Hemîda El-Muşeîtî: Divê ji werzîşa jinên astengdar re girîngî bê dayîn

Hemîda El- Muşeîtî ya tevî astengdarbûna xwe jî bi salan e di nava qadên werzîşê yên wek basketbol, tenîsa masê û atletîzm de cih digre û yekembûnê bidest xist, ji bo werzîşa jinên astengdar banga piştgiriyê kir.

IPTÎSAM AXFÎR

Bîngazî - Werzişa jinên astengdar di pêvajoya  beriya sala 2011'an de, ji ber ku jinên navdar li Lîbyayê derketin pêş, beşdarî maçên navneteweyî dibûn û di van maçan de şampiyonî bi dest dixistin pir çalak bû. Di nav wan jinan de di hilgirtina giraniyanî de Xezala El-Aqûrî ku yek ji kesên lingên wê seket e, di melevaniyê de, bi sendroma Downê Rihana bin Celîl û di tenîsa masê de jî Hemîda El-Muşeîtî ya ku di lingê wê de astengiya tevgerê heye, cih digre.  

Hemîda El-Muşeîtî, ji ajanse me ra behsa jiyana xwe ya werzişî, sedema destpêkirina xwe ya werzîşê û gilî û gazinên xwe ya der barê xemsariyê ji werzîşa jinên astengran re, kir û wiha got: "Beşdariya min a yekem di werzîşa astengdaran de bi basketbola li ser kursiyên bi teker bû. Paşê min bi pisporî tenîsa masê jî lêyist  û di asta Lîbyayê de gelek şampiyonî bi dest xist. Piştre bi kursiya biteker beşdarî maratona bi dirêjahiya 42 kîlometran ya Bîngaziyê bûm û ew maratona dirêj gelek westayî û dirêj bû. Jinên astengdar ji ber westandinê ew werzîş terikandin, lê ez dev ji pêşbaziyê berneda û heta dawiyê pêşbirkên tevlîbûme  qedand".

Her " çend em ji ber dorpêçkirinê dereng man jî ez bi ser ketim "

Hemîda El-Muşeîtî bi xemgînî bibîr tîne ku di sala 1995'an de ji ber dorpêça li ser Lîbyayê ji bo maça herî girîng a di jiyana xwe de dereng maye û wiha dibêje: "Dema ez di sala 1995'an de ji bo beşdarî di şampiyoneya Ereban de werzişa jinên astengdar çûm Misirê, ji ber zehmetiyên rêwîtiyê em di dema xwe de negihiştin, lê tevî wê yekê jî min bi lîstikvaneke Misrî û ya Îraqî re maçeke xweş lîst û bi ser ketim. Hemîde hêvî dikir ku ger beşdarbûna wê fermî bûya, wê di tenîsa masê de şampiyoniya Ereb û Efrîqayê bidest bixistiba.

Di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman: "Tevî wê yekê jî ez beşdarî werzîşê bûm û min madalyayek zîv di lîstika avêtina tîrkevanê de bi dest xist. Min tu carî ew lîstik ne leystibû, ê ji aliyê çavdêrê lîstikê ve hatim perwerdekirin.  Piştî ku em ji pêşbirka tenîsê ji ber dereng hatina xwe hatin dûrxistin, ez bi israr bûm ku ala Lîbyayê di yek ji wan werzîşên ku di werzîşa astengdaran de ket pêşbirkê bilind bikim û min ew yek bi ser xist.

"Şert û mercan jiyanê nehiştin ez werzîşê bidomînim"

Hemîda El-Muşeîtî diyar kir ku temenê wê ku niha nêzî pêncî salî ye û hebûna çar zarokên wê yên ku temenê wan digihêje ciwaniyê, li pêşiya werzişa wê ji nû ve nebûye asteng û wiha dom kir: "Derfet, şert û mercan nehiştin ez werzîşê bidomînim. Tenîsa maseyê ji bo jinên astengdar yek ji lîstikên herî xweş û guncav e, ji ber vê yekê divê girîngî were dayîn. Tevî ku kesên ji rejîma berê hebûn girîngiyek mezin didan werzişa astengdaran jî, lê piştî sala 2011'an ew giringî dayin winda bûn".

Kêmbûna şiyan û derfetan

Hemîda El-Muşeîtî, di derbarê li Lîbyayê sedema ku werzîşa jinan a girêdayî jinên astengdar paşve çûye dibêje ku ew di "Şiyanan" de tê temsîl kirin û da zanîn ku bi peydakirina salona werzîşê re pirsgirêka veguhestinê derketiye holê. Hemîde axaftina xwe wiha domand: “ Ji ber ku piraniya jinên bi werzîşê re eleqedar dibin ne wesayita wan hene ne jî amûrên din ên veguhestinê hene, sê roj ên hefteyê yên ku ji wan re hatiye veqetandin, tenê carek tên rahênanan û gelek caran jî nayen. Ger çûnûhatin ji min re were dabînkirin ez ê amade bibim ku vegerim werzîşê û heta bi basketbol û tenîsê jî mijûl bibim".

Hemîde derbarê daxwaza jinên astengdar ên ji bo werzişê jî wiha dibêje: "Daxwazek mezin ji bo werzîşê heye û jinên zewicî yên xwedî zarok jî hene. Werzîşên jinan basketbol, tenîsa masê û atletîzm e. Di warê voleybolê de jî tîmeke jinan nehatiye avakirin, lewma ji bo wan zehmetî tê dîtin”.

Di werzîşê de jî zêdetir giringî didin mêran

Hemîda El-Muşeîtî bal kişand ser wê yekê ku ji ber ku eleqeya ji bo kategoriya mêran ji jinan zêdetir e, bi taybetî li Bîngazî di Paraolimpîk de ji bo jinên astengdar tiştek nehat dayîn û wiha domand: "Tevî ku em daxwaza mafê xwe yê werzişê dikin û her çend me çalakî, çalakiyên rûniştin û xwepêşandan li dar xistine jî, lê hemû bê encam man.  Tenê hebûna otobusê dê bibe sedema bi hemû hêza xwe vegerandina werzîşa jinên astengdar."

Nehat fikirin ku ji bo astengdaran navendek were sazkirin

Hemîda El-Muşeîtî destnîşan kir ku di atletîzmê de jinên navdar hene, di nav wan de di hilgirtina giraniyan de Xezala El-Aqûrî û Tahanî El-Aqûrî heye û wiha axaftina xwe zêde kir: "Em ji aliyê Fatima El-Tahrî ya ji Mexribê ku li Lîbyayê dijî hatin perwerdekirin û hîn jî bi taybet di basketbol û tenîsa masê de şiyana wê heye ku perwerdeyê bide û bidomîne".

Hemîda di berdewamiya axaftina xwe di vê pêvajoyê de li bajarê Bîngazî li ser belavbûna navendên werzişa atletîzma yên jinan nirxand û wiha got: "Tevî hejmara zêde ya van navendan jî tu fikîr li ser ji bo jinên astengdar avakirina navendek jinan nehate kirin. Em hêvî dikin ku Navenda Astengdaran û berpirsên werzîşê yên li Bîngazî ji bo jinan careseriyek veguheztinê ku şert û mercên wan li ber çavan bigre dabîn bikin û di heman kategoriyê de jinên ku mafên xwe biparêzin hebin".

Hemîda El-Muşeîtî di dawiya axaftina xwe de ji rayedarên berpirs yên li Bîngazî hêvî kir ku piştgiriya werzişê ji jinên astengdar re bikin û di qada werzîşê de jî ji jinên kevn re xwedî derbikevin, rûmetê bidin wan û werzîşê vejîn in. Bi riya damezrandina navendek û peydakirina amûrek e çûnûhatinê, nikarin xwe bigihînin kesên ji werzişê hez dikin.