Li Dêrikê jin bi ajotina bisikletê ferasetên civakî dişkînin

Koma Bisikletê û Sporên Xwazayî ya Dêrikê ji bo sedan jinan perwerdeya bisikletê dide. Dema ku li navçeyê bi koma ku ji 7 heta 70 salî hemû jin pê re eleqedar dibin hejmara jinên bisikletê dajon zêde dibe, di feraseta civakî de jî guherîneke mezin çêdibe.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdin - Jinan li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi Koma Bisikletê û Sporên Xwazayî ya Dêrikê ku ava kirin re zêdetirî 150 jinan fêrî ajotina bisikletê kirin. Koma ku armanc dike ji 7 heta 70 salî  xwe bigihîjîne hemû jinên li navçeyê dijîn, di vê demê de li navçeyê gelek ferasetên li dijî jinan jî guherand. Endamên komeleyê ku di çalakiyên xwe de jinan hînê ajotina bisiklêtê dikin her wiha bedewiyên dîrokî û xwezayî yên navçeyê jî didin nasîn.

Ji bo zêdetirî 150 jinan perwerde da

Seroka komê Sevdet Bakî diyar kir ku bi zêdekirina perwerdeya ajotina bisikletê ku li ser daxwaza jinan dest pê kiriye, wan ev klûb ava kirine û bi mehan e bi bisikletek tenê, bi dehan jinan hînî ajotina bisiklêtê kiriye. Sevda Bakî da zanîn ku niha di koma bi pêşengiya jinan hatiye avakirin de perwerde didin zêdetirî 150 jinan û diyar kir ku di gerên xwe de bedewiyên xwezayî û dîrokî yên navçeyê jî dîdin nasîn.

“Em ê ji bo pêkanîna xeyalên jinan xebatên xwe bidomînin”

Sevdet Bakî anî ziman ku ajotina bisiklêtan xeyala gelek jinên Dêrikê ye û wiha berdewam kir: “Ez li vir dayik bûm û mezin bûm. Ez jî dema zarok bûm hînî ajotina bisikletê nebûm. Min baş dizanibû ku gelek jinên Dêrikê bisikletê neajotine û ev jî xeyala wan a zarokatiyê ye. Gelek jinên ku tên ba me vê yekê tînin ziman. Me xeyala ji sedî 80’ê jinên navçeyê pêk anî û em ê pêkanîna xeyalên wan jî bidomînin.”

"Di ferasetê de guherînek mezin çêbû"

Ji endamên komê Kubra Soylemez, diyar kir ku komê bi kêm jinan dest pê kiriye lê di demeke kin de mezin bûye û destnîşan kir ku kom hawirdoreke jin lê enerjiya xwe zêde bikin ava dike. Kubra Soylemez der barê xebata tê kirin de wiha got: “Komê bi jinan dest pê kir lê li vir hevgirtineke asayî heye. Jin, ji bo ku xebatên bisikletê bi bandor, xuyatir û mayîndetir bikin hemû sînorên xwe derbas dikin û tên li vir. Zextên civakî hê jî hene, bi jinên ku ev şikandin hatin re, li vir guhertineke mezin a ferasetê çêbû. Berê kesê nikaribû ewqas bi rehetî bisiklêt bajo, niha em hemû dikarin vê çalakiya xwe bi rehetî bikin.”

“Jinan bi bisikletê hev nas kirin”

Kubra Soylemez diyar kir ku gelên li navçeyê di demeke kin de piştgirî dane van xebatan û got ku gerên wan ji bo danasîna bedewiyên xweza û dîrokî yên li navçeyê dibin alîkar. Kubra Soylemez, anî ziman ku li navçeyê ji bilî zarok û ciwanan, ji her temenî jin beşdarî perwerdeyê dibin û wiha got: “Bi taybetî bi jinên temenê wan mezin re kêfxweşiyek pir cuda heye. Ji ber ku dema ew hin zêdetir diçin raboriyê, em rastî têgîna şermê tên, ji ber ku ew di serdema wan de şerm dihat dîtin, hemûyan bi bisikletê hev nas kirin. Ev jî tameke pir cuda dide wan. Helbet ew ji bo ku nifşên pêşerojê fêr bibin, hewldanek hîn mezintir nîşan didin. Çûyîna bi wan re pir xweştir e. Em bi ruhê kolektîf û bihevrebûnê, xwe wisa baş hîs dikin ku çalakî ji ajotina bisikletê derdikeve û vediguhere çalakiya hevgirtinê.”