Tîma yekem a spora boks "Women boxing" li Xazayê hat avakirin

Sê jinên ciwan ên ku tevli spora boksê bûn teqez kirin ku divê hemû jinên ciwan vê sporê bikin da ku fêr bibin çawa xwe ji xeteriyan biparêzin û sînorê tirsê bişkînin.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Ji mafê her kesê ye ku fêrî werzîşê bibe çi jin çi mêr be lê li Xezayê ev yek nayê qebûlkirin û ji ber urf û adetan gelek cureyên werzîşê li jinan hatine qedexekirin. Lê sê jinên ciwan biryar dan ku guh nedin nerîna civakê û tevli spora boksê bûn.

"Min xwest hin jinên din jî bi min re perwerdeya sporê bibînin"

Hela Eyûb a 17 salî destnîşan kir ku wê tu carî dest ji temaşekirina werzîşê bernedida, ji ber ku çareseriyek din tunebû ji ber ku klûba werzîşê tenê mêr perwerde dikirin û wiha got: "Apê min kaptan Ûsama Eyûb pêşniyar kir ku min fêr bike, ji ber ku wî çend salan di vê beşê da kar kiriye. Ez bi pêşniyara apê xwe pir kêfxweş bûm. Min xwest  hin jinên din jî bi min re perwerdeya sporê bibînin. Apê min ev yek qebûl kir û ji min xwest ku ez hin hevalên xwe yên ku dixwazin perwerdeya sporê bibînin kom bikim da ku bi min re perwerdeyê bibînin. Min pênc hevalên xwe yên bi hêz kom kirin û me bi hev re perwerde dît."

"Me guh nedida axaftinên neyînî yên civakê û em bi îsrara xwe bi ser ketin"

Hela Eyûb anî ziman ku wê xwestiye hejmara hevalên xwe yên perwerdeyê dibînin zêdetir bike û wiha axivî: "Li gelek deverên giştî yên xweş weke derya, park û cihên din ên vekirî me perwerdeya xwe dît. Roj bi roj hejmara me zêde dibû. Me axaftinên nexweş dibihîstin bi taybetî dema ku rûpela tîma me li ser medyaya civakî çêbû ji bo ku tevlibûna jinan hêsantir bibe. Lê me guh nedida axaftinên neyînî yên civakê û em bi îsrar û îradeya xwe bi ser ketin. Ez bi pêkanîna xeyalên xwe serbilind im. Ez kêfxweş im ku nêrîna hin malbatan hatiye guhertin û niha ew bi xwe keçên xwe tînin ji bo ku tevli vê sporê bibin û fêr bibin ku çawa xwe biparêzin. Tişta herî zêde min xemgîn dike ew e ku ez nikarim beşdarî pêşbirkên navdewletî weke şampîyoniya Asyayê bibim, ji ber nebûna piştgiriya fermî ji bo wan. Her wiha ji ber derfetên kêm ên klûbê em gelek zehmetiyan dikşînin."

"Spora boksê min ji gelek hewldanên revandin û diziyê parast"

Fereh Ebu El-Qimsan a 14 salî jî eşkere kir ku spora boksê wê ji gelek hewldanên revandin û diziyê parastiye û wiha pê de çû: "Dema ku hewl didan nêzî min bibin min boks li wan dida û min ew birîndar dikirin. Divê hemû malbat keçên xwe tevli vê sporê bikin. Ji dema ku ez tevli vê sporê bûm ve min hîs kir ku ez di xwendina xwe ya dibistanê de jî baştir bûme. Beriya ku dest bi sporê bikim min hin tişt li ser wê dizanibû lê dema ku tevli sporê bûm ez zêdetir fêrî formên wê bûm. Ez ji hemû jinan daxwaz dikim ku tevli vê sporê bibin û xwe ji xeteriyan biparêzin."

"Ji bo awayên xweparastinê min jin perwerde dikirin"

Rehef Ebû Nacî ya 17 salî jî bi lêv kir ku wê bi riya rûpela tîmê ya li ser medyaya civakî dît ku bê çawa jinên ciwan sporê dikin û wiha anî ziman: "Min ji wan re nameyek şand û tê de min xwest ez jî tevli wan bibim û ez di tîmê de hatim qebûlkirin. Li gel spora boksê, ez voleybol û basketbolê jî dilîzim. Her wiha ez werzîşa skêtê jî dikim. Ez pir dixwazim bibim kaptan, ji ber ku ji roja destpêkê ya perwerdeya sporê bavê min ji min re dibêje kaptan. Bavê min pir piştgiriya min dike da ku ez beşdarî pêşbirkên navdewletî bibim. Min hemû jinên ciwan ên li taxa xwe kom dikirin da ku wan fêrî perwerdeyê bikim û bizanibin çawa xwe biparêzin."