Pirje Rizgar bi hewldanên xwe astengiyan şikand

Hêviya pêkanîna armancê wisa kir ku jinan ciwan Pirje Rizgar her dem hewl da bibe werzîşvanek serkeftî ji bo ku bigihîje armancên xwe bi îsrar riya xwe berdewam dike.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Pirje  Rizgar a 23 salî lîstikvana werzîşa basketbolê ya tîma Senherîban ya bajarê Dihokê ye. Yek ji wan jinên ciwan e ku hê di temenek biçûk de hezkirinek wê ji bo werzîşê çêdibe. Di dema xwendinê de her dem bi werzîşê ve jî mijûl dibe. Hezkirina wê ya ji bo werzîşê wisa bû ku li dibistanê zêdetir girîngî bide waneyên werzîşê. Hema bibêje li dibistanê tu waneyên werzîşê tunebûn ku beşdar nebe.

Pirje Rizgar ji temenê zaroktî ve hezkirina wê ji werzîşê re hebû lê belê di temenê 15 salî de, di sala 2015’an de pêwendî bi tîma werzîşa Pêşmergeyan re danî û dest bi werzîşa futbolê kir, piştî çend salan qada xwe ya werzîşa futbûlê guherand û niha di werzîşa basketbolê de di tîma Senherîban a Dihokê de dilîze.

‘Ji zarokatiyê ve hezkirina min ji bo werzîşê hebû’

Werzîşvan Pirje Rizgar hê di zaroktiya xwe de hezkirinek wê ya cuda ji werzîşê re hebû û piştgiriya malbata wê jî bû sedem ku hîn zîdetir hezkirina wê ji werzîşê re çêbibe û wiha got: “Dema ku em futbolê dilîstin, dema dayik û bavê min dihatin temaşeyî min dikirin, wisa kir ku hezkirina min zêdetir ji bo futbol û werzîşên din çêbibe. Piştre ez çûm werzîşê û min dest pê kir.”

‘Beşdarî çend pêşbaziyan bûm’

Pirje Rizgar wisa ji werzîşê hez dikir ku di navbera waneyên li dibistanê de jî dilîst û dema xwe bi werzîşê derbas dikir û di dema ku li malê bû jî her dem temaşeyî werzîşê dikir, wiha behsa guherîna qada xwe ya werzîşa fotbulê ji bo werzîşa basketbolê dike: “Destpêkê hezkirinek min a ji bo futbolê hebû, armanca min ew bû ku di tîma Pêşmergeyan de bilîzim lê belê ji ber tîma Pêşmergeyan koma tîma keçan a futbolê belav kirin min qada xwe guherand, derbasî qada werzîşê ya basketbolê bûm. Li gorî min a girîng ew e ku di futbolê de serkeftî bim. Di dema lîstina basketbolê de, hezkirina min ji bo basketbolê zêdetir bûye.”

‘Divê mirov li pey daxwazên xwe biçe’

Pirje Rizgar di dema li tima Pêşmerge de beşdarî çend pêşbaziyan li Kurdistan, Iraq û Jiyanê bûye. Di salên borî de di pêşbaziya Jiyan de pileya yekem bi dest xistiye, ji derveyî wê jî li gel tîma Silêmanî û tîma Necef beşdarî çend pêşbaziyan bûye. Pêşbaziya herî dawî ya Iraqê jî li gel tîma Senherîb beşdar bû, tê de pileya yekem bi dest xist. Piştre Pirje Rizgar bû yek ji lîstikvanên hilbijartî yên Iraqê û beşdarî tornuvayên Ereban bû, li gel tîma xwe pileya çarem bi dest xist. Pirje Rizgar wiha got: “Her çendî ya giring ew e ku mirov li pey daxwazên xwe biçe lê belê xwendin jî girîng e, ji derveyî werzîşê ez dixwînim û armanca min ew e ku beşa werzîşê temam bikim. Ez weke xwendekara pola 12’an rojê du demên cuda û bi giştî 4 saetan antremanan dikim, sibehan werzîşê ji bo bedenek bi tendurust û piştre jî antremanên basketbolê dikim.”

‘Hebûna civakek nezan beşdariya jinan a werzîşê kêm dike’

Pirje Rizgar wiha behsa astengiyên li hemberî daxwazên jinan ji bo werzîşê kir û got: “Her dem bi pêngavên nû re astengî çêdibin lê belê tu caran malbata min ji bo min astengî çênekir, berovajî wê piştgiriya min kir lê belê ji aliyê civak û herêma ku em lê dijîn ve astengî ji bo min derketin. Her dem civak gotinan ji jinên ku hewl didin bigihîjjin armanca xwe re dibêje lê belê ez tu caran ji van gotinan bi bandor nebûm û her dem min gavên nû ji bo serkeftinê avêtin. Welatên din zêdetir girîngî didin werzîşa jinan lê belê li herêma Kurdistanê hişyarî kêmtir e û sedema wê jî civak e û malbat rê nadin keç û jin antremanan bikin yan jî beşdarî werzîşan bibin.”

‘Werzîş qadeke bi sûd e’

Pirje Rizgar weke lîstikvanek armanca wê ew e ku li Kurdistan, Iraq û cîhanê başdarî turnovayan bibe û destnîşan kir ku divê jinên ciwan li pey daxwazên xwe biçin ji ber di daxwazên xwe de serkeftî dibin û dikarin bigihjin asta ku dixwazin û wiha got: “Daxwaza min ji hemû ciwanan û jinan re ew e ku dema armanc û daxwazek wan hebe ji bo wê hewl bidin. Zêdetir biçin qada werzîşê û têbigihîjin ku werzîş ne tenê ji bo mêran e. Berovajî jin jî dikarin tê de serkeftî bin. Divê malbat ji bo zarokên xwe yên keç û  ciwan rê vebikin, nebin astengî, ji ber werzîş qadek e gelek bi sûd e.”