Tîma netewî Futbola jinan ya Îranê kampa Olimpiyatê boykot kirin

14 lîstokvanên ji Tîma netewî Futbola jinan ya Îranê ji ber federasyonê ew sozên ku dane wan pêknanîne, kampa serlêdana Olimpiyatan boykot kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê ji bo bejdarî Olimpiyatan bibin kampa tura dûem ya ku tîma netewî ya jina li darxistin 14 lîstokvan ji bere wê sozên ku federasyonê dane wan pêkneanîne boykot kirin.

Hat zanîn ku Jinên futbol ku futbolê dileyîzin ji ber şert û mecên kampê ne guncawe, tesis lê nîne, ew serkeftina ku di kupaya futbolê ya navnetewî de bi destxistne û xelatên wan nehatine dayîn û ji bo bejdarî kampê bibin bileten balefirê ji bo listîkvanên futbolê  nehatiye girtin kamp boykot kirine.

Dihat  pilankirin ku Tîma Netewî ya jinên Futbolê ji bo bejdarî hilbijartinên Olimpiyatê bibin wê di 1’ê Nîsanê de biçin Myanmar.