi xwe re mezin kiriye û niha jî yek ji pisporên vê lîstikê ye. Her wiha 41 zarokan perwerde dike.  Ev 6 sal in bênavber Nejbîr karateyê dilîze û xeyalên wê yên pêşerojê ew e ku navendeke wê ya taybet ji bo perwerdekirina vê werzîşê hebe. Têkildarî naskirina vê lîstikê Nejbîr Saroxan ji me re axivî.

“Ez dixwazim hemû jinan hînî rêbazên xweparastina fizîkî bikim”

Nejbîr Saroxan behsa derbasbûn û hilbijratina xwe ya werzîşa karateyê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gelek kes di malbata min de hene werzîşa kerateyê dikin ji bo wê dema ez derbasî vê werzîşê bûm min moralek pir xurt ji malbatê girt. Berî ez derbasî cihê wê yê taybet bibim min hinekî rêbazên wê li malê nas dikir ji ber ku her di malê de min xwe hînî hereketên wê dikir. Bi rastî ev hezkirina min a zaroktî bû, wisa xeyala wê bi min re mezin bû. Ev nêzî 6 salan e ez di cihê werzîşa taybet de perwerdeya karateyê dibînim. Der barê vê yekê de ez tevli gelek koman bûme û li bajarên mezin weke Hesekê û şamê beşdarî pêşbirka karateyê bûm, min xelat jî girtine. Niha ez komên zarokan perwerde dikim ji bo ku ew jî bikaribin li hemberî îşkenceya li kolanan li ber xwe bidin ji ber ku em dizanin gelek zarok hene nikarin parastina xwe ji êrîşeke normal bikin. Hêviyên min hene ku ez di pêşerojê de cihekî taybet ji bo werzîşa karateya serbixwe vekim û hemû jinan hînî rêbazên xweparastina fizîkî bikim.”

“Bi werzîşa karateyê mirov dikare parastina xwe û derdora xwe jî bike”

Nejbîr Saroxan bal kişand ser girîngiya werzêşa xweparastinê bi taybetî ji bo jinan her wiha rêbazên vî lîstikê wiha şîrove kir: “Bi rastî werzîşa karateyê ji bo me hemû jinan pir girîng e ji ber em di civakê de dijîn, her roj jin rastî êrîş û tacîzê tên. Ger jin xwedî xweparastineke fizîkî bin dikarin li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin ji ber rêbazên vê lîstikê pir cuda ne ne şert e xwe bispêrin hêza bedenê. Dema em hereketên karateyê fêr dibin dizanin di kîjan êrîşê de li xala hesas a mirovê êrîşkar bidin. Ya din jî di dema hînkirinê de pêwîst e em xwedî bedenek bi tendurist bin û bikaribin hemû zagonên vê werzîşê pêk bînin. Her wekî din cil û bergên me spî ne, astên me hene ji gelek rengên weke spî, zer, sor, kesk, pirtiqalî, qehweyî du beş û reş du peş pêk tê. Her mirov merheleyeke xelas dike rengekî qezenc dike di encamê de 9 merheleyan derbas dike û derbaskirina wê bi salan berdewam dike. Ez dixwazim di dawiyê de bibêjim ku bi werzîşa karateyê mirov dikare parastina xwe û derdora xwe jî bike.”