“Min bi voleybolê kesayet û hêza xwe nas kir”

Jînda Hesen lîstikvana Tîma Serdem a voleybolê têkildarî jiyan û keda wê di nav vê werzîşê de wiha dibêje: “Werzîşa voleybolê yekemîn hezkirina min bû ku tê de min kesayet û hêza xwe nas kir.”

ROJ HOZAN

Qamişlo - Jînda Hesen Lîstikvana Tîma Serdem a Voleybolê ye û li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo dijî. Jînda di temenê 13 salî de dest bi werzîşa voleybolê kir û niha di navbera 7 salan de ji ked û westandinê tîmên jinên ciwan perwerde dike. Jînda bi alîkariya malbata xwe hezkirinên xwe di voleybolê de dît û gihîşt serkeftinên mezin bi tîma xwe re. Sê salan asta yekemîn li ser Kantonê sitand û gelek caran jî asta yekemîn li bajarên Sûriyeyê weke Şam, Laziqiyê û Hemayê girtiye. Têkildarî jiyan û keda Jînda Hesen di nav werzîşa voleybolê de ji me re axivî.

“Voleybol werzîşeke rihê kombûn û hevaltiyê derdixe pêş’

Jînda Hesen behsa hezkirina xwe ji werzîşa voleybolê re kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Her tim min dixwest di warê sporê de xwe bi pêş bixim ji bo wê hezkirina min ji voleybolê re ji zaroktî de bi min re mezin bû. Di temenê 13 salî de min dest bi perwerdeya xwe kir ez dikarim bibêjim wê demê min nizanibû rahêjim topê. Roj bi roj bi ked û westandineke mezin ez baş hîn bûm û piştgiriyeke xurt min ji malbatê girt heya gihîştim asteke mezin. Tişta herî bala min kişand di vê werzîşê de ew rihê kombûn û hevaltiyê bû ji ber voleybol werzîşeke gelek kes tê de dilîzin. Her wiha ji bo tenduristiya laş, nermbûna can û dirêjbûnê pir başa taybet dema di temenekî ciwan de bê lîstandin. Piştî perwerdeya bi salan di bin sîwana Desteya Werzîşê ya Herêma Cizîrê de min tîmeke jinên ciwan bi navê serdem ava kir û niha em weke tîmeke fermî perwerde û maça xwe dilîzin.”

“Ez dixwazim hemû jinên ciwan tevlî werzîşa voleybolê bibim”

Jînda Hesen bal kişand ser avakirina Tîma Serdem û pêşveçûna perwerdeya wê her wiha rêbazê lîstandina vê werzîşê wiha pênase kir: “Bi avakirina Tîma Serdem re êdî min xwest hemû jinên ciwan tevlî vê werzîşê bibin û wê hêza xwe bipejirînin. Gelek jin hene ji ber kevneşopiyên civakê nikarin hezkirinên xwe bînin ziman yan jî wê pîşeya xwe bi sporeke hilbijartî bikin piratîkê de min xwest weke alîkarî ez pêşeng bim ji vê tîmê re û jinan hîn bikin. Di hefteyê de ji sê heya çar rojan perwerdeya me heye di tîmê de şeş li hember şeşan dilîzin û her maçak ji du beşan pêk tê caran dighêje sê beşan. Em di gelek maçan de lîstina her sal li ser asta Kantonê Tîma Serdem xelata yekem digre.  Her wiha li ser asta Sûriyeyê jî em li Şam, Laziqiyê û Hemayê maç lîstine û me xelata yekemîn di hemûyan de girtiye. Ez hewl didm hemû lîstikvan di yek merheleyê de xurt bin ji ber ku ev hemû encama keda min a bi salan e.”

Jiyana bi tendurist mirovên bi tendurist ava dike”

Jînda Hesen hêviyên xwe bi serkeftina tîma Serdem anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêviya min ew e tîma me her dem serkeftî bimîne. Wekî din projeyeke min heya ez zarokan di temenê biçûk de hîn bikim û tîmekê ji wan re ava bikim ji ber her çiqas temen biçûk em xwe perwerde bikin ewqas wê bi encam be. Ez dixwazim bibêjim hemû jinên ciwan dikarin canekî bi tundirust di vê werzîşê de ava bikin. Jiyana bi tendurist mirovên bi tendurist ava dike.”