Mêhrîcana 4’ê Nîsanê bî pêşbaziyên werzîşî di roja dûyem de ne

14’emîn Mêhrîcana 4’ê Nîsanê ya waregah penaberan a Mexmûrê bi pêşbaziyên werzîşî di roja dûyem de di dome.

Mexmûr- Mêhrîcana 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal ji aliyê qada Perwerdeya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve tê li dar xistin îsal jî bi xeatên hunerî û pêşbaxiyên werzîşî dewam dike. 14’ emîn mêhrîcana çand û werzîşê di 21’ê Sibatê bi turnovaya futbolê destpê kir. Dûh pêşangeha hunerî ya ku het vekirin ku heta 4’ê Nîsanê dê di dîdaran re vekirî be. Mêhrîcan îro jî bi pêşbaziyên werzîşî dewam dike. Xwendevanên Mexmûrê bi awayek fermî hatin saha futbolê. Di nav sahê de komên govendan yên dibistanên seretayî bi cilên xweyên govendê di nava sahê de govend girtin. Her wiha xwendevanên ku bejdarî pêşbazîyên werzîşî bûyî ala kes, sor û zer girtin dora sahê zivirîn.

Pêşbaziyên werzîşî yên weke bez û dirêj avêtin pêkhatin. Hemû kesên ku tevlî van pêbaziyan bûn bi kelecanek mezin li bendê bûn ku kengê dora pêşbaziyê bigihe wan.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku wê sibe di roja fînalê de pêşbaziyên werzîşî yên yên weke stran gotin, govend gerandin, ketine hindirê torbe, meşa hêkê, meşa mêrû û mast werin di navbera dibistanan de bê lidarxistin.