Melevana Iraqî xewna olîmpiyatê pêk tîne
Lara Îlaf El-Amîdî di sala 2021’ê de dest bi beşdarbûna şampiyoniyên navneteweyî kir û di sala 2024’an de wê 21 madalyayên navneteweyî bi dest xistin ku ya dawî sê ji wan madalyayên zêrîn bûn.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Lara Îlaf El-Amîdî avjeniyê di temenê xwe yê ciwan de weke yek ji jêhatiyên werzîşî yên sozdar li Iraqê derket holê. Piştî ku wê dikaribû di asta herêmî û navneteweyî de serkeftinên berbiçav bi dest bixe, çavên xwe danîn ser xewna gihîştina asta cîhanê û di kariyera xwe ya werzîşî de gavên bi bawerî diavêje. Di 16 saliya xwe de çavên wê çûn ser bidestxistina serkeftinên herêmî û navneteweyî û bilindkirina navê Iraqê di forumên navneteweyî de.
Ji akademiyê ber bi podiumê ve
Lara Îlaf El-Amîdî der barê destpêka rêwîtiya xwe de dibêje ku wê ji temenê pir biçûk de bi taybetî di 9 saliya xwe de, dema bavê wê akademiyeke taybet a avjeniyê vekir, dest bi avjeniyê kiriye û got: "Heweseke min a mezin ji bo vê werzîşê hebû, ji ber vê ez beşdarî akademiyê bûm û ji wê demê ve min dest bi perwerdeyê kiriye."
Lara El-Amîdî der barê zehmetiyan de destnîşan dike ku di destpêka rêwîtiya xwe de bi saya piştgiriya malbatê û piştgiriya klûba "Army Sports", ji bilî teşwîqkirina heval û mamosteyên xwe yên li dibistanê, rastî tu zehmetiyên girîng nehatiye. Lê salek berê wê birîndarî dît ku bandorê li perwerdeya wê kirin û pêdivî bi dema bêhnvedan û dermankirinê hebû, beriya ku ew bikaribe wan derbas bike û bi awayekî çêtir vegere perwerdeyê.
Feydeyên tendirustî û derûnî yên avjeniyê
Lara El-Amîdî der barê girîngiya avjeniyê ji bo jinan de tekez kir ku werzîş bi gelemperî pêwîst e bi taybetî avjenî, ji ber feydeyên tenduristî û derûnî yên ku ew peyda dike. Wê rave kir ku jinên Iraqî berpirsiyariyên mezin digrin, ji ber vê ew hewceyê çalakiya bedenî ne ku ji wan re dibe alîkar rewşa tenduristî û psîkolojîk a wan baştir bikin. Lara El-Amedî tekez kir ku girîng e zarok avjeniyê bikin, ji ber rola wê di pêşxistin û xurtkirina laşên wan de heye.
Lara El-Amîdî da zanîn ku feydeyên avjeniyê ne tenê aliyê fîzîkî ne, dibin sedema rehetiya psîkolojîk û başbûnê û destnîşan kir ku bijîşk pir caran li jin, mêr û zarokan şîret dikin ku wê bikin. Ji ber rola wê di dermankirina hinek pirsgirêkên tenduristiyê de, weke nexweşiyên movikan û û dîskên şemitok ku jin pir caran êşê ji ber wan dikişînin.
Piştgiriya qels û nebûna bernameyan
Lara Îlaf El-Amîdî xemgîniya xwe ji ber piştgiriya lawaz a saziyî ji bo melevaniyê li Iraqê anî ziman û bal kişand ser nebûna bername û destpêşxeriyên têkildarî pêşxistina vê werzîşê û got: ”Şampiyoniyên herêmî bi piranî bi mêran ve sînordar in û ji bo jinan derfetên kêm hene. Min ji hinek aliyên pêwendîdar weke Wezareta Ciwan û Werzîşê û Federasyona Iraqê ya Werzîşên Avê, piştgirî negirtiye, di heman demê de min bi piştgiriya Komîteya Olîmpiyatê pesnê xwe da.
Lara Îlaf El-Amîdî bang li rayedarên pêwendîdar kir ku bi riya veqetandina çavkaniyên darayî, avakirina hewzên avjeniyê yên guncav ji bo perwerdeyê, kêmkirina xercên têketinê da ku ji bo her kesî bi arzanî bin, ji bilî organîzekirina kamp û şampiyoniyên derveyî, bi giranî li ser piştgirîkirina werzîşên jinan û teşwîqkirina jinên ciwan ji bo pratîkkirina wan, piştgirî bidin hemû werzîşan, tevî avjeniyê jî.
21 madalyayên ku 3 ji wan zêrîn in girtin
Der barê kariyera xwe ya werzîşê de, Lara Îlaf El-Amîdî rave kir ku wê di sala 2021’ê de dest bi beşdarbûna şampiyoniyên navneteweyî kiriye û di sala 2024’an de serkeftinên berbiçav bi dest xistiye, 21 madalyayên navneteweyî bi dest xistiye ku ya dawî sê madalyayên zêrîn ên li Dubaiyê bûn û hejmarek madayayên zîv li ser asta herêmî û tekez kir ku "hemû tomarên Iraqî yên jinan di melevaniyê de" li ser navê wê hatine tomar kirin.
Xewn û xeyalên wê yên pêşerojê
Der barê armancên di pêşerojê de, diyar kir ku dixwaze xwendina xwe li Koleja Tibê temam bike, xewna xwe ya beşdarbûna di Olîmpiyatên Los Angelesê yên 2028’an de pêk bîne û ala Iraqê bilind bike. Di heman demê de dixwaze bibe şampiyona cîhanê.
Lara Îlaf El-Amîdî axaftina xwe bi şandina peyama ji jin û jinên ciwan re bi dawî kir û ji wan xwest ku ji ber feydeyên fîzîkî û derûnî yên avjeniyê, pratîkê bikin, tekez kir ku avjenî ji bo fizîkî û bedenî gelek bi tendurist e.