Tîma bisikletê ya ‘Dara Xurmê ya Neteweyê’ li Bexdayê deng û hebûna jinan xurtir dike

Tîma bisiklêtê ya jinan ku ji zarokan heta 72 saliyan nêzî 120 endamên wê hene, li kolanên Bexdayê daxwaza rêyên bi ewle dike û ji bo jinên din, dibe mînak.

RECAA HEMÎD REŞÎD                 

Iraq – Jinên Iraqî wekî beşek ji tîma "Naqlax Watan" (Dara Xurmê ya Neteweyê), ji bo ku li kolanên Bexdayê ajotina bisiklêtê di nav jin û zarokan de bipêş bixin, bi hilbijartina bisiklêtê ya wek rêbazek werzîşê, tenduristiyê û veguhestinê, di nav helwldanan de ne.

Suad El-Cewherî, seroka tîma ajotina bisiklêtan a jinên Iraqî "Naqlax Watan" ye. Suad diyar kir ku tîm bi qasî ji 120 endaman pêk tê û ragihand ku di nav wan de jin û zarokên temenên cûda hene û endamek  wan, 72 salî ye.

Ji taxa xwe destpê kir

Suad El-Cewherî anî rave kir ku hejmara endaman ne sabît e, di dema siwarbûnê de li gorî rewş û erkên beşdaran zêde dibe an kêm dibe. Suad bi bîr xist ku berpirsyariyên malbatî û gelek erkên sereke yên jinan hene. Wê destnîşan kir ku tîm di sala 2020’an de hatiye damezrandin, lê wê bi xwe di sala 2017’an de li kolanan dest bi bisiklêtê kiriye. Suad El-Cewherî anî ziman ku ji bo ezmûnê bi dest bixe û bertekên civakê bipîve, dest bi ajotina bisiklêtê kiriye û wiha domand: “Bi demê re, min dît ku civak ev raman qebûl kiriye, nemaze li taxa min û deverên ku min lê seyahet kiriye. Ev jî bû sedem ku gelek jin bi min re têkilî deynin û perwerdehiya bisiklêtê bixwazin.”

Wate û armanca tîmê

Suad El-Cewherî sedema bijartina navê ‘Dara Xurmê ya Neteweyê’ eşkere kir û got ku “Dara xurmê sembola serbilindî û giyanekî esilzade ye, taybetmendiyên ku ez di jinên Iraqî de dibînim. Her jinek di tîmê de ‘darek xurmê’ ye. Rengê zer ê ku ji bo cilên tîmê hatiye bijartin, ji rengê xurmeyên gihîştî îlham girtiye.”

Suad derbarê tengasiyên ku tîm pê re rû bi rû maye de, anî ziman ku ew di destpêka çalakiyên xwe de li deverên cûda rastî tacîzê hatine. Suad bi bîr xist ku rewşên wiha ne tenê ji bo Iraqê ne, di civakên cûda de jî hene û ev agahî dan: “Bisiklêtvanî ne tenê werzîşek e, di heman demê de rêyek e ji bo parastina tenduristiya laşî û derûnî. Endam bi bisiklêtvaniya li kolanên Bexdayê, xwe kêfxweş hîs dikin. Pêdivî bi veqetandina rêyên bisiklêtê yên bi ewle heye. Hêvîdar im pêşniyarek ku me pêşkêşî Şaredariya Bexdayê kiriye, bê erêkirin. Armanca me ew e ku endamên tîmê beşdarî pêşbirkên navneteweyî bibin û keçan teşwîq bikin ku bi ewlehî vê werzîşê bikin. Ji ber ku ji bilî feydeyên tenduristî û psîkolojîk, ev werzîş di xurtkirina hebûna jinan a di civakê de jî rolek girîng lîst.”

‘Bisiklêtvanî ji bo jinan rihetbûn û çalakiya laşî ya pir pêwîst peyda dike’

Huda Xalid ku di sektora geştiyariyê de dixebite, di sala 2024’an de tevlî tîmê bû da ku beşdarbûna jinan a ji bo ajotina bisiklêtê teşwîq bike. Huda jî bal kişand ser girîngiya derbaskirina astengiyên civakî ya ji bo jinan. Wê zêde kir ku bisiklêtvanî ji bo jinan rihetbûn û çalakiya laşî ya pir pêwîst peyda dike û diyar kir ku jin dikarin ji bo yên din bibin model. Huda Xalid bal kişand ser girîngiya teşwîqkirina jinan ji her temenî, bi taybetî zarokan jî. Huda tekez kir ku werzîş ne tenê bi temenekî diyarkirî ve sînordar e û wiha pê de çû: “Bisiklêt ji bo rêyên cuda wekî amûrek veguhestinê peyda dike. Nemaze dema ku qerebalixa trafîkê hebe, dihêle ku di demek kurttir de bighîje cihê ku armanc dikin.

‘Biceribînin û astengiyên civakî derbas bikin’

Adhraa Abdul Sahib jî endama tîma ‘Naqlax Watan’ e. Wê jî piştrast kir ku tîm beşdarî çandina daran, paqijkirinê, kampanyayên hişyarkirinê û parastina milkê giştî dibe. Wê rave kir ku tevî dijberiya destpêkê ya malbata wê û hin şîroveyên neyînî, ew tevlî tîmê bûye da ku tenduristiya xwe biparêze. Adhraa, bi diyarkirina biryardariya xwe ya ji bo berdewamiya bisiklêtê, jinên din teşwîq kir ku biceribînin û astengiyên civakî derbas bikin.