Jinên Xezayê: Werzîş ne luksek e pêwîstiyek e

Jinên di nava civaka Xezayê de li dijî hişmendiya ku werzîşê li gorî jinan nabîne, werzîşê berdewam dikin dibêjn ku divê jin li dijî zextan, werzîşê berdewam bikin û bang dikin ku ji bo jiyana bi tendirust jin hemû berê xwe bidin werzîşê.

RAFÎF ASLEM

Xeza – Li Xezayê jin li hemberî zextên civakê astengiyan derbas dikin û berê xwe didin qadên werzîşê. Jinên ku ji bo jiyana bi tendirust werzîşê dikin, hemû jinan vedîxwînin werzîşê. Alia Kaasab ku bi rêk û pêkî werzîşê dike diyar kir ku werzîş ne luksek e, pêwîstiyek e û wiha got: “Li dijî stresa ku di jiyana rojane de, çêdibe riya aramiyê tevger e. Dema em bifikirin çawa mirov dikare bi aram bibe divê em bizanibin ku riya vê yekê werzîş e.”

‘Jin bisekletê bi kar tînin yoga dikin û dimeşin’

Alia Kassab da zanîn ku werzîş ji derveyî deformasyona ku çavkaniya xwe ji şêweyê jiyanê digre, masulkeyan jî bi hêz dike û got: “Ya herî girîng baweriya bi xwe pêş dixe. Li Şerîda Xezayê jin bisikletê bi kar tînin li ber peravan yogayê dikin û dimeşin. Di van demên dawî de eleqeyek ji bo werzîşên lêdanê heye. Ji ber zextên civakê jin bi awayekî bi aram werzîşê nakin.”

‘Bila jin li dijî zextan werzîşê bikin’

Rehaf Ebû Nacî destnîşan kir ku werzîşê ji bo tendirustiyê dike û got: “Dema ku jin li qadên girtî werzîşê dikin ne pirsgirêk e lê belê dema li cihên vekirî ser rê û li ber peravan werzîşê dikin dibe pirsgirêk.”

Antrenur Şêrîn Al- Aila jî amaje bi wê yekê kir ku divê jin ji beriya her tiştî ji bo çêkera hestî û mesulkeyan werzîşê bikin û wiha got: “Ji mesulkeyên dil heta masulkeyên ling bigre çêkera hemû masulkeyan û tendirustiya hestiyan diparêze û bi hêz dike. Ji bo yên ku kolestrola wan heye gelek baş e. Divê werzîş bibe şêweyê jiyanê. Jin di van demên dawî de eleqeya wan ji werzîşên giran re heye, ev tiştek gelek baş e. Bila jin ji zextan netirsin û werzîşê berdewam bikin. Ez hemû jinan vedixwînim werzîşê.”