Li Îranê li dijî negirtina jinan a stadyûmê îmze hatin komkirin

Di maça Îran-Lubnan a li Meşhedê hat lidarxistin de bertekên li dijî negirtina jinan a ketina stadyûmê didomin. Zêdeyî sed kesên navdar ên Îranê li ser vê mijarê îmze kom kirin û xwestin demildest ev biryar bê rawestandin.

Navenda Nûçeyan- Di maça Îran û Lubnanê ya ku li bajarê Meşhed ê Îranê hat lîstin de, destûr nedan temaşevanên jin bikevin stadyûmê. Jinên ku xwestin bikevin stadyûmê rastî tundiyê hatin. Nîqaşên piştî dîmenên derketine holê, ketin rojeva welat.

Zêdetirî sed kesên Îranî di nav wan de serok û lîstikvanên Tîma Neteweyî ya Îranê, nivîskar, helbestvan, rojnamevan, aktîvîstên siyasî, aktîvîstên mafên jinan, serokên berê û endamên komîteya olîmpiyatê jî hene daxwaza bidawîkirina negirtina jinan a ji bo plîmpiyadê kirin û xwestin deriyên stadyûman ji bo jinan jî bên vekirin.

Çi qewimîbû?

Tevî ku ji bo maça navbera Îran û Lubnanê ya ku di Kûpaya Cîhanê ya FIFA ya Asyayê ya 2022’an de hat lîstin de bilêtên wan hebûn jî 2 hezar jinan negirtin stadyûmê. Ji jinan re hat gotin ku li gorî "talîmata ji Tehranê hatiye" destûr nehatiye dayîn.

Li Îranê ev 40 sal in weke temaşevan qedexeya negirtina jinan a stadyûman didome. Tê diyarkirin ku ger qedexe bidome dibe ku ji aliyê Yekitiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) ve ji pêşbirkan jî bên dûrxistin.