Dê rahênera jin tîma futbolê ya mêran birêve bibe

Li Îngîltereyê cara ewil biryar hat girtin ku rahênerek teknîkê ya jin tîma futbolê ya mêran a profesyonel birêve bibe.

Navenda Nûçeyan – Li Îngîltereyê bi anîna demkî ya Hannah Dingley wek rahênera Forest Green Rovers e, cara ewil jinek tîma futbolê ya mêran birêve bibe.

Hannah Dingley beriya niha akademiya heman klûbê birêve dibir. Yekemîn maça derhêner dê roja Çarşemê maça dostanî ya li dijî Melksham Town be. Hannah Dingley a piştî biryarê axivî, wiha got: “Ez ji bo vê gava nû ya di kariyera xwe de pir kêfxweş im. Me nû dest bi amadekariyên sezonê kir û ev sezon dê di wexteke nêzîk de vebe.”

Hannah Dingley ku xwediya lîsansa UEFA Pro ye, li Îngîltereyê yekane rêvebera  akademiya mêran e.