Li Lîbyayê klûbên werzîşê dibin cihên bi ewle ji jinan re

Klûbên werzîşê yên jinan li Lîbyayê, bûne cihên bi ewle û piştgiriya psîkolojîk pêşkêş dikin. Ew der ji bo jinên ku di nava zextên jiyanê de tengav bûne bûne pêdiviyek.

IBTÎSAM AXFÎR

Bingazî – Jinên Lîbyayî demek dirêj e li cihên bi ewle digerin ku bi jinên din re werin ba hev. Tevî hewldanên berê yên ji bo afirandina jîngehên xwe weke salonên bedewiyê yan jî dawetan, ev cih pir caran bi êrîş û rexneyan re mane.

Lê di salên dawî de, jinan cihek dîtin ku nepenî û rehetiyê pêşkêşî wan dike. Ew jî klûbên werzîşê yên jinan e ku ji cihên werzîşê bêtir bûne cihên rehetiya civakî û psîkolojîk. Di van klûban de, jin xwe ji qedexeyan bi ewle hîs dikin, carna serpoşên xwe derdixin da ku bi tevahî azad rûnin û ezmûnên xwe bi stajyerên din re parve bikin. Lê ev nepenî hinek jinan ji her çapemenî yan wênekêşiyê di nav wan deran de ditirsîne, ji tirsa ku wêneyên wan bên belavkirin.

'Werzîşê jiyana min guherand'

Tevî van metirsiyan, hinek jinan qebûl kirin ku çîrok û ezmûnên xwe yên bi werzîşê re parve bikin. Di nav wan de Rîham El-Amayî ku piştî qezayek trafîkê ya trajîk bi salan di nav nivînan de ma heye. Ezmûna xwe ya bi klûbê re ji me re vegot. Rîham got ku bi riya werzîşê, wê riyek dîtiye ku tevgera xwe ya bedenî ji nû ve bi dest bixe û rewşa xwe ya psîkolojîk baştir bike. Diyar kir ku 3 sal in rojane beşdarî klûbê dibe. Rîham El-Amamî îdia kir ku werzîşê jiyana wê bi tevahî guherandiye lê wê red kiriye ku wêne yan rûyê wê were nîşandan.

Jin werzîşê wek penagehek ji zexta rojane dibînin

Bijîşka diranan û endama fakulteyê li Zanîngeha Bingaziyê Manal El-Hûtî, ezmûna xwe ya li klûbê weke çavkaniyek rehetiya fîzîkî û psîkolojîk vedibêje. Ew di destpêkê de ji bo kêmkirina kîloyan li ser şîreta bijîşkî tevlî klûbê bû lê werzîş weke penagehek ji zexta rojane dît. Manal diyar kir ku sira hesta ewlehiya wê di baweriya wê ya bi rahênerê xwe de ye û got: "Belavbûna vîdyoyên ji salonên werzîşê yên jinan li ser medyaya civakî di hilbijartina klûb û rahêner de min hişyartir kiriye. Ev klûb bikaranîna telefonên dest qedexe dikin da ku nepeniya rahêneran biparêzin."

Werzîş ji bo tendirustiya jinan gelek girîng e

Rahênera fitnesê û mamosteya perwerdeya bedenî, Emal El-Zelawî bawer dike ku girîngiya klûbên werzîşê ji başkirina tendirustiya bedenî wêdetir ew ji bo jinên ku bi nexweşiyên kronîk ên weke tansiyona bilind an şekir re rûbirû ne jî girîng in. Emal destnîşan dike ku werzîş ji bilî ku rêbazek bi bandor e ji bo xurtkirina dil û damaran, dibe alîkar ku hevsengiya hormonal were sererastkirin û stresa psîkolojîk were sivikkirin.

Werzîşên jinan ji paşguhkirinê ber bi çandeke jiyanê ve

Emal El-Zelawî sala 1996'an bi bîr tîne, dema ku wê dest bi kariyera xwe di perwerdeya werzîşê de kiriye li Bingaziyê tenê 4 klûbên jinan hebûne, ya herî berbiçav jî Klûba Jin û Zarokan bû. Emal got: "Zêdebûna klûban paşê derfetên mezintir da jinan ku werzîşê bikin û guhertinek di helwestên civakî de bêtir klûbê qebûl kirin û heta ji hêla jinên ji paşxaneyên cuda ve weke bijîşk û akademîsyenên jin, xwestin di encamê de dest bi veguhestina vê çandê ji nexweşên xwe re kirin."

Klûb nepeniyên jinan diparêzin

Emal El-Zelawî tekez kir ku ewlehî û nepenî di bingeha ezmûna klûba jinan de ne, ji ber ku telefonên destan pir caran qedexe ne yan jî tên nixumandin da ku bikaranîna wan di hundirê holê de neyê astengkirin. Tewra dema ku dezgehên medyayê jî hebin, rêveberiya klûbê ji stajyeran dixwaze ku di dema kişandina fîlman de hicab li xwe bikin û tenê dîmenên paşxaneyê sînordar dike.

'Jin li ser bingeha ezmûnên rahêneran klûban dipejirînin'

Emal El-Zelawî diyar kir ku rola rahênerek ne tenê bi perwerdeya werzîşê ve sînordar e, ew çavdêriya tenduristiya rahêneran û mijûlbûna bi rewşên taybetî jî vedihewîne û wiha axivî: "Rahêner ji bo çareserkirina her rewşa awarte ya tenduristiyê pisporiya alîkariya yekem hewce dike. Jin êdî weke berê klûban bi awayekî rasthatî hilnabijêrin, ew li ser jêhatîbûn û ezmûna rahêneran dipirsin û li kesekî digerin ku zanîna akademîk bi ezmûna pratîkî re bike yek."

Emal El-Zelawî da zanîn ku klûbên jinan ji bo hinek jinên ku nikarin şêwirmendiya pisporê xurekê bi endamtiya werzîşê re bikin yek, bûne alternatîfek. Hinek rahênerên jin niha mafdar in ku şîretên bingehîn ên xurekê bidin ku alîkariya rahêneran dike ji bo tendirustiya wan a giştî baştir bikin.

'Klûbên jinan têkiliyên jinan bi werzîşê re xurtir kirine'

Rahêner Emal El-Zelawî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di navbera çîrokên stajyeran û ezmûnên rahêneran de, xala hevpar ew e ku klûbên werzîşê yên jinan li Lîbyayê ji bo jinan cihên bi ewle peyda kirine, azadiya tevgerê dane wan, piştgirî dane hevsengiya wan a psîkolojîk û wêneyek nû yê têkiliya jinên Lîbyayê bi werzîş û jiyanê re ji nû ve xêz kirine."