Ji Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê serkeftinek din

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir û 3 pûan stand.

Amed – Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di Koma B ya Super Lîgê ya Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe. Amedspor di hefteya 10’emîn de li deplasmanê bi Şarederiya Konakê re lîst. Tîma Amedsporê, Tîma Şarederiya Konakê 1-0 têk bir. 

Maç li Qada Hejmara 1’an a Ataturk hate lîstin. Di maçê de gola Amedsporê di deqîqeya 35'an de  Bakradze Teona avêt û tîma xwe li hemberê Konakê 1-0 pêş xist. Amedsporê li hemberî Şarederiya Konakê 1-0 qezenç kir.

Bi serkeftina vê hefteyê re pûanên Amedsporê bûn 16.