Melak El-Tai ya Iraqî ku berjenga ‘Jina Ereb a herî bi hêz’ afirandî

Melak El-Tai rêwîtiya ku bi daxwaza ajotina bisiklêtê di qadek muhafezekar de dest pê kir, veguherand werzîşek ku li dijî normên kevneperest derdikeve. Îro, bi serkeftinên ku di asta neteweyî û navneteweyî de, nûnertiya hêz û biryardariya jinên Iraqê dike

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq –  Werzîşvan Melak El-Tai ku ji Meysana başûrê Iraqê ye, di cîhana werzîşên jinan de çîrokeke serkeftinê ya bêhempa bi dest xistiye. Tevî sînordarkirinên civakî û nebûna piştgiriya saziyan, Melak El-Tai rêya xwe vekir û bû yek ji werzîşvanên jin ên herî navdar a welat. Di werzîşên hêzê de berjenga ‘Jina Ereb a herî bi hêz’ bi dest xist.

Rêwîtiya werzîşê ya Melak El-Tai li dibistana navîn dest pê kir. Li wir beşdarî gelek çalakiyên werzîşî yên dibistanê bû. Lê belê, eleqeya wê ya ji bo werzîşê hîn zûtir, bi daxwaza ajotina bisiklêtê destpê kir. Her çend di pergalek kevneperest û eşîrî ya bajarê Amara de ji bo keçan ajotina bisiklêtê ne tiştekî asayî bû jî, ev yek jê re nebû asteng ku hobiya xwe bidomîne û beşdarî gelek çalakiyên werzîşî bibe.

Li dijî kevneperestiyan serî rakir

Melak El-Tai wê demê bi van gotinan vedibêje: “Min ji ajotina bisiklêtê gelek hez dikir. Bişev, ez bi bisiklêta xwe derdiketim, li dora xwe digeriyam û li hember bayê disekinîm. Min qet nehişt ku kevneperestiyên civakî li ber xeyalên min bibin asteng.”

Melak El-Tai dibêje ku wê paşê berê xwe daye basketbolê û di tûrnuvayên dibistanê de serkeftinek girîng bi dest xistiye. Ew dibêje ku di 16 saliya wê de zewicandina wê bi lîstikvanek basketbolê yê profesyonel re, dilsoziya wê bi werzîşê re xurttir kiriye û roleke girîng di berdewamiya werzîşê de lîstiye.

Ji bo Melak El-Tai ku paşê li bajarê Amara saloneke werzîşê ya jinan vekir, ev gav destpêka serdemeke nû di pîşeya wê ya werzîşê de nîşan da. Li wir wê werzîşa Kabaddî keşf kir. Kabaddî ku bi giranî li Hindistan û welatên din ên Başûrê Asyayê derketiye holê, wek werzîşek gelêrî ya kevneşopî derketiye holê û bi demê re bûye werzîşek bi reqabet a navneteweyî ya naskirî.

Serkeftinên ku li cîhana Ereb bi dest xistî

Melak El-Tai diyar dike wê Tîma Kabaddî ya Jinan a Maysan ku ji heft werzişvanan pêk tê, damezrandiye û her wiha rahêneriya tîmê kiriye. Wê hem li ser asta herêmî û hem jî di nav tîma neteweyî ya Iraqê de rahêneriya werzîşvanên jin kiriye.

Tîma bi serokatiya Melak El-Tai beşdarî gelek pêşbirkên li hundir û derveyî Iraqê bûye. Bi beşdarbûna di pêşbirkên li Lubnan û Îranê de, tîmê encamên girîng bi dest xist. Bi van serkeftinan di şampiyoniya Iraqê de bi tîma Maysan re di rêza sêyemîn, di pêşbirkek li Îranê de di rêza sêyemîn û di pêşbirkek li Lubnanê de di rêza duyemîn de cih girtin.

Lê belê, li pişt van serkeftinan têkoşînek dijwar hebû. Melak El-Tai tekez dike ku yek ji astengiyên herî mezin ew bû ku malbatan razî bikin ku destûr bidin keçên wan beşdarî çalakiyên werzîşî bibin.

Melak ev pêvajo bi van gotinan anî ziman: “Min bi xwe serdana malbatan kir, xwe û malbata xwe bi wan dida nasîn, ji bo ku derbarê  keçên xwe de aram bin. Dema em bi werzîşvanan re ji bajêr derketin, min sozên nivîskî didan ku ez ê berpirsyariya wan hemûyan bigrim ser xwe.”

Bi saya van hewldanan, gelek jinên ciwan derfet dîtin ku beşdarî werzîşê bibin, Melak El-Tai di qada werzîşê de bû yek ji pêşengên xurtkirina hebûna jinan.

Kêmaniya derfetan û piştgiriya lewaz

Melak El-Tai dibêje ku wê ji federasyonên werzîşê desteka madî û manewî ya têrker nestendiye, lewma neçar maye ku demekê ji pêşbirkên fermî dûr bikeve. Melak da zanîn ku wê lêçûna gelek beşdariyên navneteweyî bi derfetên xwe daye û tekez kir ku carna neçar maye ku fedekariyê bike da ku hewcedariyên tîmê bicîh bîne.

Melak El-Tai xala werçerxê ya pîşeya xwe bi van gotinan vedibêje: “Dema min salona werzîşê ya jinan birêve dibir, min dest bi organîzekirina pêşbirkên herêmî bi xelatên sembolîk di perwerdeya hêzê û hilgirtina giraniyê de kir. Min dît ku eleqeya jinan ji bo van pêşbirkan her ku diçe zêde dibe. Xala werçerxê ew bû ku ez ji bo şampiyoniya perwerdeya hêzê ya jinan li Lubnanê hatim vexwendin. Min di beşdariya xwe ya yekem de pileya yekem bi dest xist û piştre jî serkeftinên min li cîhana Ereb û qada navneteweyî hatin.”

Paşê wek nûnera Iraqê, Melak El-Tai tevlî Federasyona Erebî ya Werzîşên Gelêrî û Kevneşopî bû. Beşdarkirina xebatên federasyonê di lîstikên cûrbecûr ên werzîşên gelêrî û werzîşên kevneşopî yên Iraqê de bi sûd bû. Her wiha di amadekirina bername û komîteyên werzîşên gelêrî û kevneşopî ji bo jinan li cîhana Ereb de erk girt.

Serkeftinên wê tenê bi Lubnanê ve sînordar nebûn. Melak El-Tai di gelek şampiyoniyên ku li Tûnis, Îran û Iraqê hatine li darxistin de berjengên nû bi dest xist û çar salên li pey hev bi serkeftî berjenga ‘Jina Ereb a herî bi hêz’ parast. Her wiha di 11’emîn Şampiyoniya Jinên Ereb a herî bi hêz de ku li Amarayê hate lidarxistin û nûnerên ji heft welatên Ereb beşdar bûn, dîsa layîqî vî sernavî hate dîtin.

Hedefên pêşerojê

Melak El-Tai ezmûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Ji bo hin werzîşên kevneşopî yên ku li welatên din ên Ereb dihatin lîstin me kêmasiya alavên kêm jiyan dikir. Ji ber vê, me bikaranîna çavkanî û budceya xwe amûrên pêwîst ên herêmî hilberandin.”

Melak El-Tai destnîşan kir ku wê di tevahiya pîşeya xwe ya werzîşê de piştgiriya herî mezin ji malbata xwe girtiye. Melak da zanîn ku malbata wê di demên ku piştgirî ji saziyên fermî kêm bû de li kêleka wê rawestiyaye û got: “Hezkirina min a ji bo werzîşê hêz daye min ku di heman demê de rolên wek werzîşvan, rahêner, karsazê werzîşê û dayîkê bicîh bînim.”

‘Gelek xeyalên min hene’

Îro, ew ji bo pêşbaziyek nû amadekariyê dike. Melak El-Tai ku plan dike ku beşdarî şampiyoniyek girîng ku dê di demek nêz de li Malîzyayê bê li darxistin bibe, armanc dike ku berjengek din li pîşeya xwe ya berê serketî zêde bike.

Melak El-Tai di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jinên Iraqê bi hêz in û tevî kevneşopî, qalibên civakî û hemû zehmetiyan dikarin gelek serkeftinan bi dest bixin. Tiştê ku min heta niha bi dest xistiye ne dawiya rê ye. Hîn gelek armancên min hene ku ez dixwazim bigihîjim û gelek xeyalên ku ez dixwazim pêk bînim hene.”